Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Di navbera Suleyman Soylu û parlamenterên HDPê de nîqaşa peyva "terorîst"

Ji aliyê RÛDAW 16-11-2018
Civîna Komîsyona Plan û Busceya Parlamentoya Tirkiyê
Civîna Komîsyona Plan û Busceya Parlamentoya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan - Di civîna Komîsyona Plan û Budce ya Parlamentoya Tirkiyê de di navbera Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu û Parlamenterên HDPê de li ser peyva “terorîst” nîqaş derket.

 

Duhî roja pêncşemê (15-11-2018) Komîsyona Plan û Budce ya Parlamentoya Tirkiyê bo budceya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê civiya. Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di civînê de gotarek pêşkêş kir û anî ziman ku îsal li gor 30 salên derbasbûyî, beşdariya bo PKKê daketiye rêjeya herî kêm.

 

Suleyman Soylu da xuyakirin, ku beşdariya bo PKKê di sala 2015a de 3 hezar û 881 bû lê îsal ew rêje daketiye 95a.

 

Di civîna komîsyonê de Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û bo PKKyiyên ku îsal jiyana xwe ji dest daye, peyva “muxalîf” bi kar anî. Li ser vê yekê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê bertek nîşan da û got, “ew terorîst in” û herwiha ji serokê komîsyonê jî daxwaz kir ku peyva “muxalîf” ji zabitnameya komîsyonê were derxistin.

 

Parlamentera HDPê ya Mêrdînê Ebru Gunay jî bertek nîşanê Soylu da û got, “Gelo dayika Taybetê terorîst e, zarokên ku di jêrzemînan de hatin kuştin, terorîst in.”

 

Li ser gotinên Parlamentera HDPê Ebru Gunay, Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê got, “tiliya xwe bi min de dirêj neke.” Gunay jî wek bersiv got, “Ez ê ji te bipirsim, gefan li min nexwe.”

 

Li gel vê yekê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di civînê de ragihand, ku di hilbijartinên giştî û serokomarî yên 24ê Hezîrana 2018a de li Tirkiyê 22 hezar Sûriyeyî deng dane.

 

Suleyamn Soylu got, “Her çi qas tê gotin ku bi milyonana Sûrî deng dane jî, tenê 22 hezar Sûrî di hilbijartinan de deng dane.” Soylu da zanîn ku ew Sûriyên deng dane, xwediyê hemwelatiya taybet in li Tirkiyê.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
0.422 seconds