Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Serokomarekî rehînegirtî

Ji aliyê Arif Qurbanî 1-10-2018
Arif Qurbanî
Arif Qurbanî

Dema ku ev gotar were belavkirin, tenê 24 demjimêr dem li pêşiya Kurdan dimîne, jibo ku bi ser wê şepirzeyiya xwe de zal bibin û berbijêrekî bo posta serokomariya Iraqê diyar bikin, lê belê ti amajeyeke hêvîbexş û dilxweşker nîne ku hêzên siyasî yên Kurdistanê di nava xwe de li hev bikin, daku dîmenê yekgirtîbûna Kurd nîşanî cîhanê bidin, berovajiyê vê yekê tê çaverêkriin, ku li ser rêya çûna ber bi koşka komarî ve, Kurd zêdetir ji hev cuda bibin.

 

Îro Kurdan ji hemû deman bêtir pêwîstî bi wê yekê heye ku pêgeha wan li Iraqê bihêz bibe, çimku bihêzbûna pêgeha Kurd ne tenê pêwîstiya vê qonaxa bizava rizgarîxwaza Kurd li Iraqê ye, lê belê derfeta rabûna Kurdan li parçeyên din ên Kurdistanê ye jî, ku niha topa wan jî ber bi lêjiyê ve diçe. Herwiha ew yek jî heqîqeteke îsbatkirî ye ku lawaziya zêdetir a Kurd li vî parçeyê Kurdistanê, avê dike nav aşê hêrandina bizava kurdayetiyê li parçeyên din ên Kurdistanê.

 

Rêya bihêzbûna Kurd di rewş û şert û mercên weke bûyerên sala bihorî de ku nîvê cografiya Kurdistanê kete destê Bexdayê, ev e ku Kurd bi hêz û giraniyeke zêdetir bera xwe bide Bexdayê, daku weke ku Kurd dibêjin, şer bibin meydana şer û ji vê derê ve milmilaniyê li gel vê lojîka şovenîstî û navendîtiyê were kirin, ku eger derfet jê re bihê dan, derfeta jiyanê ji Kurdan re li vî welatî nahêle. Yak u zemîneyê jibo bihêzbûna pêgeha Kurd li Bexdayê xweş dike, ew pişk in ku weke heqê netewî ji post û pileyên bilind ên Iraqê ber Kurdan dikevin.

 

Kurd dikarin wan post û pileyên bilind bikin amraza rabûnê û bo pêşerojeke dûrtir jî dikare garantiya bihêzmana Kurdan li Bexdayê be, lê belê mercê sereke bo bi başî bikarbirina wan ev e, ku bi pileya yekem Kurd pêkve bin û piştre kesên hêja û bawerpêkirî bêne diyarkirin. Ya ku niha girift û di hemna demê de metirsiya mezin e, ev e ku Kurd ne tenê yekgirtî û pêkve nînin, belku bi milmilaniyekî tund û bi ji hev cudabûnê diçin Bexdayê.

 

Sibê li gorî wan rêkarên destûrî yên ku bo diyarkirina posta serokomariyê tên cîbicîkirin, divê parlamentoya Iraqê hilbijartinê bo diyarkirina serokomar bike. Ev post jî weke orfeke cîbicîkirî li Iraqê, pişka Kurdan e, pêwîst bû ku hêzên Kurdî yên serkevtî di hilbijartinan de, li gorî heqê hilbijartinê û lihevkirina navbera xwe, kesek bo wergirtina wî postî kandîd bikirina, dku eger kesên din jî li derveyî rêkevtinên hêzên serkevtî yên hilbijartinan, bûne berbijêr, hêzên siyasî piştrast bin ji wê yekê ku ew bikarin serkevtinê ji wî berbijêrê re misoger bikin, ku lihevkirin li ser hatiye kirin, lê niha ti  garantiyek di destê Kurdan de nîne. Bi şeş kandîdan diçin nav proseyekê û hemû berbijêrên xwe jî dike rehîneyê ber destê hêz û fraksyonên mezin ên Erebî, çimku ew ji hev cudabûn û milmilaniya ku çêbûye, wiha dike ku ew post ji heqê netewî yê Kurd ve bihê guhertin û bibe xelat di destê aliyên erebî de ji bo wan berbijêrên ku ew li gorî nêrîna xwe bi baş dibînin.

 

Bi wateyeke din, ew ne Kurd in ku karakterekî destnîşan dike, belku aliyên erebî ne ku kurdekî diyar dikin bo posta serokomariyê. Ew jî dibe sedem ku baştirîn karakterê Kurd li gorî Kurdan nekare vî postî werbigire, belku ev post bibe nesîbê baştirîn Kurd li gor nêrîna ereba, ku eger her kesek be jî dê bibe rehîneyek li koşka komarî. Ev yek dê nerêniyeke mezintir jî hebe, ku bo pêşerojê ne tenê her ew karakterên siyasî ku xwasta wergirtina postan hene li Bexdayê, heta partiyên siaysî yên Kurdî jî dike weke partiyên girêdayî û dûvikê  fraksyonên mezin ên nav hêzên erebî, çimku rewatiyê dide wan ku biryarê li ser wê yekê bidin, ku kîjan partî û kîjan kesatiyê Kurd serbixin.

