Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Dîlîpak: HDP bendê derbas bike ji bo AK Partiyê pirsgirêk e

Ji aliyê Rawîn Stêrk 19-6-2018
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - Nivîskar û rojnameger Abdurrahman Dîlîpak dide zanîn, gotina ku dê Erdogan bê hilbijartin lê piraniya parlamentoyê dê di destê opozisyonê de be, gotgoteke di berjewendiya AK Partiyê de ye. Dîlîbak dibê, ew li ser xelkê dibe tirsek û dike ku xelk li AK Partiyê vegere.

 

Li aliyê din li gorî Dîlîpak di nava AK Partiyê de beşek heye ku ew zirarê li vê partiyê dike û xelkê ji partiyê dûr dixe. Dîlîpak navê wê beşê weke ‘AKPyî’ bi nav dike.

 

Dîlîpak pirsên Rûdawê ên di derbarê hilbijartinan de bersivandin.

 

Birêz Dîlîpak, pêşî spas ku tu bûyî mêvanê me. Berpirsekî Partiya Saadetê ku ew jî partiyeke oldar in, di gotarake xwe de dibêje ku dema li Tirkiye behsa misilmantiyê dibe, gendelî, nelirêtî, dizî û tiştên nebaş têne bîra mirov. Hun jî him AK Partî û him jî Saadetê baş dişopînin. Nêrîna we çiye li ser vê gotinê?

 

Ew neheqiyeke li hemberî misilmanan û gotineke çort e. Wê demê dema gotin însan jî em divê tiştên ne baş bifikirin. Li cihê ku însan hebe her tişt heye. Şeytan derneketiye betlaneyê. Ji Habîl û Qabîl bigire tiştên ne baş hene. Birayên Yûsif, ew avêtin bîrê. Ma dibe, ku em bo malbata Yaqûb tiştên wiha bêjin. Ew tawaneke neheq û ne di cî de ye lê mixabin di nava me de jî kesên gunehker û ên ku didin rêya şeytên hene. Di nava me de jî tiştên wiha xelet û gotinên çewt hene.

 

Niha Tirikye diçe ser sindoqan. Dema tu li atmosfera heyî dinêrî tu çi dibînî?

 

Beriya hilbijartinan bendebendî bûneke cidî heye. Beşa ku piştgiriya Erdogan dike û ya ku nake. Sîstem jî wê yekê ferz dike ku aliyek ji sedî 51ê dengan bidest bixe. Stonên (dengdeyê) hilbijaritna çûyî têne parastin. Ger ferq di nava dengê Erdogan û ên AK Partiyê de hebe nediyare wê çi bibe emê bibînin bê ka ew çi bandorê li encaman dike. Ger ne, ez di wê baweriyê de me ku di gera yekê de wê encam derkeve.

 

Gelo pêkane ku piştî hilbijartinan ew bendebendîbûn ji holê rabe?

 

Ew bendebendî bûneke ku tê provokekirin. Ew karê CHPê ye. Ji xwe karê wan ew e. Li aliyê din HDP maweya xwe bi dawî aniye. Dawiya wê tevgerê Marksîst êdî hatiye. Kes êdî naxwaze vegere rojên xendeqan. HDP jî ne diyar e ka ji bendê derbas dibe yan na. Eger derbas be ew ji bo AK Partiyê pirsgirêkek e. İYİ Partî dewama FETOYê ye. CHP zihniyeta yek partîbûnê ye.

 

Ji wê cenahê jî rexneya sîstemeke takekesiyê dike?

 

Rast e lê kevneşopiya takekesiyê ya CHPê ye. Sîstema nû jî serokatî ye. Tenê kesek birêve dibe lê ku piştgiriyeke baş ya parlemenê nebe, ew dê bibe cihê kêşeyan.

 

Ger Erdogan biserbikeve lê piraniya parlamentoyê di destê opozisyonê de be, dê çi bibe? Behsa dubarekerina hilbijartinan tê kirin?

