Kerkûk di Belgenameyan de

Kerkûk di Belgenameyan de
BELGEFÎLMA KERKÛKÊ


Kerkûk, bajareke qedîm û kevnare yê herêma Şarezor e.Dîroka damezirandina Kerkûkê, bi nêzîkayî digihije berîya 5.000 salan.

Lûlûbî,Gûtî, Mîtanî û Hûrî qewmên sereke yên damezirênerên vî bajarê dêrîn in ku ji aliyê dîrokzanan ve wek pêşiyên kurdan têne qebûlkirin. Piştî wan jî hinek deman Asûr, Babîl,Med, Sasanî û Osmanîyan li vê deverê hikum kirine. Di hemû dewran de jî hikûmdar kî dibin bila bibin, rêveberiya Kerkûkê di destê eşîr û mîrektiyên kurdan de bûye.

Prof. Dr. Qedrî Yildirim - Dîroknas (Nivîskarê pirtûka Kerkûkê)

Eger ku em hezar û 500 sal berê ji destpêka îslamê û em bibêjin 500 sal heta zayînê bû 2 hezar sal û em bibêjin 500 sal beriya zayînê jî em bidin ser hev, hema em ji MED'an dest pê bikin, em hûriyan, gûtiyan jî deynin aliyekî dîsa ev tê vê wateyê ku 2 hezar û 500 sal qewmê MED ku me got li gorî gelek lêkolînan bav û kalên kurdan e, li derdora Kerkûkê hikûmdariya wan hebûye.  

Seîd Veroj - Lêkolînerê dîroka Kerkûkê

Bi dîrokî Kerkûk, dîroka wî digihije 5 hezar sal berê. Yanî 3 hezar sal beriya zayînê û nêzî 2 hezar sal jî piştî zayînê, dema em bînin ser hev nêzî 5 hezar sal bihuriya wî heye ku yên ku Kerkûk damezrandine ji wê demê heta îro. Dema em li qewmên damezrînerên Kerkûkê temaşe bikin, pêşiyên kurdan in. Kî ne ew qewmên ku Kerkûk damezrandine?  Lûlûbî ne, Gutî ne, Hûrî ne, Metînî ne. Ev qewmên damezrînerên Kerkûkê ne.  Ew jî dîroka wan pêşiya zayînê digihije 3 hezar salan. 

Prof. Dr. Abdullah Kiran - Pisporê Siyaseta Navneteweyî

Kerkûk bi awayeke dîrokî dinya alem dizane ku bajarê Kerkûkê ku ji berê ve, ji mêj ve bi awayê Baba Gurgur tê zanîn bajarekî dîrokî ye, bajarekî kevn e. 


Mihemed Emîn Sever - Lêkolînerê dîroka Kerkûkê

Kerkûk li Kurdistana Başûr di nava, di navbera Mûsil û Bexdayê de ye. Nêzî çiyayê Zagrosê ye. Di dîroka wê de serwerê Asûriyan Sultan Ebir, beriya mîladê 800 sal berê li hemberî Medyayê ev bajar ava kiriye. Navê wî jî Kersirux e. Di nava kurdan de Kerha tê gotin. Nêzikî Diyalayê. Di dema Sasaniyan de jê re gotine Kermekan. Sûryaniyan gotiye Beytul Kerman û Îskender jî wê demê dema bajar girtiye, ewder kiriye navenda Nasturiyan.  

Gelek gerok û seyahên ereb, biyanî û osmaniyan di pirtûk û berhemên xwe de li ser bajarê qedîm ê Kerkûkê agahiyên cur bi cur dane. Lê piraniya wan jî diyar kirine ku piraniya nifûs û nasnameya nîjadî ya Kerkûkê ji kurdan pêk tê. Digel nifûsa kurdan beşeke biçûk a nifûsa Kerkûkê jî ji pêk hatiyên weke ereb, tirkmen, keldan, aşûrî û cihûyan pêk hatiye.
Prof. Dr. Qedrî Yildirim - Dîroknas (Nivîskarê pirtûka Kerkûkê

Seyahatnameya herî kevin ku bi navê Seyahatnamayê hatiye weşandin, seyahatnameya Leonard Laord e. Ev seyahekî Almanî ye û seyahatnameya wî bi ingilizî di sala 1693'an de ev seyahatname hatiye weşandin. Lê ew bi xwe di sala 1574'an de çûye Kerkûkê. Ew bi xwe dibêje ku Kerkûk di navbera Medya û Mezrabotan de cih digre. Kurdên Kerkûkê ji Altinkopriya niha ku weke Altunkopruyê tê zanîn, kurdên wê derê ji vê Altunkopruyê re digotin pirde. Her wiha dîsa heman Seyah dibêje ku kurdên Kerkûkê ji bilî kurdî bi tu zimanekî naaxivin û nanivîsin. Kengê gotiye? 1574... Em bibêjin efserê ingilîz Major Frederîk Milince ew bi xwe jî di sala 1869'an de çûye Kerkûkê. Ew wiha dibêje; li Kerkûkê û derdora Kerkûkê gelek eşîrên kurdan hene lê eşîra herî bi hêz û mezin eşîra Hemawend e. Li Kerkûkê û derdora Kerkûkê ev eşîra kurdan desthilatdar e. 


