Çîrokên pêş giştpirsiyê 30/08/2017

Çîrokên pêş giştpirsiyê 30/08/2017


Çîrokên pêş giştpirsiyê
, Bernameyeke meydanî ye, li ser ekrana televîzyona Rûdawê û herwiha li radyo, portal û sosyal medyaya Rûdawê tê weşandin.

Ev bername bi şêweyeke meydanî li dû çîrokên bergiriyê û çalakiyên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê digere, herwiha li pey çîrokên cenosîdkirina gelê Kurdistanê diçe û wan girê dide giştpirsiyê.

Naveroka vê bernameyê taybet dibe bi vegêrana wan çîrokên balkêş, ku heta niha li ser zarê xelkê Kurdistanê mane û heta niha bi şêweyê televîzyonî û bi şêweyê nivîskî nehatine tomarkirin. Di vê çarçoveyê de kesê sereke heye, ku herî zêde ew li cihê bûyeran diaxive, herwiha kesên din ên beşdar jî li ser mijarê diaxivin.

Di vê bernameyê de çîrokên Krîstiyanan ku berevanî kirine, herwiha komkujiyên derheqê wan de, herwiha çîrokên tirkmenan û Kurdên Êzidî jî tên tomarkirin.