Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Rê ji bo Qubad Talebanî vala bikin

Ji aliyê Rêbwar Kerîm Welî 8-11-2017
Rêbwar Kerîm Welî
Rêbwar Kerîm Welî

Heta niha jî Qubad Talebanî derbarê xiyaneta 16ê Cotmehê ti helwestek nîşan nedaye lê ji du aliyan ve, ji bo asayîkirina rewşa nav YNKê û nûjenkirina pirên navndewletî yên hikûmeta Herêma Kurdistanê kar dike.

 

Herwiha, heta niha jî nayê zanîn ka rola Qubad Talebanî ya di bûyera teslîmkirina Kerkûkê de çi ye. Gelo weke kesekî nav malbata Talebanî ji vê yekê agahdar bûye û bê deng maye, (Ev ne tohmet e û dibe di dema pêş de kak Qubad bersiva vê bide) yan jî bê agah bûye? Çimkî yek ji armanca wê kudetayê ew bu, ku biraziyên Talebanî bi hevkariya birayê wî yê mezin bi îxanet û çavsaxiya ji bo dijmin kirin, bibin mînberê bawerpêkirî yê Îran û Malîkî.

 

Pozberiya zarûzêçên Talebanî û Îbrahîm Ehmed yên di nava YNKê de ji bo cîgirtin û desteserkirina mîrasa partiyê û rikberiya wan, tiştekî ne veşartî ye. Van herdu malbatan, piştî nexweşketina Mam Celal, di 5 salên derbasbûyî de, ji bo bidestxistina desthilatê, li dijî Kosret Resûl û Berhem Salih, hev girtin, pere û nifûza partiyê bikar anîn û Hêro Îbrahîm Ehmed jî desthilat û pêgeheke berfireh da kurên Talebanî da ku parastina wê bikin.

 

Lê pir bi ser ve neçû, ku ji hemû aliyan ve ji kontrolê derketin. Ne dûr e, ku Hêro Îbrahîm Ehmed û heta Kosret Resûl û Mele Bextiyar jî agahdarê wê danûstandina di navbera Qasim Silêmanî û biraziyên Talebanî de nebibin. Ji ber ku bêyî navber piştî mirina Talebanî, bi serpereştiya Qasim Silêmanî, ji YNKê re çend navendên biryarê hatine destnîşankirin, ku navê wan hemûyan jî di nav de bû.

 

Lê pirsa cidî ew e; bi tevê ku dizaniyan çima ev mesele cidî negirtin? Gelo Hêro Îbrahîm Ehmed, ji bî bicîhkirina Qubadê kurê xwe, pişta kurê xwe yê mezin û biraziyên Talebanî li erdê xist da ku weke walîde sultanên herêmî yên Osmaniyan, rê ji kurê xwe yê biçûk re veke, ku hevsarê desthilata nav YNKê werbigre?

 

Xwedê dizane!

 

Ji ji YNKê hat?

 

Ew biryarên ku di encumena serkirdetiye YNKê de hatine gotûbêjkirin, bi taybet jî hilweşandina polîtbûroyê û pêkanîna desteyekî 11 kesî ya bi serokatiya Kosret Resûl, amajeya wê yekê ye, ku dê biryar ji sazî û dezgehên din bê wergirtin û deshilata biryardana YNKê tenê di çarçoveya wê desteyê de werin sînordarkirin.

 

Kosret Resûl beriya giştpirsiyê, ji bo birêvebirina YNKê dixwest sê kesî were avakirin, ku ev yeman ew hizir bû, piştî nexweşketina Talebanî li Îranê biryar li ser hatibû girtin û PDKê jî bi erênî pêşwazî kiribû (Kosret Resûl, Berhem Salih û Hêro Îbrahîm Ehmed). Niha pêkhateya vê desteyê berfirehtir dibe lê di herêma desthilatê de, heta kongreyê ew hevsengî tê parastin.

 

Berşdarbûna Qubad Talebanî di civîna encumena serkirdetiya YNKê de (ku ti post û erkekî hizbî yê Qubat nîne) û nehiştina beşdarbûna Pavel ya ji bo civîna polîtbûroyê (ku beriya îxaneta 16ê Cotmehê Pavel bedşarî civînên polîtbûroyê dibû) û herwiha, ew piştgiriya fermî ya Amerîkayê ya ji bo Qubad Talebanî ya ji bo paşeroja hikumraniya li Kurdistanê de, nîşana wê yekê ye, ku divê baskên YNKê ji bo serkirdetiya partiyê li ser navekê lihev bikin yan jî dê derzekî din di nava YNKê de derbikeve.

