Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Kurdistan dikare çi bike?

Ji aliyê RÛDAW 6-11-2017
Arif Qurbanî
Arif Qurbanî

Ewa ku di nîveka meha bihorî de li Kerkûkê qewimî û ew encamên ku li pey çê bûn, eslê pirsgirêkê nebûn, bi qasî ku encama pirsgirêkên berê yên li ser hev kombûyî bû, ku bi neçareserkirî mabûn û têgihîştina serdest jî ew bû ku dê derbasbûna dem, wan çareser bike, lê belê dem ne çareser kirin û ne bi neçareserkirî jî hêlan. Di demeke gelek hesas û çarenivîssaz de, weke mînekê bi mev ve teqand. Zirarên wê jî tenê ew tişt nînin ku ji destê me çûn, belku hin bûyerên din jî ku li pêşiya me ne, ji zirarên wê ne. Yanî nabe ku bûyer weke berê bihê dîtin û em wisa hizir bikin ku, dê her ew be ya ku qewimî, pêwîst e em ji vê rastiyê têbigihîjin ku ewa Kerkûkê destpêka bûyeran e.

 

Kurdistan çi dike bo serederîkirina li gel pêşhatên dahatî, ku zêdebarî encamên ketina Kerkûkê û derkevtina stratejiya Şîe di reftarkirina li gel Kurd di paşeroja Iraqê de, herêm jî li berdem komek alozî û bûyerên çaverêkirî yên trajedî ye. Kurdistan bi vê dabeşbûna niha heta kengê dê xwe li ber bûyeran bigire? Çi dike ji bo ku xwe ji hinek arîşeyên din dûr bigire? Gelo dê qedera xwe girê bide bi çaverêbûna ji helwesta hêzên navdewletî? Gelo dibe beşek ji leyîza zilhêzên cîhanê li herêmê? Gelo di navbera cemserbendiya rikeberiyên Sunnî û Şîe de dikeve kîjan alî, aya dikare bê alî be? Gelo dikare navmala xwe rêk bixe û bo manê pişt bi xwe girê bide, yan jî dabe dibe li ser cemserên rikeberiyê de?

 

Ya ku bo niha giring e, rêkxistina navmala Kurdistanê ye, lê belê pirsyar eve, kî dikare wê yekê bike? Bi taybet jî ku ber çavê me rohn e, ku neyarên me ji hemû aliyan ve destên wan di nava hinavê Kurdistanê de ye, ji bo ku derfet nedin, Kurd xwe rêk bixe. Bexda jî bi stratejîeke nû kar bo ji hev belavkirina zêdetir a navmala Kurd û zelîlkirina xelkê Kurdistanê dike. Pêşhatên li pêşiya me ti amajeyên asoyeke rohn nadin dest, ku rewşa dahaî ji ya niha baştir be. Bi taybet jî ku ti amajeyek nayê dîtin bo çêkirina yekhelwestiya navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê ji bo rûbirûbûna eger û pêşhatên dahatî, ku tevî berçavrohniya me ji xirabiya rewşa herêmê, eger tekane hêviyek hebe ji bo ku em bi zirareke kêmtir jê derkevin, yekîtî û yekbûna navbera me bi xwe ye, lê belê pirsgirêk li vir e ku pêngavên ji hev cudabûnê û kûrbûna nakokiyan bileztir in ji hewlên nêzîkbûnê.

 

Eger Kurdistan nekare bi awayekê yekgirtî û yekhelwest derkeve ser şanoya bûyeran, zehmet e ku bikare xwe li pêş rikeberiyên dahatî bigire. Kurdistan nikare rê ji wê dabeşkirina xwe bigire, ku wa di nava cemserên Sunnî û Şîe de dihele. Eger ew jî qewimî, wê demê dewletên herêmê dê me berdin hev û divê em şerê wekaletê bo welatên herêmî û navdewletî bikin. Ji bo ku xortên vî millet nebin sotemeniya şer, ji bo ku xelkê Kurdistanê di navbera berê nakokiyên herêmê de neyên hêrandin, divê hêzên siyasî hest bi berpirsatiya wan metirsiyan bikin û rêyên rizgarkirina Kurdistanê ji wan aloziyan bibînin, ku rêkxistina navmala Kurd derî û destpêka vê rêyê ye.

 

Derbarê hebûna destê neyaran û guavşên wan li ser hêzên siyasî yên Kurdistanê, lê belê hêj hemû deriyên aştî û tifaqa navmala Kurd nehatine daxistin, çend tişt hene ku dibe bi sedema wan navmala Kurd were rêkxistinkirin, metirista hevbeş armanca hevbeş çê dike, niha ya ku Heşda Şeibî dike, metirsiyeke mezin e li ser hemû Kurd, tevî ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê bi awayekê ciyawaz serederî li gel Bexdayê kir, lê belê Xurmato ku cihê nifûza YNKê ye, ew tawanên ku Heşda Şeibî li wê derê encam dane, ji bilî tawana Enfalê, Beisê jî wiha neaniye serê vî bajarî. Ew siyasetên ku ji bo helandina regezî ya Kurd û bierebkirina kerkûkê hatine cîbicîkirin, metirsiya wê bo hemû gelê Kurdistanê ye, divê Yekîtiya Niştimanî jî vê rastiyê bibîne, ku Bexda herî dawî yek nêrîn li ser hemû Kurdan heye û piştî têkşikandina Sunne, armanca Bexdayê ji holê rakirina Kurd di Iraqê de ye. Dibe ku ew metirsî bibe armanca hevbeş a hemû hêzên siyasî û em vê rewşê rast bikin.

