Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Erdogan: Heya kêliya dawîn jî me bawer nedikir giştpirsî bê kirin

Ji aliyê RÛDAW 26-9-2017
Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Navenda Nûçeyan – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got wan heya kêliya dawîn jî îhtimal nedida ku giştpirsiya serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê bê encamdan.


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan beşdarî Merasîma Destpêka Sala Nû ya Akademîk bû têde gotarek pêşkêş kir û derbarê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê de jî axivî.


Recep Tayyip Erdogan wiha got: “Heya kêliya dawîn jî me digot, qey Barzanî dê şaşiyeke wiha neke, nexwe me şaşî kir. Di heyamekê wiha de ku di tevahiya dîrokê de peywendiyên me di asta herî baş da ne, bêyî ku pêşiyê bişêwirin û biaxivin ev biryar standin."


Erogan diyar kir ku Herêma Kurdistanê digel hemû hişyarî wan, giştpirsiya serxwebûnê ya di 7ê hezîranê de ragihandibû pêkanî û wiha domand: “ Ya rast ji aliyê destûra bingehîn a Iraqê ya heyî ve tu hikmê vê giştpirsiyê nîne. Herwiha ji bilî Îsraîlê tu dewlet û saziyên ku piştgiriyê didinê jî nîne.Te niha giştpirsî kir. Ma wê serxwebûna te kî qebûl bike. Îsraîl. Cîhan ji Îsraîlê pêk nayê."


Erdogan gefên leşkerî û aborî li Herêma Kurdistanê xwar û got: “Ji astengkirinên aboriyê heya vebijêrkên leşkerî hemû îhtimal niha li ser maseyê ne. Ez hêvî dikim ku ev yek wê pêwîst nekin û rêveberiya Iraqa Bakur wê hişê xwe bide serê xwe û dev ji vê yekê berde.”

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.562 seconds