Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Îran bi ku ve?

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 4-1-2018
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Xwepêşandan bûn sedemê kelecanê. Lê pêşeroja wê?


Aboriya welatê qerase, yekpar bi petrolê ve girêdayî ye. Weke Tirkiyê, aboriya artêşperest e û ben di destê melayên şaşikmezin de ne. Serpêhatiya çeka atomî û ambargoya navneteweyî, bêhna Îranê çikand. Pişta pîşesaziyê qels, li erdê ye.


Melayên otokrat, civakê bi şerên herêmê dixapînin. Rola "Artêşa Quds" a Qasim Sileyman, ew e. Ya balkêş; çîroka "Şeytanê Mezin DYA" û "Şeytanê Biçûk Îsraîl", hê bi civakê didin xwarin.


Lê rûyê din ê serpêhatiyê, civakê baş diêşîne: Şer, hatiniya Îranê dixwe û bi navê "şehîd" term dizivirin malê.


Îran ji aliyê tevger û berteka girseyî ve, dewlemend e. Tevgera burjuvaziya rojavaparêz, ji ya Tirkiyê kevntir e (1905). Raperiya civakî ya serdema 1950an (Bûyera Mussadiq-1953) navdar e. Herçiqas bû sedemê otokrasiya olî jî, ya 1979ê jî.


Hovîtî û komkujiyên 1979-1980an ên Xumeynî, rûreşiya dîrokê wî welatî ye. Îran heya 2009ê rija kolanan. Ji wêkê xwepêşandanên îro, ne nişkegavî ye.

 

Girîngî û giraniya Îranê

 

Welatê herî mezin ê Rojhilata Navîn e. Û dîrok, çand û şaristaniya hezar salan...


Ji Pakistan û Efxanistanê heya Libnanê hawirdora şîe ava kir. Serdestiya kevneşop a sunnîyan, şikest.


Bi Rûsya û Tirkiyê re hevbendî girê da. Rola wê, da pêşiya ya Tirkiyê. Li herêmê serdestiya DYA/NATOyê şikest.


Li himber Îsraîlê bû qebûxwestina herî mezin.


Piştî sedsalan careke din li ser Erebên Kendavê bû gef. Neterpile, bi yeqînî wê bi Bexdayê re li himberî Kendavê hin tiştan bike.


Îran ji gellek netewan pêk te. Ku gellekên wan, ji otokrasiya melayan kerixîne.


Li ser girîngiya Îranê nîqaş nabe. Erdhejiyeke civakî û siyasî, wê bandor li hemû herêmê bike. Bûyêr ji sînorên Îranê dibore. Di xwepêşandanan de tiliya biyaniyan, mijareke razber e, lê ji îro pêve dê gellek bixwazin tevlî bibin.


Ma jixwe Tehranê ew tevlîbûn heq nekiriye? Wê her der tev da. Pirsgirêk anîn mala we. De bila bibine!

 

Berteka navdewletî

 

Bendewariya rayagiştî ya navneteweyî, mafên mirovan e û demokrasî ye.


Trump û Netanyahu lez kirin, keys dan destê melayan, him jî li himberî Tehranê rebeniya xwe dan der. Jixwe kî li Îranê serdest be, dê bi DYAya Trump û Îsraîla Netanyahu re di nav xirûcirê de be.


Dewletên Ewropayê bi fermî bertek nîşan nedan. Dudilî ne. Ji pelişandina peymana atomê ditirsin. Piştî peymanê, qasî 100 milyar dolaran bazara Îranê vebûbû. Şîrketên ewropayî, ew di nav xwe de parve kirin. Naxwazin wê winda bikin. Ew an demokrasî? Çi pirseke dijwar!


Di nav melayên Tehranê de dubendiyeke kûr heye. Ewropî, Ruhanî "reformîst" dibînin. Ji serdestiya yekcar "tundrew" ditirsin.


Rûsya bûyer weke "pirsa navxweyî" bi nav kir. Xelet e û xetere ye. Demokrasî û mafên mirovan, ne pirsgirêkên navxweyî ne lê gerdûnî ne.