 

Piştî guhertinên heftiya bihorî û destberdarbûna Barzanî ji posta serokatiyê û dabeşkirina deshilatên serokatiya herêmê li ser dezgehên weke parlamento, hikûmet û deshilata dadweriyê, êdî hincet bo aliyên din nemaye ku pêştir nîgeranê sîstema deshilatdariyê bûn, ku ber bi serokatiyê ve bihê birin û nîgeranê wê jî bûn, Barzanî zêdetir ji dema yasayî di posta xwe de bimîne.

 

Bi taybetî piştî bêhêvîbûna xelkê Kurdistanê ji Amerîkayê ku di bûyerên Kerkûkê de pişta xwe da me, beyannameya dawî ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ya taybet bi Kurdistanê û dana soza ku dê piştevaniyê li Herêma Kurdistanê bike û daxwaz ji hêzên siyasî kiriye ku piştevaniya hikûmet û parlamentoyê bikin, dibe ku em wê jî bikin derfet bo rêxistina navmala xwe û dubare rabûna Kurdistanê piştî wê şikesta ku rastî wê hat. Parlamento bi serokatiya Yûsif Mihemed bikeve kar û wezîrên Goranê vegerin ser kar û wezaretên xwe, bi taybet jî di rewşeke weke niha de ku bê bawerî di navbera PDKê û YNKê de gihîştiye asteke xirab, di rêkxistina straktora Wezareta Pêşmerge û îdaredana hêzên din de, Kurdistanê pêwîstî bi hêzeke sêyem heye, ew wezaret jî pişka Tevgera Goranê ye. Dibe ku baweriya wê yekê bi Goranê were dan, ku li derveyî nakokiyên YNK û PDKê de nirxandinê bo Artêşa Kurdistanê bike.

 

Eger hemû alî pêkve berpirsatiya vê qonaxê rakin, pêdeçûneke bilez bikin bi pêwendiyên me yên li gel derdorê û cîhanê, egera wê heye ku qonaxa dahatî qonaxa rabûna Kurdistanê be, lê belê eger em yekrêziya navxwe çê nekin, tekez paşerojeke gelek metirîdartir ji ya niha li pêşiya me ye. Kûrbûna krîza darayî, zalbûna zêdetir artêş û hejmoniya Bexdayê, zêdebûna proseya bierebkirinê bi vegera hemû wan erebên ku di çarçoveya madeya 140 de pêştir çûbûne cihên xwe û awarekirin û derbiderkirina zêdetir a Kurd li navçeyên Kurdistanî yên ku niha di bin desthilata Heşda Şeibî de ne, metirsiya rûxandina wan tax û xaniyên Kurdan li Kerkûkê û navçeyên din ku bi biryara îdareya xwecihî ya parêzgehê û qeza û nahiyeyan rêya avakirina wan hatibû dan. Piştre metirsiya encamdana referandumê di bin hejmoniya Bexdayê de weke qonaxa dawiya cîbicîkirina madeya 140 û dawî anîna bi projeya Kurdî ya wergirtina xaka xwe ji Ereb.

 

Ew çend zêdebarî wan metirsiyên din ên weke egera rûbirûbûna navxweyî di navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê de bi çêkirina fitneyekê ji aliyê Bexdayê vey an jî welatên herêmî ve, eger ew yek jî bi wan neyê kirin, tekez di qonaxa bihê de dê daxwaza çekdanîna Hêza Pêşmerge bikin, daku Kurd lawaztir bibe li pêşiya armancên wan ên stratejîk ku bişîekirina herêmê ye. Bo xweparastin û mana xwe jî nabe ku em li benda helwesta navdewletî û welatên herêmê bin, çimku herî dawî ew jî li ser vê bingehê helwestê nîşan didin, ku em bi xwe dikarin çi bikin.

 

Şîrove

 
lolozano | 12-11-2017
Di dema ku Ronakbîr û Sîyasetmedarên Kurd,ewên Çep difikirin û ewên neteweyî bi tersî hev,difikirin,Kuridstan nikare tiştekî,ne xerab ne baş biket.Ewên bi neteweyî difikirin,dibêjin,Ronakbîr û sîyasetkarên berê,bi kêrî tişekî baş ji bo Paşeroja Kurdan nabe.Ewên bi bi çepkî difikirin dibêjin,Ewên bi neteweyî hizir dikin,li ba wan kesên xav û mêjî sivikin bi armancên xeyalî,xwe mijûl dikin.Civaka Kurd,bi rola Ronakbîrên xwe bi yekser tê perçe perçe kirin.Bi kurtahî,Mamoste Selahiddîn,Xebata sîyasî bi giştî,nikare miletê xwe ber bi armanca rast bi hişyarîyeka yeqîn kirî,birêkbixe..Rastîya rewşa Doza Kurd, Dozek neteweyîye,ne çepkîye ji ber ku Kurdistan,ji yalîyê çar neteweya ve,bi Dewletên xwe yên nijadperistî,tê bikar hanîn.
lolozano | 12-11-2017
agahdarî,merema min ne navê Mamoste Selahidîn bû navê Mamoste Arif Qirbanî bû.Bibaxşînin
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.5 seconds