Mihemed Emîn Sever - Lêkolînerê dîroka Kerkûkê

Di ansîklopediya Osmanî de, di sala 1807'an de, di vê belgeya ku min nîşanî we da de wiha dibêje: Kerkûk axa Kurdistanê ye û Mûsil jî di herêma Kurdistanê de axa Kurdistanê ye. Hikûmdar û serwerê Kerkûkê jî Sabir Bin Xalid paşa jî bi eslê xwe kurd e. Hemdula Mistafî di 1340'î de di pirtûka xwe ya bi navê Nusetil Xulub de dîsa dibêje Kerkûk axa Kurdistanê ye. 

Prof. Dr. Qedrî Yildirim - Dîroknas (Nivîskarê pirtûka Kerkûkê

Di sala 1820'î de Seyîd Mihemed kurê Seyîd Ehmed, ew bi xwe jî çûye Kerkûkê. Dibêje li Kerkûkê bi qasî 200 heb gundên Kakeyiyên kurd hene. Kurdên ku vê baweriyê diparêzin, di sala 1820'î de xwediyê 200 gundan bûne. Ji van hemûyan tê fêmkirin ku kurd weke nasnameyeke eslî weke niştecihên eslî , bi kok û esas li Kerkûkê cih girtine. Di sedsala 19'an de Ric bi xwe jî ku seyahekî navdar e, ew bi xwe jî dibêje ku Kerkûk bi awayeke piranî û giranî ji kurdan pêk tê. Eşîrên ku li Kerkûkê ne dîroka wan digihije zemanekî gelek gelekî pêş. Gelek seyah û gerokên din jî di seyahatnameyên xwe de vê yekê tînin ziman. 

Mihemed Emîn Sever- Lêkolînerê dîroka Kerkûkê

Evliya Çelebî ji 1611 heta 1685'an jiyaye. Di seyahatnameya xwe de nivîsandiye Mûsil, Şarezor, Kerkûk heta Besrayê axa Kurdistanê ye. Di dema Hezretê Omer de 642'an de Kerkûk ketiye destê misilmanan. Piştre Emevî, Ebasî, Hemdanî û Selçûkiyan û piştre jî Mogolistan ewder xistiye destê xwe. Dema Osmaniyan de di dewra Yavuz Sultan Selîm de, piştre di navbera Safewî û Osmaniyan de vê herêmê dem bi dem dest guheriye. 

Kerem Serhedî - Lêkolînerê dîrokê

Di pirtûka Qamûsil Alem a Şemsedîn Samî de behsa temamê alemê tê kirin. Pirtûka wî 5 cild e. Di cîlda 5'an de bi hurgilî behsa Kerkûkê dike û dibêje navê kevin ê Kerkûkê Kirkor e. Yanî ismê qedîm Kirkor e. Dibêje li Kerkûkê gelek ehli beyt û pêxember tê de meftun in. Dibêje Kerkûk qezayeke mezin e û li ser Sancaqa Şarezarorê ye. Dibêje nifûsa wê 30 hezar kes e. Wê demê nifûsa Kerkûkê 30 hezar kes bûne. Dibêje ji wî 30 hezar kesî ji çaran sisê kurd in. Ji çaran yek jî tirk û ereb û qewmên din in. Nivîskarê Osmanî dema behsa Kerkûkê dike, dibêje qeleya wî heye, 36 mizgeft û camiyên wî hene, 7 medreseyên wê hebûne, 12 heb tekeyên wê hebûne, 12 heb xan hebûne. Ew xan hê jî hene. Dibêje li bajêr 1372 heb dikanên wê hebûne. 



Prof. Dr. Qedrî Yildirim - Dîroknas (Nivîskarê pirtûka Kerkûkê)

Îbnî Xurdazbe, nivîskarê El Mesalik wel Memalik e. Ev kitêbeke erdnîgariyê ye. Nivîskarê vê kitêbê Îbnî Xurdazbe di vê kitêbê de dibêje ku Waliyê Xorasanê yê serdema Ebasiyan, di zemanê Xelîfe Memûn de 2 hezar leşkerên tirkmen ji deverên cihê cihê anîne li Iraqê bi cih kirine. Ji van leşkerên ku li Iraqê hatine bicihkirin hin ji wan anîne Kerkûkê. Leşkerên ku hatine Kerkûkê jî hin ji wan paşê malbatên xwe jî anîne û li Kerkûkê bi cih bûne. Hebûna tirkmenan li Kerkûkê ne hebûneke niştecihbûnê ye. Hebûnek an jî nasnameyeke leşkerî ye. Ew hilbijartine, anîne li wê derê wezîfedar kirine. Lê di pey re hinek ji wan leşkerên tirk li Iraqê bi giştî û hin ji wan jî li Kerkûkê bi taybetî mane û malbatên xwe jî anîne. Hebûna wan bi vî awayî dest pê kirine. Lê di pey re, di serdema Osmaniyan de, di wextê Siltan Silêmanê Qanûnî de, Kerkûk perçeyekî ji mîrektiya kurdan a Erdelanê bûye. Ev yek. A duyem, ji bilî mîrektiya kurdan a Erdelanê Kerkûk hertim perçeyekî ji erdê mîrektiya kurdan a Baban û her wiha mîrektiya kurdan a Soran jî bûye. 

