Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Kîjan nexêrxwaztir e?

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 5-10-2017
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Dewleta tirk bi nîjadî neyartiya kurdan dike, Îran jî bi polîtîkî û bi olî. Pîvan komkujî bin, mirov nikare heqê dewleta tirk bixwe, di hovîtiyê de ti kes nagihê. Pîvan konetî û bêbextîtî be, melayên Îranê serî nadin ti kesî.

 

Cudahiyeke girîng; Îran, yên din ji bo xwe dide şerkirin. Heya Şîîyên Îraqê hebin, ew xwe nade pêş. Tirkiye ji wê derfetê bêpar e. Mîlîtanên faşîst? De here ji wir! Li Başûr leşkerên tirk? Têrê nake. Va sedemê leza dewleta tirk.

 

Li ser sînoran tevgera artêşa tirk balkêş e. Li ser kamyonan karwanên debabeyan, diçin û tên...

 

Bi gef û tirsê dixwazin bandora referandûmê bişikînin, weke ku ew qet nebibe. Mercê Abadî yê "tineqebûlkirina referandûmê", ji wir tê. Ew reben di pêşbirkê de hespê wî qop e.

 

Keys ev keys, Tehran û Enqerê dixwazin statuya Başûr kontrol bikin. Dibe bi rastî ew li hev hatibin. Lê giraniya wan, ne yek e. Îraq ji zû ve êdî Îran e. Ka ciyê Enqerê? Tişta li Sûrîyê hatî serê wê, li Îraqê jî xwe dubare neke?

 

Ku bikaribin

 

Em ji Sûrîyê zanin. Rûsya destûr nede, Tirkiye nikare yek gavê bavêje. Balkêşî, Putîn tam di roja xwe de çû Enqerê, him jî bi sererkanê artêşê, wezîrê karûbarên derve û yê berevaniyê re. Ma serdana bazirganiyê wisa dibe?

 

Rûsya li herêmê xwedî bernameyê xwe ye û di paceya nakokiyên bi DYAyê re, li bûyeran dinêre. Hima piştî, çûna Erdogan a Tehranê nîşan dide, ka çi dipijin. Dibe Putîn cudahiyên xwe jî dane bîra Erdogan. Hêvidar im ji me herduyan aliyekî nagire, ji ber ku dîrok ne ji bo me diaxive.

 

Di helwesta DYAyê de qelsî xwe dide der. Jê we ye bi yekîtiya Îraqê, Bexdayê ji Tehranê dûr dixe. Çîroka zarokan! Îraqa dudewletî, ma ne çêtir e? Laşgiraniya DYAyê, ji lîstikên dijber re rê vedike.

 

Giraniya Ewropayê, ne di ya DYA û Rûsyayê de ye. Û di ser de jî bazara Tirkiye û Îranê. Lê ku pîvan parastina demokrasî û mafên mirovan be, ma Kurd ji Tirkiye û Îranê ne li pêştir in?

 

Hin rastî

 

Referandûm ne bûyereke pêşdemî bû. Ne xelet e. Di dema xwe de bû. Gaveke şoreşgerî ye. Di gavên dîrokî de kêmasî tiştekî asayî ye. Ya pêwîst, gava pêşî ye.

 

Referandûm ne berhema nakokiyên navxweyî ye. Dijmin û hesûd wisa nîşan didin. Dorpêçkirin û tengasî? Ma hûn wan ji Kurdan re dibêjin? Serxwebûn hêjahî her berdêlê ye.

 

Erk

 

Referandûmê derfeta yekîtiyê da me. Wekî me gaveke wisa avêt, divê em heya dawiyê herin. Têkiliyên nû, xwe nûkirin, nêrîneke nû, rêxistinên nû, pêwîst in. Divê ti kes nikaribe bi encama referandûmê bileyize. Divê pêşmerca her tiştî, ew encam/serxwebûn be.

 

Demografiya civakî û siyasî ya Başûr, diyar e. Zehmetî gellek in. Lê dikarin civak û dewleteke hemdem ava bikin. Jixwe Başûr ketiye wê re, êdî ew civakeke bajarî ye. Hişmendî, siyaset û dezgehên demborî, li meşa nû nayên. Divê înîsiyatîfa civak û dezgehên sivîl hebe. Divê ji Xaneqîn heya Zaxoyê heman zagon û hişmendî serdest be.

 

Ji parlemen û artêşê heya dadmendî û aboriyê, ji zexmkirina dezgehên navendî pêve ti rê tineye. Divê êdî partî nikaribin xwe bixin ciyê parlemen û desthilatê.

 

Bi hêza hişmendî û zagona hevpar, divê welatparêziya hevpar hebe. Partî sûcan dikin, ti kes nikarê wan bikşîne berpirsiyariyê. Talûkeya mezin. Tehran û Enqere, bi vê dubendiya me, dikarin bi me bileyizin. Hê jî hêviya wan ew e. Va fermana referandûmê: Êdî bes e!

 

Di serdema referandûmê de Qasim Sileyman li Kerkûk û Silêmaniyê civîn çêdikirin. Ew sînorên xwe li ber me digrin, ev yê xwe ji wan re vedikin. Em dikarin, bi qirika xulamên kurd bigrin? Pirsa bingehîn ev e. Herkes bi ya xwe dimîne.

