Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Kore

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 7-9-2017
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

 

Kore jî weke Kurdistanê dabeşkirî ye û qedera wê di destê dewletên din de ye. Ji Şerê 1939-1945ê bi serxwebûnê derket, lê xwe di nav "dinyaya duserî" de dît. Wê "yekbûn" dixwest, patronan digot "na". Karesata Koreyê wisa dest pê kir.


Bi bandora DYAyê, Konseya Ewleyiyê ya YNê biryara şer da (25.06.1950). Çîn hê ne endam bû. Heya 1953, Koreyê çend caran dest guhert. Çîn bi "dilkiriyên" xwe, tevlî şer bû. Lê asîman di destê DYAyê de bû. Li himber bombeyên balafiran, tiştekî Koreyî bikin tinebû.


Paralela 38mîn, bû sînor. Du Kore hebûn; ya Pekîn û Moskovayê û ya Washingtonê. 5 mîlyon miribûn. Bendav, pir, bajar, gund, yek avahî li ser pî nemabû.

 

"Koreyî"

 

Di biçûkayiya min de cîranekî me hebû. Wî bi serfirazî li ser mînîbusa xwe "Koreyî" nivîsandibû. Paşê ez serwextê çîrokê bûn. Tirkiyê bi 15 hezar leşker şandibûn Koreyê; hezar mirî û bi hezaran jî birîndar û dîl.


Tirkiyê dixwest xwe bispêre DYAyê. Şelaftî dikir. Di dawiyê de diket NATOyê (1952), artêş û aboriya xwe bi piştgiriya DYAyê nûjen dikir.


Kurd di bêdengiya piştî komkujî û nîjadkujiyê de bûn. Bi mêjî û gewdeyî, bêberevanî bûn. Dewletê berê wan dida Koreyê. Navê rebeniyê, lehengî bû. Ew serpêhatî, hê nehatiye kolandin.

 

Xewna yekbûnê

 

Koreya Bakurî ya komunîst, belengaz ma, xwe ji dinyayê veşart. Başûra kapîtalîst pêşve çû.


Lê ew "çanda serokatiyê"? 1982yê li Şamê rêya min li fuarê ket. Pavyona Koreya Bakurî mezin bû. Ji Kim Il Sung pêve tiştek tinebû; tenê pirtûkên bi wêneyên wî.


Otokrat, xwe, dêûbavê xwe (lê bêhtirî dê), mam û xaltika xwe, pisîk û mirîşka xwe mezin dike. Ya xeteretir; otokrat, bê "evd" nabe. Bi demê re ew dibe çand û bar girantir dibe. Êşa Koreyê tê fêmkirin. Lê ew çand? Ma şensê dide serketinê?

 

Çekên atomî

 

Bi Hîroşîma û Nagazakî, DYAyê di mijarê de serdestiya xwe îlan kir. Di YNê de bi "Komîsyona Enerjiya Atomî" (24.01.1946), DYAyê kontrola li ser materyala xav jî xiste destê xwe. Dîsa jî Rûsya/Sovyet, Çîn, Îngilistan, Frensa, Îsraîl, Hindistan û Pakistanê çeka xwe çêkirin. Kore?


Endezyarên koreyî, 1956ê li Rûsyayê dest xebata nukleerê kirin. Bêyî hevkariya Moskova û Pekînê, mirov nikare çeka atomê ya Koreyê hizir bike. Pisporên rojavayî, qeyrana îro ya "roketên navparzemînî" jî berhema wê piştgiriyê dibînin û herwiha çarçoveya qeyranê firehtir dibe. Ji ber ku ji Ukrayna û Sûrîyê heya Koreyê, tora tevlîhev ya nakokiyên dijwar heye.


Li Japonyayê 50 hezar leşkerên DYAyê hene. Ew salane barekî 1 milyar dolarî li Tokyoyê dike. Lê binkeya DYAyê ya li Japonyayê, salane 5.5 milyar dolaran dixwe. Li tixûbê Koreya Başûr û Bakur, 28 hezar leşkerên amerîkî hene. Barê Seûlê salane 850 mîlyon dolar in, lê ew ne nîvê lêçûna binkeya artêşa amerîkî ye.


Pekîn ji wêne aciz e. Washington jî li herêmê ji zêdebûna bandora Pekînê. Mijar ne yekbûna Koreyê ye. Aktorên qeyranê, bêhtirî jî Pekîn, Moskova û Tokyo, Koreyê yekbûyî, xwedî çeka atomî û teknolojiya pêşveçûyî naxwazin.

