Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Berbijêrê CHPê: Demîrtaş bimîne gera duyem em ê piştgiriya wî bikin

Ji aliyê RÛDAW 23-6-2018
Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Namzedê CHPê yê bo parlamentoya Tirkiyê Yildirim Kaya derbarê hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de got ku di gera duyem de kî li hemberî Serokomarî Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bimîne ew dê piştevaniya wî bikin û ew heman tiştê ji partiyên din jî hevî dikin ku heger berbijêrê wan Muharrem Înce bimîne piştgiriya wî bikin.

 

Namzedê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê bo parlamentoya Tirkiyê Yildirim Kaya û Namzeda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Ferda Fahrioglu beşdarî bultena taybet a hilbijartinên Tirkiyê ya Rûdawê bûn û derbarê hilbijartinên 24ê Hezîranê de axivîn.


Yildirim Kaya ragihand ku tenê namzedê CHPê yê serokomariyê Muharrem Înce dikare berbijerê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan bin bixe û Tirkiyê ji wî rizgar bike û wiha pê de çû: “Ne tenê ez di vê baweriyê de me. Hemû gelê Tirkiyê vê yekê dibîne û lewma li derdora birêz Muharrem Înce kom bûne û piştevaniya wî dikin.”


Kaya li ser pirsa “gelo ji bo HDP benda hilbijartinê derbas bike hûn wek CHPê dê bibin alîkar?” wiha got: “Di hilbijartinan de her partî dê ji bo serkeftina xwe kar bike. Ez di wê baweriyê de me ku pirsgireka HDPê ya derbaskirina benda hilbijartina nîne. CHP dê beşdariyeke xurt di hilbijartina de nîşan bide. Em bawer dikin ku ligel hevpeymaniya û bi ser de ligel kursiyên HDPê em dê bigihêjin 400 kursiyan. Hem HDP û hem CHP karûbarên xwe dike. Heger Birêz Înce bimîne gera duyem a baş ew e ku ji bo demokrasî, wekhevî û aştiyê herkes li derdora wî bibin yek. Wek mina dibêjim heger birêz Selahattin Demîrtaş di gera duyem de li hemberî Erdogan bimîne em jî dê heman tişt bikin û piştevaniya wî bikin. Erdogan dê biçe û aştî û demokrasî dê vegere welat.”


Derbarê armnaca CHPê de jî Kaya wiha axifî: “Armanca me ew e ku aştî, demokrasî û wekhevî ji nû ve bê avakirin. Cihe ku lê aştî û demokrasî nebe û maf û dadmendî lê ti nebe, li welatike wisa ti girîngeyeke desthilatdarîbûna CHPê jî tune ye.Yê ku darbe li aştî û demokrasiyê daye Erdogan e. Ew dê binkev e, û armanca me ya sereke têkbirina Erdogan e.”


Kaya destnîşan kirk u li Tirkiyê pirsgirêka Kurdan heye û heta ku neyê çareserkirin demokrasî li wî welatî bicih nabe û ti pirsgirêk dê neyên çareserkirin û wiha domand: “Tekez divê ew pirsgirêk bê çareserkirin. Heya ku ev pirsgirêk neyê careserkirin Tirkiye dê ti caran nebe welatek azad û demokrat. Pêwîst e hemû aliyên siyasî vê yekê jî wisa bizanin û xelk di vê çarçoveyê pêwîst e alîkariya me bikin.”


Namzeda HDPê ya Amedê Ferda Fahrioglu da zanîn ku ji bo ku hilbijartin bi ewle bêne encamnda danûstandinên ligel CHPê dikin û got: “Em bi hêvî ne ku berbijerê me birêz Demîrtaş dê bimîne gera duyem û eger hat ne ew, lê Muharrem Înce li hemberî Erdogan bimîne gera duyem em dê wê demê kom bibin û biyara xwe bidin ka em dê piştevaniya Înce bikin an na.”


Ferda Fahrioglu got sedema hemû pirsgirêkan Erdogan e û divê berê her tişt Erdogan here û wiha pê de çû: “Me di heyama 16 salan de dît ku bi Erdogan dewleteke demokratîk nayê avakirin. Piştî ku Erdogan here pêwîst e em hemû wek gelê Tirkiyê hevkariya hev bikin. Di serî de em ê hewl bidin Erdogan here. Em bi hêvî ne ku Demîrtaş dê bimîne gera duyem, lê eger Înce yan jî Akşener bimîne divê pêşî em li ser wan protokolekê çêkin.”

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.391 seconds