 

Nedibû bi ti awayî rê were dan, ku milmilanî bigihe vê astê ku di nava mala xwe de em nekaribin kêşeyên xwe çareser bikin û biryara xwe bidin destê hêzên siyasî yên Iraqê, ku tekez encamên wê yekê dê ewqas metirsîdar bin, ku beşdarînekirina Kurdan di proseya siyasî de ji wê şêwaza tijîkirina postan baştir dibe. Hêj nayê fêmkirin, ku pêgeha Kurd çiqas lawaz dibe û çar salên bihê heta çi qasî bi çaverkî nizim temaşeyê wan postên di destê Kurdan de tê kirin. Gera bihorî tenê ji ber wê yekê ku bi nejidilî û di rêkevtineke gumankirî ya navbera fraksyonên Kurdî de, me serokomar diyar kir, me dît ku aliyên erebî bi çi çavekê li wî temaşe dikirin.

 

Piştî vekişîna Amerîkayê, em hemû dibînin ku milmilaniyên Iraqê ber bi çi rewşekê ve çûne, sedema wê jî li cem hemûyan aşkere ye û ev e, ku pêkhateyek dixwaze hejmoniya xwe bi ser Iraqê de ferz bike, ew prensîpên ku Iraq li ser hatavakirin, ên weke tifaq û lihevkirin û hevbeşiya di rêvebirina elat de, ne tenê hatine jibîrkirin, lê belê li ser refikên dîrokê hatine danîn. Ya ku di destê pêkhateyên din ên weke Kurd û Sunnî de maye û divê di destê xwe de bihêlin, bikarbirina wan pişk û postan e ku weke heqê netewî û mezhebî gihîştiye wan, lê belê wiha dixuye ku ji o her yek ji Kurd û Sunniyan ev jî bûye rastiyeke tal, ku nakokiyên navxweyî wiha kirine ku bi lawazî bikevne ber piyên Şîe û Şîe jî weke piraniya parlamentoyê biryarê li ser çarenivîsa wan bide. Bêguman encama wê zelal e, ku aliyê Şîe jî bi çi mercekê û kîjan kesî pesend dike, ku zêdetir sazişê ji wan re bike.

 

Posta serokomariyê tevî ku kirine posteke rûkeş û desthilatên wê heta qasekê hatine kêmkirin, lê belê eger karaktrek ku dilsozê doza Kurdî be, ji bo wî postî were diyarkirin ku çavê wî li îmtiyaz û pere nebe, dikare di şert û merceke weke niha de roleke zêdetir hebe ji ya ku di destûrê de ji wî postî re hatiye diyarkirin, bi taybet ku tê çaverêkirin, kêşe û milmilaniyên Amerîka û Îranê kûrtir bibin, di encama wê yekê de jî hejmoniya Îranê lis er Iraqê kêmtir dibe û ew yek jî derfetê dide rastkirina wê nehevsengiya ku di rêvebirina Iraqê de çêbûye.

 

Lewma giring e ku Kurd xwe ji vî postî re yekalî bike, û weke werîsekê nexe nav parlamentoya Iraqê ku piraniya kursiyên wê di destê piraniya Ereb de ne. Di rewşeke wisa de, me pêwîstî bi serxwebûneke zêdetir heye, daku nûnerên kurd li Bexdayê di bin hejmoniya ti kesî de nebin û nûnerê rasteqîn ên doza Kurd bin li Bexdayê. Ew jî zelel e, ku eger em bxiwe nûnerên xwe diyar nekin û aliy beramber biryarê li ser bide, divê em dest ji wê bison ku li benda encamên baş bin, berovajî divê em li bemda metirsî û encamên wê yekê bin li nav Kurdistanê ku bi ti awayî dûr nîne, ku Bexda jî wan nakokî û milmilaniya weke derfet bibîne û posta serokomar û diyarkirina wê bi vê mekanîzmê bike derfet jibo kûrtirkirina kêşeyên herêmê û wê postê jî bixe xizmeta lawazkriina pêgeha Kurd li Iraqê.

608 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Amed MOL | 2018-11-05 9:43:49 PM
Em jî ji Xuda yê mihrîban u dilovan chareserî u îlacên xêrê ji her du birayên xwere dixwazin. Amed MOL
PAKê şîfaya xêrê ji tîma Rûdawê re xwest
| 5-11-2018 | (1)
aragorn | 2018-11-05 8:36:41 AM
li ser xêrê be !
Qonaxa duyem a cezayên Amerîkayê bo ser Îranê dest pê kir
| 5-11-2018 | (1)
Renas | 2018-10-29 7:25:46 PM
Ji bo Kurd, Kurdi û Kurdistan.
Neh partiyên Kurdî: Ji bo zimanê xwe em bi hev re ne
| 29-10-2018 | (1)
masro | 2018-10-29 4:17:05 PM
yek banot jî kes bi NEFTÈ nadet.... ji ber ku li ser derya de bila here û were dê d^san jî bûha jêrdestî ji seddan a 90 bibet....Iran buyek mirovek...
Îranê petrola xwe ya xav xiste borseya Tehranê
| 29-10-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.625 seconds