Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Panela SETAyê – ‘Peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê dê baştir bibe’

Ji aliyê Emîn Aba 24-9-2017
Rûdaw

Stenbol (Rûdaw) - Weqfa Siyaset û Aborî û Lêkolînên Civakî (SETA) li metrepola Stenbola Tirkiyê, panêlek bi navê Giştpirsiya Serxwebûnê û Dahatuya Iraqê saz kir.


Di vê panêlê de li ser sedemên nerazîbûna Tirkiyê li hember giştprsiya Kurdistanê  hat nîqaşkirin. Rêvebirê SETAyê Veysel Kurt, amaje dike ku helwesta Tirkiyê nabê rê bide nerazîbûna civaka cîhanê.


Rêvabirê SETAyê Veysel Kurt ji Rûdawê re wiha got: “Min texmîn nedikir ku dê daxuyaniya Encumena Ewlehiya Netewî ewqas nerm bûya. Di daxuyaniyê  de derî li her egerek vekirî hatiye hiştin lê behsa gavên kirde nehatine kirin. Divê Tirkiyê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexda rola nevbeynkariyê bilêyze. Çimkî ev giştpirsî  bi hinceta wan pirsgirêkên du alî tê çêkirin."


Helwesta Tirkiyê ya piştî giştpirsiyê, yek ji giringtîrîn mijarên vê panêlê bû. Mafên du alî û navdewletiyên Tirkiyê ku di daxuyaniya encûmena ewlehiyê de jî hatine binxetkirin hatin nîqaşkirin.


Mamosteya Zankoyê Profesor Dr. Zeynep Oktav tabloya piştî 25ê Îlonê weha şîrove dike: “Niha du rê di pêşiya Turkiyê heye. Yek jê wê bibêje mafên me yên li ser yekparçebûna Iraqê heye û dê helwesta xwe tundtir bike û di encam de şer û pevçûn dest pê bikin. An jî dê li gor şertên demê bi tevgere û vê giştpirsiyê dê wek tiştek sembolîk binîrxîne û helwestek nermtir nişan bide. Ez rêya dueym diparêzim."


Helwestên welatên cîhanê li hember giştpirsiyê jî di panêlê de hat gotûgot kirin. Akademisyen Dr Vehbî Baysan, diyar dike ku Amrîka weke Tirkiyê ne nîgeran e ji ber ku Amerîka ne li dijî giştpirsiyê ye tenê dixwaze bê paşxistin.


Akademiyen Dr. Vehbî Baysan jî anî ziman: “Ez di wê baweriyê de me ku piştî giştpirsiyê Turkiye dê vê mijarê daxe asta nizm û ji rojevê derxe. Siyasetmedarên Kurd jî ji bo piştgiriya navdewletî bigirin dê gavên xwe yên dîplomatîk gur bikin. Û wê têkilîyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî dewam bike, hetta wê ji yên niha jî baştir be. Ji ber ku ji bilî vê rêyek din nîne. Ya ku di berjewendiya herdu aliyan de jî ev e."


Panêl bi pirsên gohdarvanan re xelas bû. Hat diyar kirin ku Trkiyê tevî yên leşkerî hemî hilbijarde li ser masê rêz kiriye. Lê kes yeqîn nekir ku wê ev welat serî li şerek bide. belkî têkiliyên xwe xurttir bike.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Şivan | 2017-10-17 10:21:31 PM
Derevo dike segbab.
Dillon: Em agahdar nînin ku Heşda Şeibî yan Supaya Pasdaran beşdarî êrişa Kerkûkê bûbin
| 3 demjimêr berê | (1)
mikaili | 2017-10-17 9:14:51 PM
bikujin ,eger we nekusht,ewe we bikujjin.tola kerkük hilgirin.
Li Bendava Mûsilê şer derket: 8 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin
| 3 demjimêr berê | (1)
lolozano | 2017-10-17 8:14:53 PM
Ewên ku bi şert xweztine,û gotine em Gişpirsîya serxwebûna Kurdistanê,bê Kerkukê,qebûl nakin,ewana dibêjin,heger Giştpirsî li Kerkukê nehata kirin...
Barzanî: Tişta ku li Kerkûkê qewimî encama biryara yekalî ya hin kesan bû
| 9 demjimêr berê | (1)
de | 2017-10-17 5:42:42 PM
dijmine bavan nabe doste lawan.aqile xwe topi sere xwe bikin, dibe hemu servanen kurdistane bibin yek u namusa kurdan azad bikin, va tista nahe qebul...
Dr | 2017-10-17 7:51:31 PM
Rudav bu adami bir daha bu kanalda gorursem bir daha sizi takip etmem!
CHP: Tirkiye dikare di navbera Hewlêr-Bexdayê de navbeynkariyê bike
| 9 demjimêr berê | (2)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.438 seconds