Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Tirkiye

Kurtulmuş: Giştpirsî kiteyeke biçûk a lîstokeke mezin e

Ji aliyê Rawîn Stêrk 29-9-2017
Nûman Kurtulmuş

Hewlêr (Rûdaw)  – Wezîrê Perwerdeya Netewî yê Tirkiye Nûman Kurtulmuş derbarê giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê de got: “Ti fêydeya wê dê ji bo gelên herêmê nebe.”


Berdevkê berî yê hikumeta Tirkiyê û Wezîrê Perwerdeya Netewî yê Tirkiye Nûman Kurtulmuş li ser mijara giştpirsiyê bersiv da pirsa peyamêrê Rûdawê û îdia kir, ku hêzên emperyalîst li Rojhilata Navîn lîstikeke mezin dilîzin û giştpirsî jî kiteyeke biçûke di nava vê tabloyê de.

 

Kurtulmuş got: “Li herêmê divê herkes mijarê bi hesesiyet binirxîne. Li herêmê lîstikek tê lîstin. Ji destpêka salên 90î vir ve navê lîstika ku tê lîstin, cihê bike, perçe bike û birêve bibe ye.  Şerên navxweyî û pêvçûn têne sorkirin û mijar heta roja heyî anîne. Berjewendiya gelên herêmê ne di perçebûnên nû de ye lê di yekbûnê de û di armancên hevpar de ye. Ji ber wê em giştpirsiya li Bakurê İraqê jî di vê çarçveyê de denirxînin.”

 

Nûman Kurtulmuş got, ku ti pirsgirêkek wan bi kurdên Başûr û Rojavayê Kurdistanê re nîne û got: “Lê em di wê baweriyê de ne ku zêdekirina hesesiyetên li van deran û avakirina pêvçûn û cihêbûnan fêdeyê li tu kesî nake. Bi taybetî jî em dizanin ku zirara herî mezin ya vê giştpirsiyê jî wê li birayên me yên kurd bibe. Dahatuya me tirkan, kurdan, ereban û farisan di hevkarî, yekbûn û piştevaniya hev re derbas dibe.”

 

Bi nêrîna Kurtulmuş giştpirsî ne di sûda gelên herême de ye û lewma diyar kir: “Ji perçebûnên heyî tu kesî qezenc nekir. Ên ku qezenc dikin emperyalîst in. Divê herkes vê rasityê zane. Gava ku li Bakurê İraqê hatiye avêtin jî kiteyeke biçûk e di vê tabloya mezin de. Divê birayên me yên kurd ji vê yekê paş de gav biavêjin. Raste giştpirsî hate kirin lê hêviya min ew e ku birayên me yên kurd ewê gavên rastkirina rewşê biavêje.”

726 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.516 seconds