Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Em dikarin bi yekalî serxwebûnê rabigihînin?

Ji aliyê Rêbwar Kerîm Welî 3-10-2017
Rêbwar Kerîm Welî
Rêbwar Kerîm Welî

Karvedanên herêmî û navdewletî yên piştî giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê, dihatine çaverêkirin. Lê ne dihate çaverêkirin, ku Amerîka û rojava li hember van gefên herêmî yên ji bo tembîhkirina gelê Başûrê Kurdistanê bê deng bibin. Helwesta rêveberiya Amerîkayê ya li hember giştpirsî û encamên wê, destê welatên herêmî vala kiriye. Bê guman ne ew hinde ku bikarin êrîşên leşkerî bînin ser Kurdistanê. Îran, Tirkiye û welatê “bi nav” Iraq, beriya giştpirsiyê bi greva xwe ya mezin serneketin û niha jî li hêviya pêngava encamê ne, ku ew jî ragihandina serxwebûnê ye.

 

Rê û rêbazên ku van her sê welatan di vê hefteyê de ceribandine, zêdetir şerekî derûnî ye, ku ew jî ji bo îdarekirina wê tiştê ye, ku rûbirû bûne.Hêviya wan ew e, ku bi vî awayî bikarin wê germahî û yekgirtina navmala Kurdistanê têk bidin.

 

Lewma, encama dawî ya giştpirsiya Kurdistanê misoger e û nabe mijara bazariyê. Lewma, nabe ji ber wan proje û destpêşxeriyan were hilweşandin, ku di nav wan proje û destpêşxeriyan de tenê du xalên bingehîn hene; nedîtin an jî jêbirina îradeya gelê Kurdistanê û vegera ser destûra welatê “bi nav” Iraqê. Ji xwe beriya giştpirsiyê jî ev herdu bingeh hebûn!

 

Serkirdetiya Kurdistanê ragihandiye, ku dixwazin serxwebûna Kurdistanê bi riya diyalog û rêkeftinê be. Lê ev yek zehmet e û her sê alî, bi tevê Amerîkayê, bi demê dilîzin. Eger serkirdetiya Kurdistanê bikeve nava tûnela danûstandinanên beyhûde yên raboriyê û serxwebûnê nesepîne, ewa di destê Kurdistanê heyî jî dê jê bistînin.

 

Rast e, bingehên hiqûqa navdewletî mafê nade gel û neteweyan bi yekalî giştpirsî bikin û serxwebûnê ragihînin. Lê li ti deveran jî nayê gotin, ku cihêbûn qedexe ye û rê nayê dayîn. Dîwana Dadwerî ya Navdewletî di sala 2010ê de, di ragihandina serxwebûna yekalî ua Kosovo de ev yek selmand û di paşerojê de heman nêrîn ji bo Kurdistanê jî derbas dibe an jî Kurdistanê jî vegire.

 

Herwiha, yasayên navdewletî rê nadin van gef û guvaşên çîranan ên li hember ragihandina serxwebûna yekalî. (Eger bixwazin destwerdana leşkerî jî bikin ev ji bo Kurdistanê qazanc e, ne ku zirar. Çimkî wê demê dê bêdengî û bê alîbûna civaka navdewletî jî bdiawî bibe.) Gotina wan kesên ku dibêjin, li gorî rêkeftinên Enqere û Lozanê mafê Tirkiyê heye destdirêjiya Kurdistanê bike, pûç û bê bingeh in.

 

Ragihandina rewşa awarte

 

Yek ji xeletiya serkirdetiya siyasî ya Kurdistanê ew bû, ku di despêka êrîşên DAIŞê yên li ser Kurdistanê “rewşa awarte” ragihand. Kurdistan neçarê rewşekê bû, ku qeyrana siyasî peyda bû û bi riyeke ne yasayî û bi betalkirina parlamentoyê gihişte encamê. Wê demê bi nêrîna me dikariya di dirêjahiya hezar kîlometreyan de şerê DAIŞê were kirin lê di nav xwe de jî ne ba were û ne jî baran! Vê yekê ev nêrîn derxist, ku madem rewş ev hinde asayî ye, wate parlamento jî dikare fermandariya şerê li dijî DAIŞê biguhere û li cihê wî kesekî din bike serok û fermandarê şer!  

 

Niha Kurdistan ji bejahî û esmanan ve hatiye dorpêçkirin û roj bi roj jî gef tundtir dibin. Pêwîstiya Kurdistanê bi berpêşgeh an ku mercîekê nîştîmanî yê biryarder heye, ku herweke Bereya Kurdistanî ya serdema salên 1990î de civîna bike û tedbîrên pêwîst bistîne, bi lezgînî biryaran bide. Dibe navê wê Komîteya Bilind a Referandûmê (ku madem referandûm hatiye kirin) biguhere û bibe Komîteya Bilind a Serxwebûnê, di çarçoveya rewşa awarte de hinek biryarên bi prensîb û rêgez derbixe. Bi vî awayî yekrêziya nav mala kurd biparêze û bi lezgînî bersivê bide pêşhateyan.