Prof. Dr. Evdila Kiran- Pisporê Siyaseta Navneteweyî

Nifûseke biçûk a tirkmenan hertim li wir hebûne. Şemsedîn Samî jî dibêje. Le bes ev nifûsa tirkmenan bi awayeke dîrokî ji çaran yekê nifûsa Kerkûkê derbas nekiriye. Ji çaran yek derbas nekiriye. Lewma em bibêjin Kerkûk ya kî ye? Kerkûk helbet ku tirkmen li wir dijîn a wî ye jî, ya erebên wê derê ye jî. Mesûd Barzanî gotinek dibêje; dibêje Kerkûk kî li wir bijî ya wî ye lê dibêje bi siyaseta erebkirinê ger yek kurdekî jî li Kerkûkê nemîne ewder bajarê Kurdistanê ye. 


Heta sala 1534’an jî bajarê Kerkûkê di bin hikmê ebasî, eyûbî û sefawiyan de dest guherî. Lê pişî ku hikma herêmê kete destê osmaniyan, sîstema îdareya herêmê jî guherî.  Êdî herêm bi sîstema rêveberiya wîlayetan hate îdarekirin. Bi vê guherînê re Kerkûk bû navenda wîlayeta Şarezorê.

Seîd Veroj - Lêkolînerê dîroka Kerkûkê

Şarezor wîlayet bû, eyalet bû û Kerkûk jî navenda vê wîlayetê bû. Li ser sînorên wî, çarçoveya wî çi bû, erdnîgariya wî çiqas berfireh bû? Li ser van di pirtûka bi navê Tarîxul Iraq el îdarî wel îqtîsadî fîl ehdil Osmanî el sanî, di navbera 1638-1750'î de lêkolîn kiriye, di vê berhemê de, di vê pirtûkê de sînorê eyaleta şarezorê wiha hatiye diyarkirin. Dibêje ji aliyê Başûr de bi eyaleta Bexdayê re, ji aliyê Rojava ve bi hikûmeta Mûsil û Amediyê re, ji aliyê Bakur de Hekarî û Azerbaycanê ve, ji aliyê Rojhilat ve jî digihije herêma farisan. Yanî dema ku em dibêjin wîlayeta Şarezor an jî navenda wê Kerkûk, tenê bajarê Kerkûkê nedigir ber xwe, ewder cografyayeke berfireh bû. 


Piştre jî di sala 1870’an de Osmaniyan, di Qanûna Îdareya Eyaletan (Wilayetan) de guhartineke nû çêkir; li gorî vê guhartinê herêm bi navê Bexda û Mûsil, bi ser du eyaletan ve hate dabeşkirin. Di encama vê guhartinê de, di sala 1879’an de navenda wîlayetê ji bajarê Kerkûkê birin Mûsilê. Bi vî awayî başûrê Kurdistanê; ji dervayê Xaneqîn û deverên bi wê ve girêdayî, bi hemû bajarên xwe ve bi wîlayeta Mûsilê ve hate girêdan.Ji wê şûn ve Mûsil, êdî bû navenda îdarî û siyasî ya başûrê Kurdistanê.
Ji ber ku Împeretorîya Osmanî nêzîkê 400 salan li ser vê herêmê hikûm kiriye, bandora wê ya kulturî jî li ser herêmê û herweha li ser navenda bajaran çêbûye. Bi taybetî jî piştî ku zimanê Osmanî (Tirkî) bû zimanê fermî yê Împeretoriyê û rêvebirên wîlayetan ji aliyê merkezê ve hatin destnîşankirin, li bajaran bandora zimanê Tirkî jî bêtir bûye. Êdî zimanê Tirkî bûye zimanê desthilatdar ê rêvebirî, dibistan û mueseseyên bajarê Kerkûkê. Vê yekê, bandoreke girîng li ser jîyana rewşenbîrîya Kerkûkê jî kirîye. Lewma şairên navdar ên Kurd; yê wekî Şêx Rizayê Talebanî, bi zimanê Tirkî jî şiîr nivîsandine. 

