Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Tirkiye: Referanduma Kurdistanê di pratîkê de nayê cîbicîkirin

Ji aliyê Rûdaw 17-7-2017
Civîna Saziya Asayişa Netewî ya Tirkiyê
Civîna Saziya Asayişa Netewî ya Tirkiyê

Navenda Nûçeyan – Saziya Asayişa Netewî ya Tirkiyê (MGK) ragihand, ku referanduma Başûrê Kurdistanê şaşiyeke mezin e û dê encamên nebaş bi xwe re bîne.

 

Îro duşembî 17ê Tîrmeha 2017ê, Saziya Asayişa Netewî ya Tirkiyê bi serokatiya serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan civiya û nirxandin bo çend mijaran kir.

 

Civîna MGKê bo dema 6 saetan dom kir û piştî bi dawî hatina civînê jî daxuyaniyeke nivîskî hat belavkirin.

 

Di daxuyaniya piştî civînê de hatiye gotin, ku di civînê de li ser mijarên weke têkoşîna li dijî terorê û bi taybet têkoşîna li dijî rêxistina Cemaeta Gulen a naskirî bi FETO, PKK, PYD, YPG û DAIŞê û herwiha referanduma li Herêma Kurdistanê gotûbêj û nirxandin hatine kirin.

 

MGK referanduma Başûrê Kurdistanê bi şaşiyeke mezin bi nav dike û dibêje, ku ew referandum dê rê li ber encamên nexwastî veke.

 

Di daxuyaniya piştî civîna MGKê de tê gotin:

 

“Biryara referandumê yak u Rêveberiya Herêmî ya Bakurê Iraqê daye, ji aliyê hiqûqî û pratîkî ve nayê cîbicîkirin, ew hewl weke şaşiyeke mezin ku dê encamên nexwestî bi xwe re bîne, hat nirxandin.”

 

Saziya Asayişa Netewî ya Tirkiyê herwiha di heman bareyê de, tekezî li ser parastina yekparçeyiya xaka Iraqê û yekrêziya siyasî, û girêdayîbûna bi berdewamiya îstiqrara li herêmê, aştî, ewlehî û dabînkirina xweşguzeraniyê kir.

 

Herwiha MGK amaje bi pêşhatên li deverê û bi taybet yên li Sûriyê dike û dibêje, eger li ser sînorê başûrê Tirkiyê her gef û metirsiyek, çi ji Sûriyê û çi jî ji Iraqê ve, li ser ewlehiya Tirkiyê çê bibe, Enqere ji mafê xwe dibîne, ku di çarçoveya hiqûqa navdewletî de li ser pêngavên xwe bo parastina ewlahiya xwe berdewam be.

 

Saziya Asayişa Netewî ya Tirkiyê bi amajekirin bi guhertinên ku li bakurê Sûriyê çêbûne, tekez dike, ku ew bi ti awayî rê bi avakirina dewleteke din li ser sînorê xwe yên li başûr, ku bi “dewleta terorê” bi nav dike, nadin û ew dê li ser hewlên xwe yên li dijî PKK, PYD û YPG û herwiha DAIŞê berdewam bin.

Şîrove

 
Hún tehdit bikin an nekin, Ewé Referandum bibe. | 17-7-2017
De fermo keremkin, hin ji were Demokraiya tirka u komara wan. Pi$ta xwe nedin dijminé xwe. Dijminé Bav u Kalan nabin dost u birayé me Kurdan. Keftar túm u daim Keftare. Keftar nikare bibe $ér, tirk jí nabin dost!! Kurd,Kurdi,Kurdistan!!
Kurdjo | 17-7-2017
Heger,Kurd kolê Turk û Ereb û Ecema bin, ji bo wan encamek başe!Ev çi wîjdane ev çi Dîyanete ev çi milet û netewene?!Ev çi zemane?((Heta kîngê,emê her wehabin?Wek Hestîyên li ber lingên Segabin.)) Cegderxwîn.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Azad | 2017-07-27 3:20:24 PM
Ja bera bi zimanki beje u professionel be bese
Stranbêja kurd dê bi 25 zimanan stranekê bibêje
| 27-7-2017 | (1)
Baran B | 2017-07-26 12:27:20 PM
Her bijî tu.Şekala te serê melayên îrannê biqîmet û granbiha tire.
Netanyahu: Erdogan Îsraîlê rexne dike, baş e ji bo kurdan çi dibêje?
| 26-7-2017 | (1)
Mele Necmedîn Xanikî | 2017-07-26 11:06:42 AM
Îkbal lao,ez nizanim nifira le bikim nizanim duia li te bikim.Tû çima dereng dinivîsî û xelk li benda nivîsînên teye.Ema Wênê ku te kirî pêş...
Çîroka wêneyekî
| 26-7-2017 | (1)
kardox | 2017-07-21 7:06:20 PM
Mala hewe her u her ava u dest u çavên te xweş u xame êt we rengîn terter u bi birşt terter bit kako ê hêja, keke besam, karên ve a bi rumet tişkên...
Besam Mistefa | 2017-07-25 10:24:12 AM
Gelek spas û rêzgirtin kekê hêja Kardox...
Cegerxwîn helbestên xwe yên Xweşxwanê jî bi hizra welatperwerî nivîsandiye
| 20-7-2017 | (2)
0.531 seconds