Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

OPERASYONA EFRÎNÊ – Erdogan: Sibe dusibe emê dest pê bikin

Ji aliyê RÛDAW 16-1-2018
Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan gefên xwe li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê dubare kir û got, sibê dusibe, di nav demeke kurt de ew dê ji Efrîn û Minbicê dest pê bikin operasyonekê li dijî hêzên Kurdî bike.


Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayip Erdogan di komcivîna partiya xwe ya parlamentoya Tirkiyê de  axivî û li ser operasyona Efrînê daxuyanî da, nerazîbûn xwe li hemberî helwesta Amerîkayê nîşan da.


Recep Tayyip Erdogan ji ber ku Amerîka û Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya li Dijî DAIŞê alîkariya hêzên Kurdî dike rexne kirin û got: “Amerîka ji 11-12 hezar kîlometre dûriyê wê bê û li vê derê ji xwe re artêşekê ava bike û wê navê wê bike çi? 'Ewlehiya sînor.' Ji bo çi ev ewlehiya sînor? Niha binêrin, rejima Sûriyê jî dibêje 'ev ji bo me gef e' û teqez naxwaze ev artêş bê avakirin. Tişta dikeve li ser me jî ew e ku hêj ev artêş nehatî damezrandin tine bikin.”


 Derbarê amadekariyên operasyona Efrînê de jî Erdogan wiha axivî: “Înşellah sibê dusibe, di nav demeke kurt de emê ji Efrîn û Minbicê dest pê bikin û kozikên rêxistinên terorî yên din li Sûriyê jî emê yekbiyek belav bikin. Ji bo vê yekê jî ne ew kesên wek hevalbendê me xuya dikin û ji piştê ve îxanetê li me dikin û ne jî ew piştgirên terorê yên marjînal ku wek siyasetmedar xuya dikin dikarin rê li me bigirin.”


Weke tê zanîn ew heyameke Artêşa Tirkiyê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran dike û gefên operasyonekê li dijî wî bajarê dixwin.

 

Hevserokatiya Kantona Efrînê ya ser bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ve duh bi daxuyaniyeke nivîskî daxwazê ji tevahiya hêz û saziyên navdewletî kir, ku rê li ber êrîşa hêzên Tirkiyê bigirin û dibêje eger ev êrîş bê kirin, ew ne berpirs in di ber encaman de û dê berevaniyê di ber Efrînê de bikin.

 

Ji aliyê din ve li gorî nûçeya Al Masdar Newsê, ku spartiye çavkaniyên dijbereya Sûriyê, Amerîkayê moşekên moşekên parastina hewayî yên dikarin werin veguhastin (MANPAD)  şandine ji hêzên Kurdî re. 

 

Nivîsîn: Aydin Bayram

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.609 seconds