Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Ji Erdogan daxuyaniya li ser hevdîtina li gel Trump

Ji aliyê RÛDAW 23-9-2018
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku eger ji aliyê Amerîkayê ve ji bo hevdîtina li gel Donald Trump daxwaza hevdîtinê hebe ew dikare vê mijarê binirxîne û got: “Lê vê gavê tiştek wiha di rojevê de nîne.”

 

Serokomarê Tirkiyê Erdogan beriya serdana xwe ya Amerîkayê li firokexaneyê civîneke çapemeniyê saz kir û derbarê mijarên wek rêkeftina Soçî, hevdîtina li gel Trump, gotûbêjên efûyê de axivî.

 

Erdogan, ku dê beşdarî lûtkeya Neteweyên Yekbûyî bibe, got: “Roja 25ê Îlonê ez ê li Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî gotarekî pêşkeş bikim. Ez ê balê bikişim ser krîzên mirovî yên li Sûriyê û ji bo çareseriyê bang li welatan bikim. Li Sûriyê ti kesan bi qasî Tirkiyê berpirsiyarî hilnegirt, bi qasî me berdêl nedan.”

 

Erdogan amaje bi hemûna YPG/HSDê ya li rojhilatê Feratê kir û diyar kir: “Ji bo Sûriyê pirsgirêka herî mezin çirava terorê ye, ku li rojhilatê Feratê mezin dibe. Di demekê de ku ji bo çareseriya siyasî ya pirsa Sûriyê gav tên avêtin, pêwîste ev çirava terorê were zuhakirin.”

 

Serokomarê Tirkiyê behsa rêkeftina 10 xalî ya li ser Idlibê ya Tirkiye û Rûsyayê jî kir û anî ziman, ku herdu alî niha li ser hûrgûliyên rêkeftinê kar dikin û wiha axivî:

 

“Em bi vê rêkeftinê dilxweş in. Ji ber ku 3 milyon û nîv sivîl li wir dijîn. Ger operasyon biba dê hemû bihatana Tirkiyê, em jî nikarin pêleke wiha pêşwazî bikin. Bi vê rêkeftinê em rehet bûn. Ez bi hêvî me ku bikarim vê pêvajoyê serxim.”

 

Debarê bernameya hevdîtinê de xwe Erdogan da zanîn ew dê li gel gelek serok û serkirdeyên welatan bicive û li ser pirsa, “Gelo dê li gel Serokê Amerîkayê Trump jî hevdîtin çêbibe?” got: “Eger ji aliyê Amerîkayê ve daxwazek wiha were em ê binirxînin lê vê gavê tiştek wiha di rojevê de nîne.”

 

Erdogan herwiha desnîşan kir, ku ew dê di navbera rojên 27 û 29ê Îlonê de serdana Almanyayê bike.

 

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin : Erdogan, Tirkiye, Amerîka
521 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Mêrdînî | 2018-10-16 4:21:24 PM
Her bijî bavê Kurdan..
Barzanî: Roja 16ê Cotmehê rojeke tarî ye di dîroka gelê me de
| 16-10-2018 | (1)
Renas | 2018-10-13 7:47:53 AM
Hemû fitne û gellaci, da tirk ereb û faris serê gelê Kurd bikin. Lavrov weke bekoye.
Lavrov: Dibe ku Amerîka mijara Kurdistana mezin têxe rojevê
| 12-10-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-10-12 3:05:04 PM
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
| 11-10-2018 | (1)
Ali As | 2018-10-11 10:25:21 AM
Ma xêre xelkê Zaxo û Dûhokê dibin penaber?? Ma hûn ne li Kurdistana azad in?? Misilmanin??
Her 35 koçberên ku li Îzmîrê qeyika wan noqmî avê bû, Kurd in
| 11-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.344 seconds