 

Bawerim ew ji aliyê AK Partiyiyan ve te rojevê da ku xelk li Ak Partiyê vegere. Binêrin wê kî Tirkiye birêve bibe. CHP, an FETO, yan jî İYİ Partî  ? Ew gotin di berjewendiya Ak Partiyê de ye da ku xelk berê xwe bide wan.

 

Dema tu bixwe, dadwerî, geşepêdan û desthilatê didî ber hev, tu ji rewşê razî yî?

 

Tu caran meriv bi temamî ji desthilatê razî nabe. Ji ber ku tu rastî, nabe bersiva xeyalan. Lê tu tiştek ji rewşa doh xirabtir nîn e. Her tişt ne di rêya xwe de ye jî. Ez dizanim ku di nava AK Partiyê de dejenerebûnek heye. Ez behsa AKPyîyan dikim ku di nava AK Partiyê de ne… Divê AK Partî ji van rizgar bibe. Ger ne wê zirareke mezin ji wan bibîne.

 

Du bere hatin avakirin lê herduyan jî HDP negirtin nava xwe. Lê eşkere ye ku dengê kurdan û HDP bandorek mezin li encaman dike?

 

Ev tiştekî girîng e, lê êdî pêvajoya HDP, PKK û YPGê hat. Amerîka, cîhana ereban û tirkan da hemberî xwe lê ew dê nikaribe berdewam be, ku bi rêxistinên terorî yên weke PKKê re berdewam bike. Tasfîyekirineke mezin ji aliyê Amerîkayê ve tê kirin û ew pêwendiyên xwe ji nû ve datîne. Tirkiey jî hêza xwe ji vir digire û operasyona Qendîlê dimeşîne. Piştî ku Qendîl û Mexmûr hat kontrolkirin êdî pirsgirêk bi dawî tê.

 

Eger tu weke Abdurrahman Dîlîpak, hilbijêrekî kurdbûyayî, tevî helwesta Tirkiye ya digel giştpirsiya serxwebûnê, Efrîn û hin bûyerên din dê hestê te bi çi rengî bana li hemberî desthilatê?

 

Berê zemîneke diyalog û gotûbêjan hatibû bidestxistin. Diviyabû ew pêvajo berdewam bikirana. Divê polîtîkayeke pevrajiyanê bipejirînin. Ger li welatekî dad hebe, xelk karibe zikê xwe têr bike û ramanên xwe bînin ziman, pirsgirêk namîne. Divê em ji nû ve pêvajoyeke diyalogê bidin ber xwe. Divê meriv li hemberî zaliman li gel mazlûman bimîne. Ne kurd ne jî tirk dikarin bêyî hev li vê herêmê bijîn.

 

Gelekî Spas ku tu bûy Mêvanê me.

 

Amadekirin: Rawîn Stêrk


Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

alias | 2018-09-17 8:00:14 AM
Hemû Propaganda ne, hemû derewîne
Ebadî biryar da hêz li ser sînorê Iraq û Tirkiyê were belavkirin
| 16-9-2018 | (1)
mahmoud | 2018-09-15 6:51:54 PM
Dest xwesh Amerika dest Xwesh...
Amerîka hêzên xwe li Sûriyê xurttir dike
| 15-9-2018 | (1)
Renas | 2018-09-15 6:51:08 AM
Careseriya mesela Kurd bi ser lê a Idlibê siyasi? Hahaha.
Tirkiye: Çareseriya Idlibê bi rêya siyasetê ye
| 14-9-2018 | (1)
Ayyob | 2018-09-06 10:29:08 AM
Dest zosh!
Kurdek | 2018-09-14 6:37:55 AM
Çıma hinek dar na çikkînin..... Xuwzaya wir bı çend Kewan va nayé parastin... Gello sedema Van Kewan formalita çiye? Salé careki Van kewan ...
Li Çiyayê Agiriyê hezar kew hatin berdan
| 6-9-2018 | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

0.437 seconds