Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Erdogan: Emê li ser referandumê 22ê Îlonê biryara xwe bidin

Ji aliyê RÛDAW 15-9-2017
Erdogan
Erdogan

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser helwesta wan a di derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de got: “Emê di 22ê Îlonê de biryara xwe bidin.”

 

Vê êvarê 15ê Îlona 2017an Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji kanala nûçeyan a Ahaberê re axivî û di axavtina xwe de li ser referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê got: “Barzanî gelek baş dizane em çi difikirin. Daxuyaniya ku daye pir xelet e.”

 

Erdogan diyar kir, ku di demên dijwar de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bûne û hêj li gel wî disekinin û got: “Ev tiştên ku diqewimin, me dibin ber bi pêvajoya biryareke nû.”

 

Erdogan amaje bi wê yekê kir, ku piştî vegera ji Amerîkayê, civîna Encumena Ewlehiya Netewî (MGK) ku dê di 27ê vê mehê bihata pêkanîn, ji bo ku mijara referandumê jî biaxivin dê di 22ê Îlonê de pêk bînin.

 

Recep Tayyip Erdogan herwiha got: “Ewê biryara me ya dawîn piştî civîna Encumena Ewlehiya Netewî û Encumena Wezîran di 22ê Îlonê de bibînin.”

 

Ev di demekê de ye ku îro 15ê Îlona 2017an li navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê, ahengeke mezin ji bo piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê birêve çûbû û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di ahengê de gotarek pêşkêş kiribû.

 

Mesûd Barzanî di ahenga piştgiriya referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê ya li Amêdiyê de, aşkere kiribû: “Heta îro jî ti alternatîvê ku ji bo serxwebûnê cihê referandumê bigire, bo me nehatiye.”

 

Herwiha îro piştî du salan Parlementoya Kurdistanê hate aktîvkirin. Di Parlamentoya Kurdistanê de ji bo biryara referandumê dengdan hate kirin û bi 65 dengên parlementeran biryara referandumê bo 25ê Îlonê hate pejirandin.

Şîrove

 
Çîya | 15-9-2017
Em natirsin dîktatorên xwînxwar! Birêz Berzanî hemû milletê Kurdistanê bi we re ne! Hemû partîyên û şervanên Kurdistanê piştgirîya xwe ji bo referandûmê û rewşa teqîneke dijî Kurdistanê ragihandin. Teqînekî terorîstên tirq tenê xwekuştin e ji bo wan! Bi îzna Xodê em ê her çar perçeyên Kurdistanê rizgar bikin, lê Bakûr zûtirîn înşallah! Dawîkirina metîngehkarîya û terora tirqan  deynê stûya me ne!
AZAD21 | 16-9-2017
havîdarim tirk baqilbin dawî tişte hat sere wan nabi suce me.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| Duh vî demî 01:12 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| Duh vî demî 08:20 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-03 8:22:29 AM
Divê Gelê Kurd bi hîç şêweyek Rêsulta (Encam) a Rêfêrandumê nehelweşîne û hinekê din Sebr bike!!!!! Ji ber kû Krîzek yêkcar mezin li benda Îraqê ye û...
Iraqê helwesta xwe ya li hemberî hewldanên Fransayê diyar kir
| 3-12-2017 | (1)
0.64 seconds