Mufîd Yuksel - Dîroknas 

Di nava bajêr de bi tirkî diaxivîn. Weke Bedlîsê... Amed jî wisa bû. Di nava Amedê de di nava bajêr de xelkê bajarê bi tirkî diaxivî. Lê nava Amedê çi bû? Kurd bûn. Eslê wan yan Bismil yan Çinar an jî cihekî din. Yan kurd in yan jî zaza ne. Eslê wan wisa ye. Kerkûk jî wisa bû. Li herêmê zêdetir kurd bûn. Piştî kurdan ereb hebûn û piştre jî tirk hebûn. Lê li derdora Kerkûkê zêde tunebûn. Derdora Mûsilê hebûn. Belê li derdora Mûsilê hebûn. Lê di nava bajêr de bi tirkî dihate axaftin. Kî diçû nava bajêr bi cih dibû, piştî neslekî zimanê xwe yên eslî ji bîr dikirin û bi tirkî diaxivîn. Digotin zimanê bajêr bi tirkî ye. Yên Kerkûkê jî wisa bû. Yanî bi awayeke çandê bandora tirkîtiyê çêbû. Ne ku esl û asasê wan tirk e.  


Prof. Dr. Qedrî Yildirim - Dîroknas (Nivîskarê pirtûka Kerkûkê)

Ji ber ku zimanê fermî yê Osmaniyan bi taybetî jî serdema dawîn a Osmaniyan êdî bi tirkî bûye li Kerkûkê jî zimanê tirkî, zimanê ku tirkmen pê diaxivin kirine zimanekî desthilatdar an jî zimanê fermî yê Kerkûkê. Êdî nivîskar, helbestvan û dîroknasên kurd û tirkmen jî bêhtir bi zimanê tirkî nivîsandine. Li dibistanên Kerkûkê jî zimanê desthilatdar bûye zimanê tirkî. 


Natural Vois
Di salên 1890’î de li Kerkûk û Mûsilê rezervên petrolê hate keşifkirin. Piştî keşifkirina petrolê girîngiya bajarê Kerkûkê û Mûsilê êdî bû rojeva sereke ya siyaseta herêmî û navneteweyî.
Mehmet Bayrak - Dîroknas 

Kerkûk hem di hêla rûniştvanên xwe de hem jî di hêla xwezayî de, perçeyekî xwezayî yê Kurdistanê ye. Tu şik û gumanek li ser Kurdistanîbûna Kerkûkê de tune ye. Hemû kes vê rastiyê dizanin û vê rastiyê bi hejmarên statîstîkî qebûl dikin. Sedema ku li ser Kerkûkê evqas disekinin petrol û nefta wê ye. Ji ber ku gelek rezervên girîng ên petrolê li Kerkûkê hene. 


Seîd Veroj - Lêkolînerê dîroka Kerkûkê 

Petrol zêrê reş ê sedsala 20'an û 21'emîn e. 


Prof. Dr. Qedrî Yildirim - Dîroknas (Nivîskarê pirtûka Kerkûkê)

Piştî ku petrol hate dîtin, neft hate dîtin herkesî hicûmê Kerkûkê kir û herkes xwedî lê derket. Di vê xalê de hinekî Sanfiransîsko û Kerkûk pir dişibin hev. 

Mufîd Yuksel - Dîroknas

Kerkûk di vê dawiyê de li ser neftê mezin bû. Ku neft hate dîtin, petrol hate dîtin êdî weke Batmanê mezin bû. 

Prof. Dr. Evdila Kiran - Pisporê Siyaseta Navneteweyî 

Kerkûk cihekî ewqas girîng e ku ji sedî 6'ê petrola dinyayê di bin axa Kerkûkê de ye. Hin taybetiyên petrola Kerkûkê heye. Kerkûk di destê kî de be, di destê kîjan dewletê de be, ew dewlet dê bi awayeke aborî, bi awayeke ekonomiyê gelek gelek xurt be. Ji bo kurdan meseleya çarenûsê ye. Çima meseleya çarenûsê ye? Dinya alem dizane ku ger siberojê Kurdistanek ava bibe, ji bo ku bikaribe hebûna xwe berdewam bike digel serxwebûna siyasî divê serxwebûna xwe ya aboriyê jî bi dest bixe. Miletek heta serxwebûna xwe ya aborî bi dest nexe nikare serxwebûna xwe ya siyasî jî bi dest bixe. 


Seîd Veroj - Lêkolînerê dîroka Kerkûkê

Piştî ku navenda wîlayetê ji Şarezorê yanî ji Kerkûkê veguhestin bo Mûsilê, êdî meseleya Kerkûk û Mûsilê bi hev re hatin bilêvkirin. Lewre ev herdu vîlayet tên wateya cografyaya Başûrê Kurdistanê. 

