Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Pêşengeha teknolojiya ewlehiyê hat sazkirin

Ji aliyê RÛDAW 16-4-2018
Rûdaw

Enqere (Rûdaw) – Li Enqere îsal di çaremîn pêşengeha teknolojiya ewlehiyê de berhemên nû hatine pêşandan. 

 

Pêwistiya bergiriyên  ewlehiyê hem ji bo dewletan hem ji bo şexs û kompanyayan her ku diçe zêdetir dibe. Di rewşeke wiha de sektora ewlehiya taybet jî her sal bi teknolojiyên nû dixwaze ji pêwistiyê re bibe bersiv.

 

Mijara parastin û ewlehiyê ne tenê ji bo dewlatan ji bo kesan û kompanyayan jî her ku diçe bide meseleyekî sereke. Li tirkiyê sektora ewlehiya taybet gehitşiya qebareyê 12 milyar lîreyan û her sal di vê sektorê de teknolojiyên nû peyda dibin û pêşengeh û çalakiyên cuda cuda jî ji bo pêşexistina sektorê têne encam dan.

 

Xwediyê kompanyeke ewlehiyê Ertugrul Kozan ji Rûdawê re wiha got: “Weke her sal em îsal jî beşdarî pêşengeha ewlehiyê bûn. Li ser mijara ewlehiyê hûn çi bixwazin li vir heye. Ez dikarim bêjim ku di mijara ewlehiyê de çi kêmasiyên pêşengehê nîne.”

 

Pêşnegha teknolojiyayên ewlehiyê ji ber hin sedemên taybet ên organîzasyonê û her wiha sedemên giştî yên girêdayî aboriya Tirkiyê îsal weke salên berê bo kompanyayan bi xêr û bereket nebû.

 

Xwedî kompanyayê Mecit Alincak jî wiha aixifî: “Gorî ku me plan dikir wisa nebû. Daxwazên me piranî bi cih nehatin û em negehiştin armancên xwe. Civana kompanyaya amadekar jî hebû, yanî ez dikarim bêjim baş nebû.”

 

Kompanyayan ji rêkeftin û firotinên nû zêdetir di pêşnegha îsal de giringî dane karê reklamê û pêşengeh jî bi vê armancê hate dîtin.

 

Şêwirmedê kompayaya Ewlehiyê Mehmet Tekdal jî anî ziman: “Ji bo derfet çêbû ku em berhemên xwe yên nû bidin naskirin, bi taybetî jî berhemên me yên konsepta serbazî hatine çêkirin balkêş in.  Me dît ku hem ji Tirkiyê hem jî ji dervey Tirkiyê  bo berhemên me daxwaz heye.”

 

Pêşengeha teknolojiya ewlehiyê îsal ji bo cara 4ê hat vekirin û piraniya wan ji Tirkiyê 40 kompanyayên sereke yên sektora ewlehiyê beşdar bûn. 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
152 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Aragorn | 2018-04-21 5:18:10 PM
Dike cend usd xalo?
Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê
| Duh vî demî 03:09 | (1)
Kurdo | 2018-04-20 8:31:07 PM
Xudanên Partîyên Kurdên Bakur pêwîste berî her tiştî,zani bin ku nikarin sîstema Dewleta Turk bi çi awayî be biguhrin.Ji Kurdên Bakur tê xweztin ku...
AMED – Biryara hilbijartinên pêşwext partiyên Kurd xiste tengasiyê
| 20-4-2018 | (1)
lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.328 seconds