Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Înada Bexdayê û gefên Enqerê

Ji aliyê RÛDAW 5-10-2017
Ako Mihemed
Ako Mihemed

Gazindeya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di cihê xwe de nîne, înada hikûmeta Bexdayê bo destneberdan ji binpêkariyan û zulmkirinê cihê gazindeyê ye, ne ku înada Barzanî ya ji bo bi dawî anîna bi wê takrewiya tayifî.

 

Înada Bexdayê ya ji bo guhnegirtina ji hemû daxwazên serkirdatiya Herêma Kurdistanê û nerazîbûna berdewam a gelê Kurdistanê û herwiha serkirdeyên rasteqîn ên erebên Sunnî û nerazîbûnên xelkê Sunnî li hember binpêkirina Destûr û cîbicînekirina hemû wan rêkevtinên ku ji aliyê Hevpeymaniya Niştimanî ya Şîe ve li gel Kurd û Sunnî, berî pêkanîna hemû kabîneyên hikûmetê, bûne sedem ku Iraq bi şêweyeke tekmezhebî û tayifegerî û zalimane were birêvebirin. Di encamê de Iraq bûye cihê çêbûna metirsîdartirîn rêkxistinên cîhanê, û yek ji gendeltirîn welatên cîhanê ku li gorî daxuyaniya Cîgirê Serokwezîr (ê Iraqê) di serdema Malikî de Beha Eirecî, qebareya gendeliyê li Iraqê 1000 milyard dolar e.

 

Serokomarê Tirkiyê bi xwe û hikûmeta Tirkiyê, wan bi xwe çendîn caran bi tundî rexne li wê takrewiya Şîe girtine di Iraqê de, ku daxuyaniyên wan ewqas zêde ne ku pêwîstî bi bîranîna wan nîne. Di hember de jî Tirkiyê hevkariya wan aliyên Sunnî dikir, daku di hilbijartinan de bibin yek û cih bo wan siyasetvanên iraqî jî xweş dikir ku ji ber hewlên dûrxistinê yên desthilata tayifî ya Iraqê direviyan. Herwiha alîkariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî dikir ji aliyê aborî ve.

 

Wê pêwendiyê pêgeheke gelek mezin bo Erdogan û Tirkiyê çêkiribû di cîhana Sunnî de, ne tenê di nava sunniyên Iraqê de, belku di nava hemû sunniyan de. Herwiha dîmenê Tirkiyê jî li cem hemû kurdan guherî, xelkê Herêma Kurdistanê li cihê Iraqê bera wan li Tirkiyê bû. Kurdistan bû ew cihê ku hemû xelkê wê bo geşt û çareseriyê bera xwe didan wê (Tirkiyê), herwiha karkirina li gel kompaniyên tirkî ji aliyê xelkê Kurdistanê ve roj bi roj berfirehtir dibû. Pêwendiyên Tirkiyê li gel Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, dengê dengderên Kurd ên li Tirkiyê bo Partiya Dad û Geşepêdanê bi awayekê berdewam zêdetir kir.

 

Di hilbijartinên dawî yên parlamentoyê de jî berovajiyê bendewariya kûdetageran, Kurd dijatiyeke mezin li hember wê kûdetayê nîşan dan. Heta li parçeyên din ên Kurdistanê jî bi çavekî din temaşeyê Tirkiyê dihat kirin. Gotinên çend serkirdeyên pêşmergeyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê gelek caran dubare dibû, ku digotin; eger ewa ku li Tirkiyê heye li Îranê hebûya, em dê bo xebata medenî û demokrasî biçûna Îranê.

 

Pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê, herdem cihê nerazîbûna Îranê û Hikûmeta Iraqê bûne. Îranê çendîn caran bi aşkere gotiye, me di demên bihorî de alîkariya kurdên Herêma Kurdistanê kiriye, lê belê ew zêdetir li gel Tirkiyê bazirganiyê dikin. Herwiha gotûbêjên berdewam ên Îranê û Iraqê li ser rakişandina boriya petrola Kerkûk-Îran di çarçoveya wan nerazîbûnên Îranê yên li hember pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê de bûye.

