Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Çavuşoglu: Tirkiye hêzên zêdetir dişîne Idlibê

Ji aliyê RÛDAW 18-9-2018
Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu îro di konfranseke rojnamevanî de li Enqerê. Wêne: AA.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Mevlut Çavuşoglu îro di konfranseke rojnamevanî de li Enqerê. Wêne: AA.

Navenda Nûçeyan - Derbarê rêkevtina Soçî de Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ku pêwîst dike ku ew hêzên zêdetir bişînin Idlibê.

 

Di civîneke çapemeniyê de ligel wezîrên derve û bazirganiyê yên Urdinê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu derbarê rêkevtina Soçî ya navbera Tirkiyê û Rûsyayê de axivî.

 

Çavuşoglu da xuyakirin, ku pêwîst e leşkerên din wek piştevanî bişînin Idlibê û got: "Li gor rêkevtina Soçî sînorên Idlibê tên parastin. Di statuya wê de ti guhertin çênabin û hemû kes dê li cihên xwe bimînin."

 

Çavuşoglu da zanîn, ku li navçeya bê çek tenê dê sivîl bimînin û grûpên terorîst bên derxistin. Herwiha got ku dê navçeya bêçek ji grûpên radîkal were paqijkirin, lê xelk û opozisyona nerm li cihên xwe bimînin û agirbest tê kirin.

 

Li gor Wezîrê Derve yê Tirkiyê, ji 15ê Cotmehê ve çekên giran ji navçeya bêçek tên derxistin, herwiha ji bo hêzên rejîmê nekevin Idlibê dê Rûsya tedbîran werbigire û herdû welat dê bi hev re kar bikin.


Duh êvaiya Duşembiyê Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê Soçî civiyan û derbarê krîza Sûriyê û bi taybet rewşa Idlibê de gotûbêj kirin.


Erdogan û Putin piştre di konfranseke hevbeş a rojnamevanî de ragihandin, ku ew li ser rewşa Idlibê li ser sê xalan li hev kirine. Li gorî lihevkirina navbera Erdogan û Putin dê li Idlibê navçeyên bêçek bihêne avakirin û çekên giran ji wan cihan bihêne derxistin.

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.609 seconds