Piştî şerê yekemîn ê cîhanê Împaratoriya Osmanî têk çû. Di 30ê Cotmeha 1918’de Peymana Mondrosê hate îmzekirin. Li gorî vê peymanê êdî Iraq û Başûrê Kurdistanê ji bin hîmayeya dewleta Brîtanyayê. Lewra ev herêm, ji alîyê xezîneyên petrolê ve gelek dewlemend bû û li gorî lihevhatina Peymana Sykes-Pîcotê jî para dewleta Brîtanyayê bû. Di 28ê Tebaxa sala 1921an de, di bin mandaterîya dewleta Brîtanîyayê de bi serokatîya Melîk Feyselê Kurê Şerîf Husên damezirandina dewleta Iraqê hate ragehandin. Li hemberî vê yekê kurdan serî rakir û di bin pêşengiya Şêx Mehmûdê Berzencî de li Silêmaniyê jî hikûmeta kurd hate ragihandin.  Lê Brîtanyayê hikûmeta Şêx Mehmûd nas nekir. Ji ber vê, roj bi roj pevçûnên navbera hikûmeta Iraqê û başûrê Kurdistanê geş dibûn. Dewleta Brîtanyayê,di Rojhelata Navîn de cara yekemîn hêzên xwe yên hewayî li hemberê tevgera rizgariya Kurdistanê bikaranîn. Şêx Mehmûd, di sala 1924an de hate destgîrkirin û dewleta Brîtanyayê ew sirgûnê Hidistanê kir.
Soundby:
Seîd Veroj -Lêkolînerê dîroka Kerkûkê 
Piştî şerê yekemîn împaratoriya Osmanî têk çû. Piştî ku împaratoriya Osmanî têk çû, li ser bingeha Osmaniya Komara Tirkiyeyê hate damezrandin, sînorê Komara Tirkiyeyê jî diyar bûn. 

Mihemed Bayrak - Dîroknas

Ingilîz li wê derê di bin rêbertiya Şêx Mehmûdê Berzencî de dixwazin rêveberiya muxtariyetê, mîrektiyeke kurdan ava bikin. Lê ji ber ku kurdan qîma xwe bi vê neanî û serxwebûnê xwest, navbera wan û ingilîzan xera bû. Di encamê de Şêx Mehmûd Berzencî nefî kirin û şandin Hindistanê. Helbet di dema şerê yekemîn ê cîhanê de rêveberiya Osmanî û Mîlîtarîzma Alman bi hev re, di yek eniyê de ketin şer û têk çûn. Bi Peymana Sykes Picotê jî kêm zêde sînorên Peymana Lozanê jî hatin xêzkirin. Hêj di sala 1916'an de ev sînor xêz kirin. Di serî de İngilîz û Fransî, dewletên ku di şer de bi ser ketin, li ser Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê hin hesab çêkirin. Wê demê rêveberên tirkan, yanî kadroyên kemalîs ên nû ku berê kadroyên Îtihat û Terakiyê bûn hewl dan ev herêm di destê wan de bimîne. 

Kerem Serhedî- Lêkolînerê dîroka Kerkûkê 

Wexta ku mirov temaşe dike, di 24'ê temûza 1923'an de Iraq dewlet nebû. Sûriye dewlet nebû. Ûrdin dewlet nebûn. Ev anîn eşîr eşîr ew kirin xwedî dewlet. Wê demê kurd ji temamê qewman zêdetir bû. Lê kurd anîn xistin 5 perçeyan. Kurd xistin pênç perçeyan û kurd belav bûn. 

Piştî şikestina serhildana Şêx Mehûd û qayîmkirina desthilatdariya Iraqa erebî jî nîqaşên li ser Kerkûk û Mûsilê berdewam kir. Di 1925’an de Kerkûk û Mûsilê bi biryara komîsyona Cemîyeta Mîlletan tevlî dewleta Iraqê kir. Brîtanyayê di 1932’an de mandeteriyê dewrê Iraqê kir û vê yekê jî bi vê biryarê ve girê dabû: “Divê zimanê kurdî di mueseseyên giştî de bibe zimanê fermî, rêvebirên bajarên kurdan jî bi eslê xwe kurd bin.”  Hikûmetên Iraqa Erebî heta destpêka salên 1950’an li hemberî kurdan polîtîkayeke nerm meşandibe jî piştî vê heyamê hikûmetên Iraqê êdî dest bi sîyaseta erebkirina Kurdistanê kirin.

Soundby:
Prof. Dr. Qedrî Yildirim - Dîroknas (Nivîskarê pirtûka Kerkûkê) 