 

"Bêhêziya hêzê"

 

Qeyrana Koreyê û çekên atomî, bûne yek. Ji wekê zêdetir ditirsîne. Ji ber ku bi balafir, moşek, keştiyên binavî û seravî, welat hedefên bombeyên erjeng in.


Bombeya Hîroşîmayê ("Zarokê Biçûk", 6.08.1945); 4 ton bû û hêza teqînê 15 kiloton TNT bû. (Bi radyasyona dûvre re) kujerê 200 hezaran e. Nagazakî ("Qelew", 9.08.1945); 4.7 ton bû. Kujerê 40 hezaran (di pênc salan de 140 hezar) e. Hîroşîma bû pîvan.


1949ê hêza nukleer ya DYAyê gihiştibû 800, 1970ê jî hezar Hîroşîmayan. 47 salên din borîn. Bi danêyên SIPRIyê; her bajarê bakurê dinyayê, hedefê nukleera hezar Hîroşîmayan e. Bajarên başûr yên xizanan, jixwe dûçarê radyasyona wan in. Li peymanên kêmkirina çekên nukleer nerênin...

 

Bombeya hîdrojenê?

 

"H-Bombe" an "Bombeya Termonukleer", DYAyê, 1.03.1954ê li giravên Marshallê li atola Bikini bi navê "Bravo" ew teqand. Hêz, 15 megaton (1200 Hîroşîma) bû.


Ka vê bidin ber çavê xwe: Bi hêza 10 megatonan bombeyeke hidrojenê, ji hemû bombeyên 1939-1945ê avêtibûn Almanyayê bihêztir e. Hê 1960ê DYA xwedî 10 hezar bombeyên atomê bû. Hezar ji wan, bombeyên hidrojenê bûn.


Bombeya hidrojenê hewqas bi hêz e, gava biteqe, ma kî jê difilite? Dinya ji ya îro çend caran mezintir be jî, stoka çekên atomî têra rûxandina wê dikin.


Va kûrahî û rengê qeyrana Koreyê. Serokên bêvîzyon û bêwijdan, êgir berdidinê. Qeyrana îro derbas bibe jî, xetere her rojane ye. Çareseriyeke din?

 

Bikini?

 

Modavanê fransizî Louis Reard, 5.07.1946ê mayoyekî biçûk û sêkoşeyî çêkir. Qebûxwestin bû. Li nav digerî. Li Atola "Bikini" teqînên nukleerî, rayagiştî mijûl dikirin. Nav dîtibû: Bikini.


Vatîkana li himber atomê bêdeng, fetwa da: "Bikini, li dijî xisletê ye". Îtalya û Spanyayê ew qedexe kirin. Beredayî bû. Ji bombeya hîdrojenê zêdetir hejand. Bombe; şer, kuştin, werankirin, dawiya mirovahiyê bû. Bikini; bedewî, azadiya jinan, nîşana şaristaniyê bû.


Hûn ji kîjan alî ne? Li aliyekî siyasetmedarên destê wan li ser bişkokê, li aliyê din modevan û hunermendên azadîxwaz? Pêdivî bi bersivê heye, him jî bi awarteyî û li her welatî.

Nîşankirin :
628 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-20 5:47:37 AM
Sirûştîya Doza Herêma Efrînê ya neteweyî,wek Herêma Kobanîyê û Cizîrê ye!Bi Du serîya an bi Du cara,ji neteweya xwe ya eslî hatîne ceza û perçe...
Deniz Umut | 2018-02-20 10:24:23 AM
Rêyên siyasî nemane birêz..Tirkiye bi çekên mezin êrîş dike...Ji kerema xwe re ew hêza çekdarî ku hûn behsdikin bila keremkin bên Efrînê ligel ypg...
Berpirsê ENKSê: Em dê berevaniya Efrînê bikin
| 19-2-2018 | (2)
Cemal Aslan | 2018-02-19 6:30:47 PM
Deste te xwes Iro rojane heute.
Efrîn, planeke herêmayetî li dijî Kurd
| 19-2-2018 | (1)
LOL | 2018-02-19 2:51:44 PM
Seat Xweş.
KERKÛK – DAIŞê 27 çekdarên Heşda Şeibî revandin
| 18-2-2018 | (1)
Ehmedê Dirihî | 2018-02-18 10:12:53 AM
Ebadî derewan dikin, pê bawer meke
Mesrûr Barzanî: Ebadî got di demeke kurt de pirsgirêkan çareser dikin
| 17-2-2018 | (1)
0.344 seconds