Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Li girtîgehan greva birçîbûnê bidawî bû

Ji aliyê RÛDAW 19-4-2017
Girtîgeha Şakran
Girtîgeha Şakran

Navenda Nûçeyan - Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdisdtanê (KCK) piştî ku duh bangî girtiyên di greva birçînûnê de kiribû ku dest ji greva xwe berdin, hat ragihandin greva birçîbûna girtiyan bidawî bûye.

Medyaya bi ser PKKê ve diyar kir ku li ser navê girtiyên doza Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê (PAJK) Denîz Kaya daxuyanî da û ragihandiye ku  grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê qediyan e.

Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 15 sibata îsal bi gotina çalakvanên greva birçîbûnê girtiyan ji bo rakirina “tecrîda” li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, kiryarên li dijî gelê Kurd û rawestandina operasyonên siyasî û zextên li zindanan dest bi greva biçîbûnê kiribûn.

KCK duh derbarê girtiyên li zindanan yên  64 roj in ketine greva birçîbûnê de daxuyaniyeke nivîskî weşandibû û banga bi dawî anîna çalakiyê kiribû. KCK) ragihandibû ku girtiyan bi çalakiyên xwe, “têkoşîna demokrasiyê ya li dijî faşîzma AKP-MHPê” tê meşandin, xurtir kirine û Ji ber vê yekê pêwîstî pê nema ye ku ev berxwedan hîn bêhtir dewam bike.

Îro jî li ser navê girtiyên doza PKK û PJAKê Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku di serî de greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê, em çalakiya xwe ya berxwedanê, ku di 15ê Sibatê de dan destpêkirin, li ser banga Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ya 18ê Nîsana 2017an bi dawî dikin.

Şîrove

 
roshev sitav | 19-4-2017
Ma ew daxazên wan hatin cî ku, wan dawî li çalakîya xa wanî.!? Rastî jî rêxistin û rêvebêrên tirkan jî gelkî pêkenokin û henekên xa bi gelê tirk ra dikin.. Erê bila ji me dûr biskinin, çi dikin bila bikin..
Kurdo | 21-4-2017
Birçîbûn an ku xwe birçî kirin ne kar û erkên şoreşgêrane,rewşa mezlomane.Lê ku tiştên ku evene dikin nayê bawer kirin ku kesên dîwane jî,nakin!Bi yalîkî li pêşîya Dadgehan,sund dixin dibêjin,em ne PKKêne,lê dema ku li ser daxweza PKKê dawîyê li birçîbûna xwe tînin dîsa nazanin ku şaşîya li xwe dikin.Evene nafikirin nejî,zanin çi dikin!Serneketin û serketin,wek hevin.Gotinek Cihoya heye dibêjin (belaş kar bikin bes rûnenin.)
Nîşankirin : PKK, PAJK, Greva Birçîbûnê
664 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Aragorn | 2018-04-21 5:18:10 PM
Dike cend usd xalo?
Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê
| Duh vî demî 03:09 | (1)
Kurdo | 2018-04-20 8:31:07 PM
Xudanên Partîyên Kurdên Bakur pêwîste berî her tiştî,zani bin ku nikarin sîstema Dewleta Turk bi çi awayî be biguhrin.Ji Kurdên Bakur tê xweztin ku...
AMED – Biryara hilbijartinên pêşwext partiyên Kurd xiste tengasiyê
| 20-4-2018 | (1)
lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.344 seconds