Ji salên 1950 û pê ve erebkirina Kerkûkê hatiye rojevê. Em baş dizanin ku rejîma beasiyan ji wan salan û pê ve Kerkûk ji bo ku demografiya wê xira bikin, kurd mecbûrî koçkirinê kirine. Mamosteyên kurdan ku di dibastanên Kerkûkê de bûne ew mamoste ji kar avêtine û di şûna wan de mamosteyên ereban bi cih kirine. Zimanê erebî hinekî li ser Kerkûkê ferz kirine. Di dibistanan de zimanê erebî tenê hatiye xwendin û nivîsandin. Eşîrên ereban ji derdora Iraqê anîne li Kerkûkê, di şûna cih û warên kurdan de bi cih kirine. Hemû cureyên madî û manewî, mal û milk û erazî hemû ji  wan ereban re tehsîs kirine. Di mal û xaniyên kurdan bi xwe de bi cih kirine. Kurdên ku nexwestine koç bikin, bi zindan û îşkenceyê koçber kirine. Axir bi vî awayî xwestine rêjeya kurdan li Kerkûkê kêm bikin. Piştî vê erebkirinê û operasyona erebkirinê, em li serjimariya Kerkûkê dinêrin mesela di 1957'an de kurd ji sedî 63'an daketine ji sedî 48'an. Yanî piştî van operasyonên erebkirinê û koçberkirina kurdan rêjeyeke gelek berbiçav derketiye holê. Lê dîsa jî kurd bi piranî li wê derê cihê xwe girtine. Yên ku xwestine Kerkûkê bikin bajarekî tirkmenî jî giranî dane ser tirkmenan û kurd îhmal kirine. Yên ku xwestine Kerkûkê bikin bajarekî ereban jî giranî dane ser ereban û kurd hatine îhmal kirine. Kurd ji aliyê herdu hêzan ve jî hatine koçberkirin, hatine îhmalkirin, hatine înkarkirin. Malên wan, milkê wan, xaniyên wan, eraziyên wan di hin serdeman de di navbera tirkmenan de hatiye parvekirin lê di gelek serdeman de di navbera ereban de hatine parvekirin. Kurdan jî tirkmenan jî ji erebkirina Kerkûkê zirar dîtine. Lê tirkmenan carek zirar dîtiye kurdan du caran zirar dîtiye. 



Mihemed Bayrak - Dîroknas 

Mûsil û Kerkûk bajarê kê ye? Derbarê vê mijarê de min lêkolîneke gelek berfireh kir. Bi qasî 20-30 rûpel min nivîsand. di vê lêkolînê de min ji çavkaniyên Osmanî, çavkaniyên dewletên Rojava, dewletên Rojhilat, çavkaniyên kurdan, tirkan û ereban îstifade kir. Min di lêkolînê de cih da van hemû çavkaniyan. Bi nexşe, hejmar, amarên statîstîkî û dîrokî min hemû agahiyan berhev kir. Me dît ku Kerkûk jî weke Silêmaniyê, weke Hewlêrê, weke bajarên din ên Başûrê Kurdistanê bi giranî bajarekî kurdan e. Ji kurdbûna Kerkûkê tu şik û guman tune ye. Di dema rêveberiya nîjadperest a Sedam  û rêveberiyên din ên ereban de tim hewl dan ku demografiya Kerkûkê biguherin. Kurdan ji wê derê bi darê zorê koçber kirin. Ev rastiyek e.  
Seîd Veroj- Lêkolînerê dîroka Kerkûkê 

Hikûmetên Iraqê çi kirin? Bêguman li ser demografiya Kerkûkê gelek lîstik ji aliyê hikûmetên Iraqê ve hatin kirin. Bi taybetî ji salên 1958'an û şûnde. Tevî ku di 58'an de derbe çêbû, qraliyek li Iraqê rabû û Mistefa Barzaniyê ku li Yekitiya Sovyetê di sirgûnê de bû ew vexwendin Iraqê. Mistefa Barzanî vegeriya Kurdistanê. Di Destûra Bingehîn a Iraqê de madeyek bi cih kirine. Di vê madeyê de gotin Iraq ji du neteweyan pêk tê. Ji ereb û kurdan pêk tê. Ew ji bo çareserkirina meseleya Kurdistanê gaveke girîng bû, perspektîfeke girîng bû. 

Prof. Dr. Evdila Kiran- Pisporê Siyaseta Navneteweyî 

Siyaseta erebkirina Kerkûkê rast e. Ji roja ku petrola Kerkûkê li bazara cîhanê kete firotinê dewleta Iraqê dixwaze Kerkûkê bike bajarekî ereban. Bi taybetî di dema Sedam Huseyîn de ji bo ku bajar bibe bajarê ereban xebatên gelek gelek girîng hatin kirin. Bi nifûs û demografiya Kerkûkê leyistin. Dema bi demografiyê leyistin derdora 300 hezar kurd ji Kerkûkê hatin derxistin. Mixabin tu kesî ji vê yekê re dengê xwe dernexist. Bala xwe bidinê heta dema nêzik jî heta salên 1960'î jî goristaneke ereban li Kerkûkê tune ye. Goristaneke wan tune ye çimkî ewder ne cihê wan e. Ereb li wê derê mêvan in.  


Seîd Veroj - Lêkolînerê dîroka Kerkûkê 

Em dibînin ku di 63'an de, di sala 1963'an de Beasî, partiya Beas bernameyeke siyasî çêdike. Ew bername dê li Kerkûkê, bi taybetî li Kerkûkê û cihê din dê çawa nifûsa kurdan kêm bike û nifûsa ereban zêde bike, li ser xebat kirine. Bi vî awayî polîtîkaya erebkirina Kerkûkê her roja ku derbas bû zêde bû. Kerkûk çawa hatiye erebkirin? Di sala 1957'an de me got rêjeya nifûsa kurdan ji sedî 47.3 bû. Sala 1977'an ev rêje daketiye ji sedî 37.53'an. Ereb di 1957'an de rêjeya nifûsa wan ji sedî 28.3 bû. Di 1977'an de rêjeya nifûsa wan derketiye ji sedî 44.4'an. Tirkmen di 1957'an de rêjeya wan 21.4 bû. Di 1977'an de ev rêje daketiye ji sedî 16.3'an. Baş e, em niha ji tirk û rayedarên Tirkiyeyê bipirsin. Gelo kurdan tirkmen helandine yan ereban hem tirkmen hem kurd helandine? Em dibînin ku ereban xwestiye hem tirkmenan û hem jî kurdan bihelînin û nifûsa wan kêm bikin û nifûsa ereban jî zêde bikin. 



