Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Hevpeyvîn

Beşên nû Hemûyan bibîne
  • Hevpeyvîn 20/07/2017
  • Ebdilbasit Hemo: Stevan De Mistora lêborîn ji nûnerên ENKSê xwestiye
  • Hevpeyvîn 26/12/2016
  • Hevpeyvîn 14/05/2016
  • Hevpeyvîn 16/04/2016 002
  • Hevpeyvîn 12/04/2016 002
  • Hevpeyvîn 26/03/2016
  • Nesredîn Ibrahîm Serkirdeyê Encûmena Sûriya Demoqrat
  • Hevpeyvîn 13/01/2016
  • Hevpeyvîn 10/01/2016

Ebdilbasit Hemo: Stevan De Mistora lêborîn ji nûnerên ENKSê xwestiye

 


Di roja Îna 7ê Hizêrana sala 2017an de, û di civîna Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê (Iitîlafê) de li bajarê Stenbola Turkiyê, siyasetmedar Ebdilbast Hemo wekî cîgirê serokê Iitîlafa Oposizyona Sûriyê hatibû destnîşan kirin.  

Ji bo gotûbêkirina kar û bernameya serkirtayetiya Iitîlafa Oposizyona Sûriyê ya nû, hevkarê me Imer Kalo hevpeyvîneke taybet li gel siyasetmedar Ebdilbast Hemo cîgirê serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Oposizyona Sûriyê (Iitîlafê) ji Radio Rûdaw çêkir.

Di Hevpeyvînê de Ebdilbast Hemo dibêje ku Stevan De Mistora lêborîn ji nûnerên ENKSê yên beşdar di danûstendinên Cinêvê de xwestiye, ku mebesta wî li ser gotina wî ya ku gotibû divê kurd jî di proseya nivîsandina destûra Sûriyê ya nû de beşdar bin, ne ku ew beşdarbûna ENKSê ya di Cinêvê de tune dike an wan nabîne. 

Herweha Hemo dibêje, ku wan wekî ENKSê ti carî di nava hêzên oposizyonê de şerê PYDê nekiriye û rê liber wê negirtiye ji bo ku li Cinêvê beşdar bibe, û ew hewil didin ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî di siberojê de li nava hêzên oposizyona Sûriyê de cihê xwe li Astana bigrin.  


Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
5

Bernameyê parve ke

Derbarê bernameyê de
0.297 seconds