 

Parlamentoya Kurdistanê dikare bi biryarekî, heta roja ragihandina serxwebûnê, vê komîteyê bike tekane nûnerê bawerpêkirî yê gelê Kurdistanê û biryarê li ser pêkhateya vê komîteyê bide. Vêca biryarên paşî yên derbarê hilbijartinên navxwe, beşdarbûn an beşdarnebûna hilbijartinên Bexdayê, danûstandin û diyarkirina hîmên danûstandinan tev de dikeve destê vê komîteyê.

 

Giringe biryarên vê komîteya bilind di hukma yasayî de bin, pêwendiyên siyasî, daxuyanî, gotin û daxuyaniyên siyasiyan, ewlekarî, parastina sînoran û gelek pirsên bi vê qonaxa veguhez diyar bike û hemû alî jî pabendê van biryaran bin. Berovajî, di vê rewşa lerzok a siyasî de, bi cureke din dê greva herêmî, li ser rewşa me ya navxwe vekirî be.  

 

Cenabê Sîstanî tu li ku derê bû?

 

Di çend salên derbasbûyî de, şîeyan hindî karî bingehên yekdestî ya mezhebî kolandin. Li cihekê jî eger ka rji bo wan neçûbe ser û pêk nehatibe, yan armanceke wan a taybetî hebe û bi riya hikûmet û parlamentoyê negihiştibine armanca xwe, hawara xwe birine cem mercîên olî da ku ev karên wan ên ne destûrî ji wan re bike şer’î..!

 

Dema bûdceya Kurdistanê ji aliyê Malîkî ve hate birîn, cenabê Sîstanî raza bû. Dema Dadgeha Federalî biryara Malîkî hilweşand (ku cenabê Sîstanî niha daxwaz dike serdana vê dadgehê bikin), Sîstanî dîsa raza bû. Lê dema Îranê ferman da Heşda Şeibî were avakirin, cenabê Sîstanê şiyar bû. Niha jî ku giştpirsiya Kurdistanê serkeftî ye û şîeyan li hember îradeya gelê Kurdistanê çoka xwe tewand, Sîstanî dîsa şiyar bûye.

 

Lê pirs ev e; ma nedibû di 3 salên derbasbûyî de cenabê wî gotineke bi xêr bike. Ma xêre nika kar li hev alandîbûye ew careke din şiyar bûye û diaxive?

 

Şîrove

 
Baran B | 4-10-2017
Detst xweş nivîsînek gelek rast u dirist.
oviedo | 5-10-2017
dast xosh kak Rebwar....
743 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2017-12-13 11:07:14 AM
Her bijî Osman!!Heger her Kurdek wek Osmên helwetên xwe wusa raste rast biparize,bê goman Perlemana Turkîyê dibe Banê Permemana Kurd û Turkan.
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-13 11:20:04 AM
Wey ez qurbana te bim birêz Baydemîr...Tu Çavê minî...Tu Dilê minî! 🤗🤗🤗 Ez gelek bi te serbilindim...Bi Hêvîya Xwedê wê temendirêj bî bo Kurd û...
Li parlamentoya Tirkiyê nîqaş li ser ‘Kurdistanê’ derket
| 13-12-2017 | (2)
mardinov | 2017-12-13 8:33:29 AM
çima qet bawerÎya min bi we naye? Dema KAka MEsûd got ji bilî çiya tu dost ji Kurda re nîne me peyam girt!
Amerîka: Emê ji bo cîbicîkirina destûrê piştgirî bidin Kurdan
| 13-12-2017 | (1)
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-12-11 9:42:53 PM
@rudaw, rudaw ji kerema xwe eger carek din we Rêportagek girt, Ser û Çavên Hevwelatîyan bi Software ve pinhan bikin û veşêrin! Ma kî dizane, belkî...
RÛDAW DERBASÎ KERKÛKÊ BÛ – Gel niha çi dixwaze?
| 11-12-2017 | (1)
Sofi | 2017-12-06 11:53:01 PM
Qaşo Ebadî li gora xwe siyasetê dikê û di xwazê gelên li Kurdistanê siza bikê û li gora wî serê xwenî wekê şebeşekî Cîhanê bi xapênê.
Hikûmeta Kurdistanê: Em nizanin Ebadî behsa kîjan lîsteyê dike
| 6-12-2017 | (1)
0.765 seconds