Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Kê cîhan hejand kê çerx gerand!

Ji aliyê Merwan Mistefa 3-10-2017
Merwan Mistefa (Bavê Zozanê)
Merwan Mistefa (Bavê Zozanê)

Me tevan referandum nemaze van her deh rojên dawî şopand. Hinekan bi tirs, hinekan bilez, hinekan bi xweşî û hinekan jî bi reşî. Medyaya cîhanî hemû, gav bi gav, xulek û saet, rojname, radyo, televizyon roj û şevê referandum kirin karê xwe yê yekemîn û sereke. Rast û derew, piçûk û mezin, ser û bin tevli hev dikirin.

 

Ev bahoz gur û bilind dibû bi kêmbûna rojan re wisa jî bi nêzîkbûna demê re, dema hatibû danîn û nîşankirî ji bo roja qiyametê di 25.09.2017an de. Gelek ji me wê şevê nerazan ji tirsa ku ev roja dîrokî bê lipaşxistin di bin gelek egeran de ji ber ku cîhan bi tevayî wek gurên birçî li ser herêmê kom bûbûn, lê bi saya serê serokê hêja Mesûd Barzanî û bi saya serê dîplomasiya wan a zîrek “hasil gihişte Mûsil” û wisa Kurdan û serok Barzanî dinya hemû hejandin, ew man li milekî û neteweyên cihanê hemû man li milê din.

 

Helbesta Şêrko Bêkes dihat bîra min: “Kurdek û kîsek tûtin û çend lib mewîj, tifing û latek, û bera cîhan bê cîhan tev.” Di 24ê vê mehê de ango roja berî referandumê, li bajarê Bochumê li Almanyayê wek semînareke vekirî Şepêla Pêşeroj a Kurdî li Sûriyê li darxist, babet bêguman li ser vê nûçeya herî girîng bû.

 

Pir babet hatin gengeşekirin lê ya sereke ew bû ku biryarên dîrokî hewceyî serokên dîrokî ne, nexwe çima ev li Kurdistana Bakur çênebû? Mane li wir jî çiya hene û li wir jî milet heye, dêmek raz di kesayetî û karêzma serok Mesûd Barzanî bi xwe de ye. Wisa jî serok ji nav miletê xwe derneket, nereviya, neçû Ewropa yan jî devereke din wek gelek serok û sekreterên partiyên me yê din!

 

Cîgirê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Patrick M. Shanahan wiha got: “Me xwest em pêkanîna referandumê bisekinînin, nehêlin çêbibe, lê em têkçûn, niha referandum çêbû, pêkhat, milet gotina xwe ya dawî got, vêce em razî bin yan jî na, projeyeke mezin li benda me ye ew jî ev e ku divê em fitîla şer rakin û vemirînin, wisa jî diyalogek berfireh ji me tê xwestin ku em ava bikin di navbera Bexda, Enqere, Tehran û Hewlêrê de.”


Dema jê pirsîn ma hûn ê encamên referandumê erê bikin? Keniya û got: “Gel gotina xwe got. Referandum bû rastiyeke eşkere û divê em wisa pê re bidin û bistînin, ka çi sûd heye eger em encaman erê nekin?” Rojnamevanê Erebistana Siûdî Cemal Xaşiqçî dibêje: “Egera redkirina wî ji referanduma ku li Herêma Kurdistanê çêdibe ew e ku niha li herêmê nîr û dem û karûbar tevlîhev in, nexwe ew ne li dijî mafê Kurda ye.”


Wek bersiva Dr. Xweşnav Silêman ku ewî berê li ser vê meselê jê pirsîbû, Dr. Kirîkor Kizi ji Partiya Çepê Alman wiha dibêje: “Ezwera Kurdan baş dinasim û têdigihêjim di avakirina dewleteke taybet bi wan, serbixwe, û dawî eva tiştek normal e, divê deh salên belê û sedsalên dupîvanê û mehrûmkirinê bên bi dawîkirin, lê yasaya navdewletî rê nade, nahêle bi vî awayî, awayê ku Kurdistanê pêk anî, serxwebûn çêbibe.”


Bi rastî Fransa, Ingilîz, Netewên Yekgirtî, hemû dibêjin em bi mafê Kurdan re ne, lê niho ne dema wê ye. A rast îro pêkanîna şerê terorê ye. Wisa jî Rûs dibêjin, em rêz û hurmetê ji mafê Kurdan re digirin lê em yekbûna xaka Iraqê jî li ber hesêb digirin. Ka me çi fam kir, tev dibêjin “mal mala te ye lê nêzîkî firaxan nebe!”


A rast xwendevanên delal wek kak Mesûd dibêje: “Gelek astengî wê bêne pêşiya me lê bi vîn û yekîtiya me, bi hêza miletê qehreman emê biserkevin. Helbet em jibîr nakin û dîsa em tekez dikin ku emê bi awayekî bihêz li ser şerê terorê berdewam bin. Bijî serxwebûna Kurdistanê, bijî mafê rewa ye Kurdistaniyan.

Şîrove

 
rastgo | 13-10-2017
Bila Xwedê jî zanibe, ev gotareke (wîtareke) bê nirxe.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin :
510 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| Duh vî demî 10:18 | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| Duh vî demî 10:39 | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| 22-10-2017 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| Duh vî demî 12:17 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.25 seconds