 

Erdogan û Partiya Dad û Geşepêdanê, eger berdewam bin li ser gefkirinê û nehîştina pêwendiyan li gel Herêma Kurdistanê û hevkarîkirina Îran û desthilatdariya Şîe li Iraqê, deng û sozê Kurdan li her cihekê û pêgeha xwe di nav cîhana Sunnî de ji dest didin.

 

Têgihîştina Tirkiyê guherî ye, lê belê rewşa Iraqê herweke xwe ye û tiştek neguheriye. Ne binpêkirina Destûra Iraqê bi dawî hatiye, ne tepeserkirina sunniyan kêmtir bûye, ne jî rêkevtinên li gel Kurd hatine cîbicîkirin. Ciyawaziya navbera Nûrî Malikî û Heyder Ebadî di hizirkirin û reftarê de nîne, tenê di ton û şêwaza derbirînê de ye.

 

Ji bilî belgeyên serkirde û siyasetvanên Kurdistanê, beyannameya dawî ya Muftiyê Karûbarên Sunniyan (ê Iraqê) mezintirîn belge ye li ser berdewamiya siyaseta serdema Malikî, û niha jî Malikî mezintirîn û bihêztirîn kesê Şîe yê desthilatdarê Iraqê ye.

 

Ew şêwaza desthilata tayifî ku li Iraqê çêbûye, bi şêweyekê reh girtiye ku bi guhertina Serokwezîr naguhere. Lê belê dibe ku ew hejandina ku referanduma Kurdistanê li Iraqê çêkiriye, baştirîn zemîne be ji bo gotûbêjkirineke navdewletî û herêmî û iraqî li ser vegerandina Iraqê bo bingeha lihevkirinê û hevbeşiya rasteqîn bi şêweyekê ku bi dilê hemû pêkhateyên sereke yên Iraqê be.

 

Siyaseta Tirkiyê ku niha pêdagiriyê dike li ser rexnegirtina ji Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, behskirina rola Îsraîlê li Kurdistanê, anîna pêş a nakokiyên siyasî yên partiyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, ti sûdeke wê nîne. Niha Barzanî û gelê Kurdistanê ji her demê zêdetir nêzîkî hev in. Ti pîremêrekî dengder ê Kurd jî li Tirkiyê bi behskirina meseleya piştevanîkirina bo Herêma Kurdistanê nayê xapandin. Tirkiyê weke yekemîn dewleta îslamî, ji sala 1949an ve dewleta îsraîlê bi fermî nas kiriye, lê belê aleke Îsraîlê ji aliyê çend kesên Kurd ve weke hincet bo êrişkirina ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê wer bikaranîn, hinceteke bênaverok e. Nakokiyên navxweyî yên partiyên Tirkiyê jî ewqas zêde ne ku li gel yên Herêma Kurdistanê nayên raberîhevkirin.

 

Nasnameya Kerkûkê û rewşa Kerkûkê herdem bi şaşî ve li Tirkiyê hatiye dîtin. Her ji ber wê jî bû ku nêrîna Tirkiyê ya derbarê teqîna meseleya Kerkûkê di dema birêveçûna referanduma Kurdistanê de rast derneket, heta wê rojê Kerkûk her gelek aram û dilxweş bû.

 

Niha dema wê ye ku Tirkiye rijdiya xwe neke înadî li ser pêwîstiya hilweşandina encamên referanduma Kurdistanê, çimku eger bi vî awayî nebe, gotinên Serokomar û Serokwezîr û berpirsên Tirkiyê li ser wê yekê ku Kurd birayên me ne û em rêzê li wan digirin, wateya xwe li cem kurdan ji dest didin.

 

(Ramanên nivîskar ayidî nivîskar in, Tora Medyayî ya Rûdawê ji ramanên nivîskar ne berpirsyar e.)