 

Li Başûr hebûna leşkerên tirk jî, wisa ye. Çima ew nayê rojevê? Serxwebûn, qasî ji Bexdayê veqetîn, ji qirêjiya Îran û Tirkiyê paqijkirina Kurdistanê ye jî.

 

Rayedarên Tirkiyê, heqaret li Kurdan dikin. Erê em xwe nakin weke wan bêrûmetan, lê divê bersiveke me hebe, divê em wê qet ji bîr nekin.

 

Me bi dorpeçkirina aboriyî ditirsînin. Dikin jî. Ma ev tiştekî nayne bîra me? Em gêj bûbûn, em fekî, mast û nan jî ji derve dikirin, tevî hewqas zevî, avî, neval, av û rubar, çêre û zozanan jî. Hişê me hate sere me?

 

Erê pirs, ya Başûr e. Lê nav li ser e; ew, Kurdistan e. Ew başûr e, bakur e, rojhilat e, rojava ye. Nêrîn ew be, serkeftin hêja ye. Tirkiye û Îran dixwazin wê nêrînê ji Başûr, Başûr jî ji Kurdistanê bidizin. Hişyarî!

Şîrove

 
rastgo | 5-10-2017
Kekê hêja birêz Celik, ev gotar wek hemû gotarên din yên cenabê we bi bîryarî û sharezayî hatiye nivîsin, lê tozek (bichek) xemginî (dilsarî) jî tê de heye. Di dem û katî hestiyar de ji hemû Kurdên bi xîret ked û chalakî tên xeztin. Tenê ev yek nîshana kurdperwerî ye. Heger Kurdên bakur erkên xwe yên netewperweriyê bîne cîh Kurdên bashur wê vê ezmûna zor û zehmet bi serkeftî derbas bikin. Bijî daw û doza gel û miletê bindest.
lolizano | 5-10-2017
Neyarên Miletekî an çend mileta bin,qet nabin xêrxwz.Ema ku Turkîyê ji bo Serxwebûna Herêma Kurdistanê,xwe bavêje neyarê xwe yê Tarîxî,xwe bike dostê Îranê,eve ne behanek sirûştîye.Ema ku mîna berê bi Ordî û Artêşan,ji Erd û Esmên hêrişî Herêma Kurdistanê bikin ne mimkîne,bi tenê bi fesadîya û Rêya û Derîyên Sînora bigrin,ewjî ne bê sebebin.Ji ber ku Hêz û hebûna Amrîka li Kurdistanê heye,îdî nikarin Kurdistanê bişewitînin.Heta Îraq nikare Hêza xwe a leşkerî li dijî Pêşmergeh bikar bîne.Heger îraq bi alîkarîya Turkîyê û Îranê hêrişî Kurdistanê biket,îdî behsa serxwebûna Kurdistanê tê kirin û daxweza Herêmê li Cîhanê hêsan û yasayî tê qebûl kirin.Ji ber ku Doza Kurd li van Çar Welatan di rewşek zor û sitem lê kirinê de ye, helwestên bi heq bi dest Kurdan hene ku li dijî wan dijwarîyên pir zehmet hawarê ji Cîhanê,bixwezin.Ji ber van sebeba Amrlka û Dewletên Rojavayî,heta bi Rusa,behsa Gotûbêja dikin.Rêveberîya Herêma Kurdistanê,ji Gotûbêja natirse.Ji ber ku netîca Gotûbêja ewe ku ((Konfîdralîye))Herêm bi hewceyî,Rêyên Erd û Esmênin û her wisa bi hewceyî Derî û Têkelîyên Bazarganîyên ye.Tevî wa rewşa alode û rastîya ha mezin Ava kirina Dewleta Kurdistanê,çareserîya Doza Kurd dibet cihê ku neteweya Kurd bi yekser,nasnameya xwe ya netewehî û demokratî ava biket bê ku Dewletin din hikum lê bikin.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
709 hatiye dîtin
Babetên zêdetir Selahedîn Çelîk
Bav û kurên wan Derdê Enqerê Tûrnûsol Referandûm dihejîne

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Seid Ferhad Seid Mistefa | 2017-10-18 10:32:05 AM
Camêrê Kosret Resûl Erkê xwe bi cîh anî û merdane li ser Postê xwe li Sengerê Şerî ma...lê Bavil Talibanî û Hêro-Xanê Xîyanetek bêhemta li Kurd, li...
Kosret Resûl: Navê çend kêmfamên YNKê dê bikeve nav rûpelên reş ên dîrokê
| 18 demjimêr berê | (1)
naw | 2017-10-18 10:18:39 AM
hukumate kurdistan bela bibine, medyayi tirk jibo peşmerge u hukumeta kurd çı dibejin. buxunin meze bıkın.
ROJEVA TIRKIYE – Kurd û Iraq piştî Kerkûkê vegeriyan ser hesabê berê
| 22 demjimêr berê | (1)
wan | 2017-10-18 9:30:27 AM
Deste barzani sax be
Kurdên Xurmato banga alîkariya lezgîn dikin
| 20 demjimêr berê | (1)
rasti | 2017-10-18 7:59:12 AM
jashe iranen na hezi iraqi. chiawazye beyni hez u jash.
McGurk: Em hewl didin pêşiya şerê pêşmerge û hêzên iraqî bigrin
| 23 demjimêr berê | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin 7-10-2017 |

Erebên sunnî yên Iraqê jî daxwaza referandûmê dikin

Ji bo herêmeke xweser lîjne ava dikin Zêdetir
0.547 seconds