Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Ka li vê nîjadperestiyê binêrin!

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 5-7-2018
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Zanyarê navdar ê "Zanista Ereb û Îslamê" Fuat Sezgîn (94), çû ser dilovaniya xwe. Li ser xebata wî, ez tiştekî nanivîsîm. Li ser miriyan nivîsandin jî, ji min dûr e. Lê yên, nîjada mirî dikujin û mirî dikin babeta bazirganiya nîjadperest, şermezarkirinê heq dikin.

 

Sezgîn ji aliyê diya xwe ve, Bidlîsî ye. Ji binemalî digihê gundê Kurmaza Şîrwanê, ku kelheya gund jî ji rûxandina artêşa tirk nefilitîbû. Sezgîn, Kurd e, ji herêmeke hişmendî û çanda kurd geş hatibû. Xizmên wî dibêjin, "Wî ne nasnameya nîjadî, ya îslamî pejirandibû".

 

Hûnê bêjin, bi navê enternasyonalîzma îslamî an ya sosyalîstî, ti sedemê mafdar a ji-nasnameya-kurd-revînê tineye. Ji ber ku yên wisa dikin, ji netewebûnê zêdetir, ji berpirsiyariya mirovahî direvin. Ez têgeha "Zanyariya olî" jî, ji zanayên mijarê re dihêlim.

 

Fuat Sezgîn birayê Refet Sezgîn e. Refet Sezgîn, ji Partiya Tirkiyeya Nû ya ku navê wê bi Yusuf Azîzoglu ve bûye yek, bûbû parlamenter (1961-1962), dûvre tevlî refa Suleyman Demîrel bûbû û bûbû wezîr (1967-1969).

 

Malbat û Kurdîtî? Di dest de tiştek tineye. Malberên nasnameya kurd a Fuat Sezgîn didin pêş jî, ser wê têkiliyê tiştekî nanivîsîn. Dibe tiştekî ew binivîsin tineye.

 

Mebesta min ne pesndana aliyê kurdperwerî û şermezarkirina aliyê din e. Lê ka lê binêrin, serdestê tirk çawa bedkarî li Kurd dike. Heke kesê mijar nêzî olê be, kevneperest lê xwedî derdikevin; di berevajiya wê de Kemalîst. Lê di herdu rewşan da jî divê bêhna kurdperweriyê jê newe, nexwe herdu alî bi hev re êrişî dikin.

 

Mijarê ez birim Einsteinê lûtkeya fîzîka atomê. Wî, 6ê Nîsana 1922yê li Sorbonê li Komela Felsefeya Frensî ev gotinên nuktedar digotin: "Teoriya min a îzafiyetê bi ser bikeve; wê Almanya bêje ew Alman e, wê Frensa bêje ew welatiyê dinyayê ye. Lê heke teoriya min xelet derkeve; wê Frensa bêje ew Alman e, wê Almanya bêje ew Cihû ye."

 

Gellek Kurd ji bo xatirê kariyerê, ji nasnameya xwe direvin. Lê yek jî bi dilxweşî neçûye mirinê. Tirbên bîrdariyê? Di sergoyê Nevala Qesaban de bênav veşartin, hezar caran ji gorên zêrînî yên dijminên mirovahiyê çêtir e. Ji nasnameya nijadî revîn, nexweşiyeke giran e. Şermkirin? Kî zane! Lê ev diyar e: Ji tişta nîjadperestên tirk dikin xerabtir, tiştek tineye. Şerm bikin!

 

Efrîna Mustafa Kemal

 

Çapemeniya tirk, li Efrîna bi ser xwedîgiravî "baregeha" M. Kemal ve çûye. Em bêjin rast e. Di serdema dagirkeriyê de, li Sûdanê baregeha fermandarê îngilîz, li Vîetnamê baregeha fermandarê Frensayê çibûn, li Efrînê ya M. Kemal jî ew bû.

 

Gava leşkerên Birîtanyayê û Awustralyayê zora Osmaniyan dibirin, Efrîn li ser rêya reva paşayên tirk bû. "Stargeha paşayên dixwazin bibin nokerên îngilîzan", çêtir lê tê. Wekî mijar M. Kemal û Efrîn e, ma ne ciyê vê bibîranînê ye?

 

Nurî Dersîmî gellek endamên malbata xwe di zilma artêşa kemalîst de winda kirin. Li derveyî Tirkiyê jî dêv jê bernedan. Gora Dêrsimî, li Efrînê ye. Divê ev êş, ev hêjahî derkeve pêş, ne ew kujer. Divê zilm û rûxandina îro fermandarên tirk bi nokerên xwe yên DAIŞî û El Nusrayî re li Efrînê dikin, bibe rojev. Şerm bikin!

 

 "Kincê sembola PKKê"



 

Ev gotinên rojnameyeke tirk in. Li Antalyayê polîs giliyê kemikeke bi rengên "kesk, sor û zer" standiye. Ketiye rewşa awarte, bi operasyoneke mezin kemika sêrengî bi dest xistiye. Polîs kemikê diperçiqîne û dişewîtîne. Çi karekî pîroz! Şerm bikin!

 

Çima gava Kurd mijar bin, al "dibe" kinc; lê gava Tirk mijar bin, ew "nabe" kinc? Ma al hemû ne kinc in?

 

Al rûmet e? Na. Al, semboleke siyasî ye. Desthilat xisleta û pratîka xwe didin alê. Li seranserê dinyayê bi dehan alên sembola hovîtiyê hene.

 

Lê rengên bi çandê ve bûne yek, rengên sembola çandê hene, weke ji bo Kurdan rengên kesk, sor û zer. Ew xwe didin cil û bergan, stran, helbest û jiyanê. Ew, rewa ne. Ew qedrgirtinê heq dikin, ji ber ku çand berhemên hevpar ên mirovahiyê ne.

 

Ji aliyê din ve ev eşkere ye; rengên netewî yên kurdan, ne sembola destdirêjahî, rûxandin, koçberî û pişaftinê ne. Heke ew wisa bûna, minê ew bi aktorên wê re şermezar bikrana. Lê ala tirk?

 

Ala tirk, sembola komkujiya kurdan e. Li wêneyên du-sê salên dawî yên bajarên kurdan binêrin, li ser kavilan alên tirk çikandine. Ala tirk, sembola zilma girtîgehan e, sembola destdirêjahiyê ye.

 

Em bêjin Kurd ji hîletê ketine, nikarin deng derênin, lê hûn Tirk? We xwendiye, hûn oldar in, we dinya dîtiye, hûn çawa dikarin ala sembola tecawiz, rûxandin, kuştin, pişaftin û nîjadkujiyê bikin mijara rûmetê? Heke hûn ji ya xwe newin xwarê, hingê di mijara rûmetê de pirsgirêka we heye. Ev nexweşî ye, sererastkirinê pêwîst dike. Nexwe dibe sibê hûn bi civakî êrîşî kesk, sor û zer bikin. Ew jî dînîtî ye.



Şîrove

 
Nusrettin | 6-7-2018
Wazi deh (10) nivisker vek de hepan huda amrede 150 sali binifsene
B,ay | 7-7-2018
Destxwes braye heja, Nwiskariya we deme pir hejaye ,KARAKTEREK pir zexm duxwaze, ew ji bi tere heye ü we heya ebediye ji hebe .Spass ji bo wan gotinen heja,
Azad | 9-7-2018
Gelek sıpas keko.
Nîşankirin :
919 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.375 seconds