Şîrove

 
lolozano | 5-10-2017
Em Kurd,emê çawa ferq û cuda yên Turkîya Sinne û Îrana Şîee, de, hene têbigehin ku çine?Raste,wek carên berê li ser Snîorên xwe,ku biparizin tên ba hev Sînorên Hevpeymanên Rojavayî piştî şikestina Selteneta Paşayên Osmanîya,kişandine,ne li ser wa Cigrafîyê Turkîyê û Îran bi hevre mixtelîfin.Turkîyê vê carê li ser îtîfaqek ku nûh di navberên wan hebe ku li şûna îtîfaqên berê bigre Erdogan çûye Tehranû.Piştî derfet û hişyarî ketin destên Xudanên Rêbaza Barzanîya Turkîyê û Îran,neçar bûn ku xîlafên xwe yên mezhebî tecîl bikin û têkelyên xwe tevî Planên xwe yên Îstîxbaratîyê,bihevre bi hêz bikin. Da ku bi van Planan,Armanc û Rêbazên Rêkxistinên Kurdistanê yên li bawerîya vê Rêbazêne,ji hev dûr bikin da ku Kurdustan nebe Welatê Partîyên Kurdistanê.Destdirêj kirina ser Partîyên Kurdan ji Çar rexan ve,bi dostane raste bi rengê kevin û qedîme,lê ku ji bo ku Kurdistan nebe Welatê mezin yê hemî Kurdan,armanca wan ku partîyên Kurdan bibin çend hêz û hêrişî Rêbaza Barzanîya bikin û bi çend car ûcîya hatî kirin.Hîngê rewşa Jîyanê û sîyasetê li Kurdistanê şeperze dibet û Dosten Kurdan li Cîhanê,li rewşa Kurdistanê xemsar dibin.Xîneta ku Kurd li Welat û li neteweya xwe bikin,ji berê gelek hêsantir bûye.Merema min ji vê gotinê ewe ku Turkyê û Îranê,ji bo ku rewşa Kurd,çêtir ne,alîkarîyê bi hevre dikin,nek ku rewşê,têk bidin ji ber ku nikarin hêzên Kurdan bi hêsanî,têk bidin.Da ku Kurd kari bin Welat û Neteweya xwe baş biparizin,neçarin ku li dora Serokê Mesûd Barzanî kom bikin da ku hevbendî û piştemanîya Cîhana mezin ji dest xwe nedin.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

MAJEED | 2017-10-23 10:38:57 AM
Bre kafirler
Wezîrê Derve yê Amerîkayê: Mafên kurdan nedane
| 13 demjimêr berê | (1)
mardinov | 2017-10-23 8:29:49 AM
bi çi wijdan, bi çi ahlaq, bi çi rumetî? Gelo li tevahîya dinyê xiyanetek bi vî rengî heye?
Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-23 10:15:49 AM
Bi Xwedê te Sêdarê ji bidin her kême Bavilê Xaîn...piştî van hemû şehîdbûna Pêşmerge û Kurdên Sivîl çewa tû dibêjî Rêkeftin bi rûmet bî hey Xwêrî!...
Pavel Talebanî: Rêkeftineke birûmet bû
| 13 demjimêr berê | (2)
cd | 2017-10-22 9:10:40 AM
vanan listekin xwe mexapinin ,hesdi seibi u erdogan bi hevra va pilana li tehrane cekirin.hesdi seibi digot xuna kurdan herame birijine,ka ? ,bi...
kürd | 2017-10-23 8:23:52 AM
hasaooooooo playzi her kürde bı namus u bı şeref daykete nasbıke küre kahpe beji iraniye Humeyni nağleti hatıbı malave dı harba 81 de beji ...
Heşda Şeibî gef li Erdogan xwar: Emê derbeya mirinê li te bidin
| Duh vî demî 11:57 | (2)
Adalet | 2017-10-23 5:18:03 AM
Waaaaaaaa, we cirand bavo. 600 CE???? Dewleta Irakê und Hedda Sabi kesi nakûje. EV agahdari derewin!!!!!!
Zêbarî: Heşda Şeibî 600 Kurd li Kerkûkê û Xurmatoyê kuştine
| 23 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
2.797 seconds