Stenbol (Rûdaw) - Mezintirîn partiya opozisyona Tirkiye CHPê li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi dirûşma 'Ne Rewşa Awarte lê Demokrasî' çalakiyek lidarxist. Çalakî bi boneya salvegera giştpirsiya Tirkiye û daxwaza rakirina rewşa awarte hate sazkirin. Çalakiya CHPli hemû bajaran di bin tedbîrên emnî yên awarte de birêve çû. CHPyiyan banga aştî, û demokrasiyê kirin.
Li Meydana Taksimê li aliyekî sêmbola Kemalîzmê ango Navenda Çanda Atatûrk tê rûxandin, li aliyê din sêmbola misilmanî û oldariyê bilind dibe. CHPyî di navbera herdûyan de kom bûne da ku daxwaza demokrasî, dad û derbirîna azadiyê bikin. Lê ji bo CHPyiyan destûr nîne ku li vir çalakiya xwe lidar bixin.
Seroka CHP ya Stenbolê Canan Kaftancıoglu wiha got: “Hemû aliyên ku demokrasiyê dixwazin li vir in. Ji bo wê jî navê çalakiyê ne girîng e. Ya girîng ew e ku hemû layen di heman daxwazê de bûne yek û li vir in. Ew qerebelixa ku hun li pişt min dibînin jî ji wan hemû derdoran pêk tê ku demokrasiyê dixwazin.”
Serokê DISKê Kanî Beko jî debarê çalakiyan de ji Rûdawê re wiha got: “Em ji bo ku ev welat bibe welatekî demokratîk, sekuler û welatê hiqûqê û demokrasiyê li vir in.”
CHP bi biryareke navendî, li 81 bajarên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, di roja salvegera giştpirsiya guhertina sîstemê de çalakiyeke mezin lidardixe. Bi daxwaza rakirina rewşa awarte CHPyî li meydanên hemû bajaran in. Tirkiye ji 20 Tîrmeha 2016an vir ve bi Rewşa Awarte tê birêvebirin. CHPyî diyar dikin ku rewşa awarte hemû qadên jiyanê teng dike û divê êdî Tirkiye vegere rêya demokrasiyê.
Li Enqere jî hejmarek rêvebir û parlementerên CHPyê tevî qerebelixeke balkêş li Meydana Kizilayê kom bûn. Li vir jî heman daxwaz hatin kirin. Sendîkayên weke KESK û DÎSKê jî li hemû bajaran piştgiriya çalakiyê kirin.
Cîgirê Serokê CHPê Tekîn Bîngol jî wiha axifî: “Rewşa awarte êdî ji mebeste xwe derketiye. Hikumet weke kertikekê bikar tîne. Tu qadên jiyanê nînin ku bandoreke neyênî jê nebînin. Emê her berdewambin li ser çalakiyên xwe ta ku rewşa awarte bête rakirin.”
Navendeke din ya çalakiyan jî Meydana Şêx Seîd bû li Ameda Bakûrê Kurdistanê. Li vir jî amaje hate pêdan ku di giştpirsiya çûyî de nelirêtî hatine kirin û ji wê rojê vir ve jî Tirikye bi awayekî neasayî tê birêvebirin.
Derbarê heman mijarê de Parlementerê CHPê Sezgîn Tanrikûlû jî got: “Amed 15 salan bi rewşa awarte hate birêvebirin. Dema di 3 mijdara 2002an de hatin ser kar, digotin rewşa awarte zilm e û demildest dawî lêanîn. Lê niha 81 bajarên Tirkiye bi rewşa awarte birêve dibin ku wan bixwe jêre zilim digot.”
Çalakiya CHPê ya li meydanên hemû bajaran piştî daxuyaniyan, bi çalakiya rûniştinê beredwam kir. CHPyî didin zanîn ku ewê ji vir pê ve çalakiyên mezintir jî lidar bixin. Hikumeta Tirkiye jî amadekariya wê yekê dike da ku rewşa awarte heftemîn car dirêj bike.