Rola neyînî ya Putin, li vir xwe dide dest. Ew, civakan dispêrê wijdana otokratan. Putin, Tehran û Enqerê ne ji emperyalîzma DYAyê, lê ji tevgera xîzanan û demokrasiyê diparêzê. Ka bila tevgerên demokratîk zora otokratan bibin, dibe Putin bi leşkeran here hawarê destbirayan.

 

Tirsa Enqerê

 

Enqerê helwesta Moskovayê parve kir. Ditirse. Baş zane ku ew di rêzê de ye.


Tehran û Enqerê, Rojhilata Navîn tevlîhev kirin, Nîjad- û artêşperestî kirin al. Welat kirin girtîgeh. Kujerên demokrasiyê.


Wekî şerê Iraq û Sûrîyê qediyane, ma êdî ne dora wan e? Bi biçûkan leyistin. Dor hat mezinan. Tirsa mezin: Tehran biheje, planên Iraq û Sûrîyê dirûxin.


Tirkiye ji Îranê zêdetir dûcanê xwepêşandanan e. Sedemê derengiyê, ne tenê otokrasî ye, lê CHP ye jî. Ji evîndariya dewletê, ew rêya civakê digre.

 

Otokrasiya Tehranê, dijminê kurdan e

 

Tişta hatî serê Başûr, berhema Tehranê ye. Ji ber PKKê, navê Enqerê derdikeve pêş, lê li Başûr bandora Tehranê gellek mezintir e.


Tirkiye li ser Rojavayê gef e. Lê li Sûrîyê astengkerê çareseriya pirsa kurd, bêhtirî Tehran e. Nexwe, mafê kurdan ji bo Moskovayê ne xem e û hingê Enqerê nikarî tiştekî bike.


Serêşî û qelsbûna otokrasiya Tehranê, di berjewendiya kurdan de ye. Li himberî dekbazên olî berteka kurdan, mafekî rewa ya.


Berî vê nivîsê min hewl da, ji çapemeniyê ji partiyên Rojhilatê fêrî rewşê bibim, mixabin beredayî. Ew ne serwextê rewşê bin, wê çawa bikaribin wê biguherînin?


Baş e ku Kurdistana Rojhilatê, civaka raperiyê ye, li benda partiyan namîne, gava roja wê tê, serî radike. Ez di wê baweriyê de me, vêga ew hest geş bûne.


Hêviya min: Bila melayên Tehranê ji belayê nefilitin! Ew, belaya ji atomê girantir heq dikin.

Şîrove

 
Rastbêj | 5-1-2018
Kaka, min teqez nizanim, aya Yezdanê Gewre heye an na. Lê et wanim bibêjim, bila dengê to here Xwedê. Destên êwe zor xwesh.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin :
336 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

DE | 2018-01-01 5:45:57 PM
HER BIJE TRUMP: RASTIYAN DIBE NE MINA RUSAN:
salen | 2018-01-05 2:32:53 PM
Her biji birez serok Trump . Kurdno Amerika u Israil hevalen me kurdan in , ereb tirk u faris dijminin.
Trump: Niha li Îranê dema guhertinê ye!
| 1-1-2018 | (2)
Salen | 2018-01-05 2:29:24 PM
Erdoxan şewitî , Erdoxan perpiti. HILERÊ TIRRRKAN
Erdogan: Têgihiştina Amerîkayê ev be, cîhan şewitî ye
| 5-1-2018 | (1)
umut can | 2018-01-05 11:40:05 AM
Vegerin rojava û li gel ypj cîh bigirin...
400 jinên Kurd bê çare mane: Hevjînên wan çûn û ew man
| 5-1-2018 | (1)
Rastbêj | 2018-01-04 10:08:53 PM
Kaka, min teqez nizanim, aya Yezdanê Gewre heye an na. Lê et wanim bibêjim, bila dengê to here Xwedê. Destên êwe zor xwesh.
Îran bi ku ve?
| 4-1-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

0.141 seconds