Bêyî ku meseleya Kerkûkê bê çareserkirin, di sala 2003an de desthilatdarîya rejîma Beasê hate hilweşandin û di sala 2005an de jî bi referandûmekê Destûra nû ya Iraqê hate qebûlkirin. Li gorî benda 140. a Destûra 2005an, diviya ji bo dîyarkirina statu û dahatûya bajarê Kerkûkê û “ciyên nakok” ên din, di 31’ê berfanbara 2007’an de referandûmekê bihata kirin. Di ser vê dîrokê re deh sal derbas bû, lê hikûmeta Bexdayê hê jî pêdivîya Destûrê neanîye cî. Ji bo pêkanîna pêdivîya Destûrê, hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê gelek caran hewl da, lêbelê Hikûmeta Bexdayê her carê sebebek nîşan da û nehişt referandûm pêk bê. Dawiyê bi piştgirîya dewletên herêmî û erêkirina hinek hêzên navneteweyî, di 16’ê Cotmeha 2017’an de Kerkûk careke din ji aliyê artêşa Erebî ya Iraqê û milîsên Hejdê Şeabî û pasdarên Îranê ve hate dagirkirin.
Natural Vois -
Bi dagirkirina Kerkûkê re Tirkiyeyê jî îdiayên nû anîn rojevê. Li gorî tezên ku Tirkiye diparêze Kerkûk û Mûsil di nava sînorên Mîsaqî Milî de ne û heqê Tirkiyeyê li ser heye. Lê li gorî peymana Mîsaq û Mîlî tu heqekî Tirkiyeyê li Kerkûkê tune ye. Meclisa Tirkiyeyê di 6’ê hezîrana 1926’an de  civiya û pêşniyara Cemileyat Miletan di meclisê de hate dengdanê. Ev pêşniyar bi 143 dengên erê, 2 red û yek jî bê alî hate qebûlkirin. Tirkan Kerkûk û Mûsilê bi 500 hezar poûndan firot ingilizan.
Soundby:
Seîd Veroj - Lêkolînerê dîroka Kerkûkê
Çiqas ku li Rojhilata Navîn guherînek çêbûye, bi taybetî jî li Iraqê çiqas ku guherînek, hereketeke siyasî çêbûye, tirk wê demê rabûne û gotine ku heqê me li Kerkûk û Mûsilê heye. 

Mihemed Bayrak - Dîroknas 

Di Lozanê de dê kîjan sînor hebin? Mistefa Kemal ev tişt dibêje; sînorên ku bi Mîsaqî Milî hatine diyarkirin dê esas bên girtin. Baş e ev sînor çi ne? Herêmên ku tirk û kurd bi hev re dijîn... Herêmên ku tirk û kurd lê dijîn di nava sînorên Mîsaqî Milî de ne. Ew kîtekîtên wê jî dibêje. Jê dipirsin, çima Başûrê Kurdistanê ji bo we ewqas girîng e? Mistefa Kemal hêj beriya ku biçe Lozanê vê bersivê dide; di lozanê de jî dubare dike; li wê herêmê rezervên girîng ên petrol û neftê hene. Dibêje pir girîng e ku ev petrol di destê me de bimîne. Her wiha dibêje ingilîz dixwazin li wê derê hikûmeteke kurd ava bikin. Dema ku hikûmeteke kurdan bê avakirin, ev yek dê tesîra xwe li kurdên nava me jî bike. Ji ber vê yekê jî divê ji Başûrê sînor ve, Mûsil jî tê de, qet nebe Bakurê Mûsilê jî tê de, divê sînorek bê avakirin. 

Mufîd Yuksel - Dîroknas 

Gotin Kerkûk û Mûsil mîsaqî mîlî ye. Gotin di nava mîsaqî milî de ye. Lê ew Mîsaqî Mîlî jî nebû. Gotin, di dawiya Osmaniyan de, di Meclisa Osmaniyan de biryarek girtin û gotin li ku derê leşkerên Osmanî heye, maye, em nexşeyek çêkin û ji wê û pê de bila êdî erd û axê me ji destê me neçe û axa me biçûk nebe. Dema ku di dawiya Meclisa Osmaniyan de ev biryar dan, di vê biryarê de navê tirkîtiyê tunebû. Leşkerên Osmaniyan li ku rawestiyane û li ku hene divê em wê herêmê, erd û eraziyê wê herêmê biparêzin û  temamê misilmanan di vê xetê de muhafaza bikin. Yanî negotin ev ereb e, ev tirk e, ev kurd e. Tiştekî wisa negotin. Rastiya Mîsaqî Milî ev e. Kerkûk û Mûsil jî tê de bû. Ev ne ji bo kurdîtiyê yan tiştekî din bû. 


