Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Xelkê Enqerê hêviyên xwe ji namzedan re tînin ziman

Ji aliyê Şewket Herkî 18-6-2018
Rûdaw

Enqere (Rûdaw) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber ku li pêşiya gel helbijartin hene Cejna Remezana îsal xwedî cihekî taybet bû. Di demekê de ku rewşa aboriya wî welatî jî nebaş e, hemwelatî  hêviyên xwe û daxwazên xwe ji namzedan tînin ziman.

 

Cejin heman demê dibin derfet ku xelek daxwaz û hêviyên xwe jî binîn ziman.


Welatityê bi navê Nacî Kara wiha hêviyên xwe anî ziman: “Ez şîreta rêya rast û exlaq û nêrina rast ji serkirdeyan dikim. Bila weke camêran bin. Bila derewan nekin. Ji bo me û welatê me jî bila cejn bibe helkevta xêrê.”


Welatî Eser Derînce cejin li tevahiya misilmanê cîhanê pîroz kir û got: “ Di derbarê helbijartinan de jî lazim e em helwesta welatên biyanî û dijayetiya wan li hember Tirkiyê bibînin. Lazim e biryar jî li gorî vê yekê were dan.”


Hemwelatî  Nesîm  Paydaş jî peyama xwe wiha ji bo namzedên parlamentoya Tirkiyê da: “Peyama me ji bo namzetan ew e ku bila yekrêzî û yeketiyê û aramiyê biparêzin. Bila civakê nexin aloziyan. Înşellah kesên binxêr werin ser kar.”


Welatî Fazil Kartepe jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Lazim e edeb were parastin û her alî bi helwesteke dostane li meselê binêre. Civaka me civakeke zana ye. Herkes dizane dê biryara xwe çawa bide.


Nesîm Paydaş jî got: “Meseleya aboriyê girêdayî encama helbijartina ye, girêdayî karên desthilata nû ye. Gelê me gellekî zana ye û niha biryara xwe daye.”


Eser Derînce diyar kir ku ez bawer nakim piştî helbijartinan guhertineke mezin çêbe û got: “Lê bi demê re dê Tirkiyê pêş bikeve.”


Nacî Kara jî wiha axifî: “Ez hêvî dikim ku rewşa aboriyê  gellek bibe. Hêviya min jî heye, lê gellek aliyên xayîn ên ku dixwazin welatê me pûç bikin, bêhêz bikin hene.”


Fazil Kartepe jî da zanîn ku di derbarê rewşa awarte de pêşbinî û hêviyeke wî ya cidî nîne û got: “Lê piranî xelk ji rewşê razî ye. Ji ber ku jiyana herkesê cuda ye kesên ne razî jî hene.  Ji bo hin kesan dahata wan  têrê dike, lê ji bo hinek kesan têrê nake.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.297 seconds