Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Erdogan: Emê deriyê sînor bigirin

Ji aliyê RÛDAW 25-9-2017
Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got, deriyê sînorî yê di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de Xabûr dê di vê hefteyê de bigrin.


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna Ombudsmanlikê de gotarek pêşkêş kir û got, giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê “ne meşrû ye.”


Recep Tayyip Erdogan wiha got: "Heke ku li kêleka sînorê me, 350 kîlomêtre, krîzeke nû û qada pevçûnê çêbe, bila kes li bendê nebe ku em dê jê re dengê xwe nekin. Di vê mijarê de helwesta me eşkere ye. Ligel vê giştpirsiyê ku li dijî hiqûqa Iraqê ye jî tê kirin, encama wê çi dibe bila bibe, em qebûl dikin û dibêjin ku ne meşrû ye."


Bi gotina Erdogan, “hewldana komekê ya ji bo kontrolkirina vê herêmê dê xeberên şer û pevçûnên nû yên dûr dirêj, êşên nû, zilmên nû û qirqirinên nû yên li wir biqewimin bi xwe re bîne.”


Erdogan amaje bi wê yekê kir ku ew weke Tirkiye li hemberî Herêma Kurdistanê ji hêla siyasî ve, ji hêla aborî ve, ji hêla bazirganî ve, ji hêla ewlehiyê ve gavan diavêjin û dê biavêjin jî û wiaha axivî:


“Sedema wê yekê heye ku hêzên çekdarî li Silopiyayê ev gav avêtine. Niha Îran jî bi heman awayî ye. Niha hêzên me yên hewayî jî li ser sînor bi tenê ji bo derbasî alî Iraqê bibin destûr heye, di nav heftê de emê tewdîrên din ên hewce dikin jî eşkere bikin û ew gav jî wê bên avêtin. Ketin û derketin jî wê bên girtin. Tewdîrên me yên cihê jî hene, ew jî cihê. Emê wan jî têxin rewacê û tevlî vana hemûyan ka Rêveberiya Herêmî ya Iraqa Bakur dê petrolê bi kîjan rêyê, bi ku da bibe û bifiroşe kê. Vane di destê me da ye. Dema em vanayê bigirin ew kar jî diqede."

Şîrove

 
Malabadéya Silivana Diyarbekiré | 25-9-2017
Eré min gotiné Erdogan gúhdari kire, digriya,digriya.. Agir bi cané wí ketibu u digote xwedi E$ir..(ji buy cenabé Barzani digot) Gava ví kesé u komara wi weki segé qudusi dev davéjin Kurd u seroké Kurdan,té wí wateyi ku em Kurd di ríya rast de ne!!!
Baran B | 25-9-2017
Kura eger tu negrî tu nezelamî
Nizamettin Türkyilmaz | 25-9-2017
Bash bizanet ey Dirinde, bi nêret çi hat serê Saddam û Kaddafi, ne safi inca TÊ DERÎYAT kURDISTAN LI TE JI BÊT GIRTIN, HERWISA dERÎY aLEM, DERÎYA GERDUN JI LI TE WERET GIRTIN...aQLI KÊN keR-dOGAN... ÊDÎ TÊ tIRKAN BI XWE TE BIDARIZÎNET, NE HECEYA KU kURD DEST XWE DI XWINA TE YA GEMMAR DE bidet qirêj kirin.... Tê êdi bi navê çi peyvet, tê bi aweyek bêy axlaqi bey asae ji xwe re refirandom kir ku li ser tex bimêyni, ma heta kenge ev texte tê te biparêzet, bizanet gela Tir bi xwe tê bidarizînet...ew girtegaha ku tey day avakirin hêvidar têra te û malbata te bibet ku hun tê de bi sitrênin...bi nêret atara Saddam û Kaddafi.. evey sibê roja te ye....

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.672 seconds