Rûpelê serekî | Nûçe | Di Google de gera bi zimanê Kurdî dest pê dike

Di Google de gera bi zimanê Kurdî dest pê dike

Guhertina qebareya nivîsînê: Decrease font Enlarge font
image

Hewlêr: Li Herêma Kurdistanê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî diyar kir ku, di Google de xizmetgûzariya gera bi zimanê Kurdî dest pê dike. Di daxwiyaniyekê de ku pêşkêşî Rûdawê hatiye kirin, Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya li Herêma Kurdistanê dibêje: “Weî pêngavekê destpêkê, bi hevahengiya navbera Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniya Google, îro (31.03.2011) li Google xizmetgûzariya bi zimanê Kurdî (Tîpên Erebî) dest bi kar kir.”

Encama dest bi karkirina vê xizmetê, vedigere bo serdana kompanya Google ya sala borî bo Herêma Kurdistanê, hevkarî û hevahengiya Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêmê. Ev xizmet ji aliyê kompanya Google ve hatiye amadekirin.

Ev pêngava yekeme û gelek xizmetên din di pêvajoya amadekirin û ceribandinê de ne. Piştî ji bo karkirinê bi tevayî amade dibin, wê ew jî bikevin ber destê kesên ku xizmegûzariyên Google bikartînin.

Herwiha behsa wê yekê tê kirin ku kompanya Google di çarçove û hewldanên berdewam ên ji bo zêdekirina naveroka dijîtal a bi zimanê Kurdî û giringî dana zimanê Kurdî li ser înternetê de ye. Ji bo pêşxistina xizmetên bi zimanê Kurdî û bikaranîna xizmetên gera di Google de bi zimanê Kurdî, Fermangeha Teknolojiya Zanyarî li gel kompaniyên mezin di karkirinê de ye.

Fermangeha Teknolojiya Zanyarî (www.it.krg.org) di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de saziyek a teknolojiya zanyarî ye û ji Adara 2007 an ve hatiye damezrandin. Erkê vê fermangehê di pêşxistina teknolojiya zanyarî û nûkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya siyaseteke yekgirtî ya teknolojiya zanyarî de rêbertî kirine.

Ji bo dîtina zimanê Kurdî serdana www.google.iq bikin û piştre Kurdî tik bikin. 

Subscribe to comments feed Şirove (2 posted):

Azad on 01/04/2011 10:52:53
avatar
Piroz be. Nucheyek balkesh e. Le xwezi ew xizmeguzari bi Kurdiya Latini buya, ne Erebi!
Thumbs Up Thumbs Down
3
GOLDEN34Roxanne on 14/04/2011 17:24:32
avatar
I took 1 st <a href="http://bestfinance-blog.com">loans</a> when I was not very old and it aided my relatives very much. Nevertheless, I require the short term loan once again.
Thumbs Up Thumbs Down
0
total: 2 | displaying: 1 - 2

Nerîna xwe binivîse comment

Tika ye koda li ser wêne binivîse:

  • email Şandina nûçeyê bi e-mail
  • print Çap bike
  • Plain text Tenê bi tekst
Çavkanî
Hîç çavkaniyek bo vê nûçeyê nehatiye diyarkirin
Rate this article
5.00