Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Berdevkê hikûmetê: Ez kesên ku êrişî cinazeyê diya Aysel Tugluk kirine şermezar dikim

Ji aliyê RÛDAW 14-9-2017
Bekir Bozda
Bekir Bozda

Navenda Nûçeyan - Cîgirê Serokwezîrê Tirkiye û Berdevkê Hikûmetê Bekir Bozdag, êrişên li ser cinazeyê dayika Aysel Tugluk şermezar kir û got, tevgereke wiha şaş e, bê hurmetî ye  sûcekî mezin e.

 

Cîgirê Serokwezîrê û Berdevkê Hikûmetê Bekîr Bozdag bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û bersiva pirsên edîtor û nûçegihanan ên der barê rojevê de da û der heqê geşedanên demên dawîn de nirxandin kirin.


Bekir Bozdag derbarê cinazeyê dayika Aysel Tuglukê de wiha got: “Li gor baweriya me piştî mirina mirovan tişta ku divê li goristanan bê kirin eşkere ye. Tiştên ji bilî vê tên kirin li gor baweriya me xelet in, rast nînin. Divê em xwe ji hereketên ku di civatê bibin sedema rageşiyê, zirarê bidin hiqûqa me û birayên me dûr bigrin. Feydeya van hereketan tuneye."


Bozdag kesên kur êrişî cinaze êriş kirine şermezar kir û wiha domand: “Cinaze ji aliyê 20-25 kesên ku hedê xwe nizanin ve nehat derxistin. Ez ji bo wan biparêzim vê nabêjim lê belê dixwazin wekî ku tiştekî wiha çêbûye nîşan bidin û wiha ragihînin raya giştî. Ji bo şaşiya vê derxim holê û nîşan bidim bi taybetî balê dikşînim ser. Lewra tevgereke wiha şaş e, bê hurmetî ye. Sûcekî mezin e."


Berdevkê Hikûmeta Tirkiyê herwiha diyar kir ku derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û kesên ku tevlî bûyerê bûne dê bêne darizandin.


Di dema spartina axê ya dayika Cîgira Serokê HDPê Aysel Tugluk, Hatun Tugluk de komeke ku ji derve hatibûn li ser mezel êrişî merasîma cinaze kirin û cenazeyê dayika Tugluk ji nû ve ji mezel hat derxistin.


Cinazeye Hatun Tugluk dê îro li Dêrima Bakurê Kurdistanê bê veşartin.

Şîrove

 
Şervan | 14-9-2017
Dewlet dîsa vê êrîşa bêxodê rêxistinkir e. Her kes vî rastî dizane. Êrîşkaran bênamûs û nemerd in. Wan gotin 'em cenazeyê terorîst û ermenî' naxwazin. Terorîst? Dayîka 80 salî terorîst e? Ermenî? Ew ne ermenî ne, lê dîsa jî hûn hemû gelek ji dijûn bi kar anîn in? Bi rastî hûn nexweşin! Xodê rojek ji bo we mezel nake nesîbê Înşallah. Hûn ne mirovin û gorr jî heq nakin. Rehma Xodê ji bo dayîka Xatûn daxwaz dikim û sebir ji bo malbat û Birêz Eysel Tuxluq.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-23 10:34:21 AM
Serok Bazanî bi Xwedê tu Mêr Ferzende Mêray! Ez bi hebûna gelek serbilindim! Her bijî!🤗🤗🤗
Namdar | 2017-09-23 11:03:29 AM
Silaw û her silaw kak Barzani, Serok Barzanî, Brader Barzanî her slaw. Ger Gel kê dibat bila bibet ger nebet xwedîya destura çarenuwsa xwe , ma...
Barzanî: Bila ev peyama min eşkere bigihe berpirsên Tirkiyê
| 5 demjimêr berê | (2)
Ew kíne ku win wan dikin cíyé Merivan? | 2017-09-22 10:05:46 PM
Min ji we ti$tek fém nekir:Bekir ci gotiye, Erdogan, ci gotiye ji mer ciye? Ji buy ci hun wan mezin dikin u gotinén wan li malpera xwe diwe$inin?...
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-09-23 6:06:57 AM
Xalo bi dîtina te û Dewleta faşîsta te em Qedera 50-Milion-Kurdan pişt goh pêxin û Goh bi Heramzadeyêt wek we bidin?! Eger 1-Dlop Xwîn di Canê me de...
Bekir Bozdag: Referandumê betal bikin
| 15 demjimêr berê | (2)
Sherif | 2017-09-22 6:42:50 PM
Bi qender misqala zere qimet ji van gefar nine
Namdar | 2017-09-22 7:30:41 PM
Tishteki heri bash.... FOBIYA NAVA KURD û KURDISTAN van dirndeyan ên dewleta metingera Tirk êdî êdi bi navê xwêdêyê giran xewn nakevet çawên van...
FLAŞ - Helwesta Encumena Asayişa Tirkiyê li ser referanduma Kurdistanê
| 19 demjimêr berê | (2)
bashur | 2017-09-22 7:28:51 PM
eve ji reke nadet bochi chareser chiye es ji finlanda beshdar di bim chima na vebit www.e-voting.krd ,,,Error code 16 This request was blocked by...
Komîsyona Hilbijartinan ji bo Kurdistaniyên derveyî welat agahdarî da
| Duh vî demî 12:11 | (1)
0.407 seconds