Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Demirtaş: Ji bo referandumê nameya Ocalan anîn

Ji aliyê RÛDAW 14-2-2018
Îro li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê rûniştina doza Selahattin Demirtaş hebû
Îro li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqerê rûniştina doza Selahattin Demirtaş hebû

Navenda Nûçeyan – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş îro derket pêşberî dadgehê û diyar kir ku di referanduma 2010an de ji bo ku biryara HDPê ya boykotkirina referandumê bidin betalkirin, bi destxetê nivîsa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan peyamek gihandine wan.

 

Îro li Enqerê li Kampusa Girtîgeha Sîncanê rûniştina doza Selahattin Demirtaş hebû. Demirtaş di rûniştinê de eşkere kir ku di referanduma 2010an de ji bo ku biryara HDPê ya boykotkirina referandumê bidin betalkirin, bi destxetê Ocalan peyamek gihandine wan.

 

Selahattin Demirtaş  diyar kir: “Ez çima girtî me. Gelo ez reviyam? Ma qey ez dikaribûm delîlan reş bikim? Na, referandum hebû. Li ser şexsê min hesasiyetên cenabê wî hene. Me di referanduma 2010an de biryara boykotê da. Lê ji bo ku em bibêjin 'Belê' zext li me kirin. Danûstanên ku bi navê pêvajoya çareseriyê ya Osloyê tê nasîn hebûn ku partiya min tevlî danûstandinan nebûbû û pêvajo di navbera PKK û dewletê de bû.”

 

Demirtaş wiha dirêjî da axaftina xwe: “Me got ku 'di guhertina destûrê de ku diçe referandumê, divê sererastkirina li ser ziman û çandê hebe û sererastkirinên li ser Darizandina Bilind û HSYKê jî xetere ne, nabe pêk were'. Me biryara boykotê da. Kesên ku dibêjin 'ji Qedîlê talîmat werdigrin', bi destxetê Ocalan, bi rêya wezîrekî, ji Îmraliyê nivîs anîn. Ev yek ji bo ku em di referandumê de bibêjin 'Belê' hate kirin. Eger were înkarkirin, ez dikarim li vir şahid bidim guhdarîkirin. Gelo di nivîsê de çi hebû? Di nivîsê de ev hebû; 'Partiya we biryarê dide. Gelo ev guhertin dê pêşiya pêvajoyeke çareseriyê veke?'. Ev nivîs weke 'talîmata Ocalan' anîn. Lê me heta kêliya dawî helwêsta boykotê berdewam kir. Cenabê wî qebûl nekir, gotiye 'Ka van kesan ji Ocalan talîmat werdigirtin?'. (Ji min re gotin) Gelo tu yî ew kesê ku dema li Osloyê pêvajoya çareseriyê berdewam bû, piştgirî neda guhertina destûrê.”

 

Selahattin Demirtaş herwiha da zanîn ku di hilbijartina serokomariyê ya 2014an de jî "hewl dane ku bi rêya Îmraliyê, namzediya wî ya serokomariyê bidin betalkirin".

 

Demirtaş diyar kir: “Dibêje 'Him pêvajoya çareseriyê heye û him jî dibe namzed?', min jî wisa bersiv da 'Gelo ez evdê wî me'. Bi rêya navbeynkarekî ev agahî hat 'Beyefendî aciz e, gelo pêvajoya çareseriyê qet nafikire'. Me got ku em evdên wî nînin. Ez dikarim şahidê vê yekê jî bidim guhdarîkirin.”

 

980 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.547 seconds