Prof. Dr. Evdila Kiran - Pisporê Siyaseta Navneteweyî

Meseleya sînorê Tirkiye û Iraqê bi peymana Lozanê nehate çareserkirin. Lozan sînorê Tirkiye, sînorê dewleta Tirkiyeyê ya Balkanan, kafkasan, Rojhilata Navîn û Sûriyê re kifş e. Bes sînorek tenê nehatiye kifşkirin. Ew jî çi ye? Ev sînorê vîlayeta Mûsilê ye. Sînorê Vîlayeta Mûsilê di dema Osmaniyan de Kerkûk e, Mûsil e, Silêmaniyê ye. Axa Kurdistana Başûr hemû digre nava xwe. Li vir, di peymana Lozanê de gotin em ê vê meseleyê heta 9 mehan ger ingilîz, dewleta Tirkiyeyê bikaribin di nava xwe de çareser bikin dê çareser bikin. Lê ger ku ev mesele di navbera wan de neyê çareserkirin, ev mesele dê here Cemiyeti Eqwan ango Cemiyeta Miletan. Em dizanin ku Îsmet Înonu di Cemiyeta Miletan de de hevdîtinên xwe ji Lord Curzon re hertim tiştekî dibêje. Lord Curzon jê dipirse çima hûn Kerkûk û Mûsilê dixwazin? Çimkî ewder kurd in. Ew jî (Îsmet Înonu) dibêje ji ber ku ewder kurd in em dixwazin. Lewre ev dewleta ku me ava kiriye dewleta kurd û tirkan e. Sînorê Mîsaqî Milî jî esasen ew der e ku cihê kurd û tirk lê dijîn. Li ser vê bingehê dibêje em daxwaza Mûsil û Kerkûkê dikin. 

Li gorî peymana Cemiyeta Miletan dayîna pereyên petrola Kerkûk û Mûsilê ji bo Tirkiyeyê ji sala1934’an dest pê kir û hatanî 1951’an dewam kir. Tirkiyeyê pereyên ku dê daîmî ji dahata petrolê bistîne, di nava çend salan de li ser hev standibû û dev ji heqê xwe yên li ser herêmê berdabû.

Kerem Serhedî - Lêkolînerê dîroka Kerkûkê

Li Lozanê li ser Mûsil û Kerkûkê hemû munaqeşe çêbûn. Herdu bi hev re hatin munaqeşekirin. Li ser ewqas israr kirin. Gotin bila dewleta kurdan çênebe, bila Mûsil jî here, bila Kerkûk jî here. Bes bila kurd nebin dewlet. 
Mihemed Emîn Sever - Lêkolînerê dîroka Kerkûkê
İngilîz, Brîtanya ji bo petrola Mûsil û Kerkûkê dixwestin pirsgirêka kurd weke xeter nîşan bidin û Tirkiyeyê bitirsînin. Bi vî awayî tirkan jî qanih bikin. Piştre tirk jî le hemberî pirsgirêka kurd petrola Mûsil û Kerkûkê radestê ingilîzan dikin. İngilîz jî dosyaya kurdan ji holê radikin û careke din behsa kurdan nakin. 


Mihemed Bayrak -Dîroknas

Piştî ku referandûm pêk hat, ji sedî 90'î zêdetir gel serxwebûnê xwest. Qenaeta xwe, daxwaza di aliyê serxwebûnê de nîşan da. Baş e çima bi hewldanên dijber ên van welatan çek hatin rawestandin û têkoşîn didome? Li vir pir diyar e ku dê ji îro û pê de dîplomasî û têkoşîna polîtîk derkeve pêş. Ez wiha dibînim û vê rewşê wiha dixwînim. Nexwe kurd tu caran teslîm nabin. Lewre kurd tu caran di jiyana xwe de teslîm nebûne û teslîmiyetê qebûl nekirine. 
Digel hemû nîqaşên li ser Kerkûkê, di 25’ê îlona 2017’an de li tevahiya Başûrê Kurdistanê giştpirsiya serxwebûnê hate kirin û ji sedî 93’ê dengê belê derket. Li Kerkûkê jî dengdan pêk hat û ji sedî 78 gelê Kerkûkê biryar da ku Kerkûk bê ser Herêma Kurdistanê.

NASNAMEYA BELGEFÎLMA KERKÛKÊ
Pêşkêşvan 
Maşallah Dekak 
Şêwirmend 
 Seîd Veroj
Hevpeyvîn 
Maşallah Dekak 
Tekst 
Seîd Veroj
Prodûser 
Maşallah Dekak 
Seîd Veroj
Kameraman 
Ayhan Bayrak
Selman Köneş 
Mustafa Yeşil 
Montaj
Ayhan Bayrak 
Dublaj
Hêja Bagdu
Amedakar
Ofîsa Amedê ya Rûdawê