Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Di bangeşeya hilbijartinan de 93 caran êrîşî HDPê kirin

Ji aliyê RÛDAW 22-6-2018
Wêne: Ajans
Wêne: Ajans

Hewler (Rûdaw) –  Di seranserê proseya bangeşeya hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê de, li bajarên cuda cuda, 93 caran êrîşî ser standên HDPê hatiye kirin.

 

Tevî nêzîkbûna hilbijartinên serokomarî û parlamentoya Tirkiyê, bangeşeya partiyan jî bihêztir dibe û gelek caran şer û alozî di navbera alîgirên partiyan de derdikeve, bi taybetî li bajarên mezin ku çend caran şer di navbera alîgirên partiyan de derketiye. 

 

Li gorî nûçeyên medyayên Tirkiyê di dema bangeşeya hilbijartinê de herî zêde êrîş li ser standên HDPê hatiye kirin. 

 

Êrîşên ku li ser kampînên partiyan hatine kirin wiha ne:

 

93 caran êrîşî ser kampînên bangeşeya HDP hatiye kirin.

 

12 caran êrîşî ser kampînên CHPê hatiye kirin.

 

12 caran êrîşî ser kampînên ÎYÎ Partiyê hatiye kirin.

 

8 caran êrîşî ser partiya Seadet hatiye kirin.

 

2 caran êrîşî ser AKP hatiye kirin.

 

Ti êrîşek li ser MHP nehatiye kirin.

 

Di vê heyamê de bûyera herî bixwîn bûyera Pîrsûsê bû, ku parlamenterê Ak Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz bi tevê alîgirên xwe çû dikana alîgirên HDPê û paşî pevçûn derket. Di encamê de 4 kesan canê xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

 

Roja 24ê Hezîranê dê li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hilbijartinên serokomarî û parlamentoyê birêve biçin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
650 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.344 seconds