Rûpelê serekî | Nûçe | Microsoft zimanê kurdî li Windows 8’ê zêde dike

Microsoft zimanê kurdî li Windows 8’ê zêde dike

Guhertina qebareya nivîsînê: Decrease font Enlarge font
image Di nav de 109 ziman hene

Hewlêr (Rûdaw) - Şîrket û malpera Microsoftê, bi navê Windows 8 sîstemeke din a komputerê ragihand ku wê di nava çend mehan de bikeve bazarê. Di sîstema nû ya Windows 8 de 109 ziman hene û 14 ziman ku di nav de kurdî jî heye lê hatine zêdekirin.

Di raporekê malpera Window 8 Beta de hate diyarkirin ku, sîstema Windows 7 bi 95 zimanan bû û di sîstema nû de ji bilî wan 95 zimanan cih dane 14 zimanên din û hêjmara zimanan derxistine 109’an.

Ev 14 zimanên ku di sîstema nû ya Windows 8’ê de hatine zêdekirin ev in: Kurdî (Iraq), Pencabî (Pakistan), Sîndî (Pakistan), Uygur (Komara Çînê), Belarûsî (Rûsya Spî), Raûndî, Etiyopî, Tacîkî, Ûluf (Senegal), Kîçî (Guatamala), Gaylkî (Skotland), Çîrokî (DYA) û Valensiyanî (Spanya).

Subscribe to comments feed Şirove (1 posted):

kurdek on 22/02/2012 22:19:00
avatar
Slav, ser xêrêbe, lê belê xuya dike bi zaravayê soraniye. Vê baş bizanin ku zaravayê kurmancî li bakûrê Kurdistanê ber bi pûçbûnêveye. Vêca divê başûr hewl bide bi herdû zaravayên kurdî yên sereke (kurmancî, soranî) weregerandin bê kirin.
Thumbs Up Thumbs Down
1
total: 1 | displaying: 1 - 1

Nerîna xwe binivîse comment

Tika ye koda li ser wêne binivîse:

  • email Şandina nûçeyê bi e-mail
  • print Çap bike
  • Plain text Tenê bi tekst
Çavkanî
Hîç çavkaniyek bo vê nûçeyê nehatiye diyarkirin
Rate this article
4.00