 

Çimkî di kongreyên partiyên Kurdistanê de ti teqînek çênabe û beriya kongreyan  biryar li ser hemû tiştan tê wergirtin, paşî kongre yan rewa û fermî dike.

 

Qonaxekî dijwar û zehmet li pêş YNKê ye. Heta pirsgirêkên nav YNKê, ku weke girikeke penceşêrê lê hatiye û pêşiya Kurdistanê jî digre, neyê çareserkirin, axaftinên li ser paşeroja Kurdistanê jî zehmet dibe.

 

Peyamên Amerîkayê yên ji bo parvekirin û radestkirina rolan di paşeroja Kurdistanê de, amejeyeke zelal werdigre, ku PDKê baş jê fam kiriye û divê YNK jî jê fêm bike. Divê Hêro Îbrahîm ji bo malbata wê di siyasetê de bimîne, xwe vekişe û divê fêm kiribe, ku ev derfeta dawîn a dîrokî ye didin binemala wê.

 

Gelo kongre dê were lidarxistin?

 

Herçend derbarê dîroka sazkirina kongreya YNKê de nakokî hebin jî lê pêkanîna kongreyê bi hin şert û mercan ve girêdayî ye.

 

Ya yekemîn ew e, ku rê nedin derbekar bi awayekî seqamgîrî û aramiya Kurdistanê têk nedin, per û baskên wan qut bikin û ya duyemîn jî hewldaneke zêde ji bo vegerandina Dr. Berhem Salih heye û PDK jî piştgiriyê dide vê yekê. Hebûna Berhem Salih di nava YNKê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan pir giring e.

 

Hevpeymaniya ku Berhem Salih ava kiribû ji bo hilbijartinan bû û hilbijartin jî hatine paşxistin. Herwiha restkişandina wî ji bo serkirdetiya YNK û PDKê bû û di vê de jî serkeftî bû. Lê Berhem Salih bi xwe jî baş dizane, u di van şert û mercan de ji dayikbûna alternatîfeke hikûmraniyê pir zehmet e. Çimkî desthilat û hukmê li Kurdistan û herwiha li tevahiya herêmê, ne hukmekî medenî û reşîd e.

 

Lewma vegera Berhem Salih ya ji bo nav hevkêşeya desthilatê û piştgiriya wî ji bo arasteyekî diyar a nav YNKê, dihêle ku pirsgirêkên nav YNKê pir bi hêsanî çareser bibin, pêkanîna kongreyê jî li pêşiya YNKê nebe berbestekî mezin.

 

Ne merc e di paşerojê de Berhem Salih an jî Kosret Resûl bibin sekreterê giştî yê YNKê. Lê dibin cih û merciên biryarê nav YNKê û masûkên bi hêz ên parastina navmala Silêmaniyê da ku nezanên siyasî û kêmfam li ser çarenivîsa wê nelîzin. Tevlîheviya niha ya di nava YNKê de dê li pey xwe re karesatekî bîne û kes jî nikare ji webal û berpirsiyariya wê ya dîrokî rizgar bibe.

 

 

Şîrove

 
rastgo | 10-11-2017
Kekê nûser/nivîskar, ji bo min zor seyr e, çima ta vêga (êsta) birêz Qubad Talebanî, cîgirê serokwezîrê Kurdistan, ti peyam di barê plan û dagirkirina Kerkûkê de ne daye! Ma ne birayê wî yê mezin bû ku li gel neyarên Kurd peymana radestkirina Kerkûkê destxet û pejrandiye? Aya birêz Qubad di barê planên dagirkirina Kerkûkê de agahdar bû an na? Heger na, çima na? Gelo Qubad zor pojmane ku ew birayê Bafel, mirovê xayin e? Ma hîç têkiliyên wî û yên Bafel bi hev re tinin? Çima hinek biraziyên wî bi rûdana Kerkûkê agahdarin? Ma cara pêşîn ew, Qubad, kengî, ji aliyê kî ve û çewa bi planê xayintiya birayê xwe, Bafel, agahdar bû? Wî di katî/wextî aghadariyê de çi his kir û hima wêga çi kir? Ew, Qubad, bi xwe di barê dagirkirina Kerkûkê de çi difikir e? Ma birayê wî hêj li Kurdistanê ye? Li bal kî an li mala kî dijî? Kî yê hemû zirarê Kerkûk û Xurmatû û herwiha deverên din qerebû bike? Gelo ji bo rûdana 18.10.2017a bi dehan kuştî, bi sedan birindar, dilgirtî û malsutandin rû nedane? Ma hîç berpirsiyariya Qubad di barê karesata Kerkûkê de niye? Ma ew dikare li hinek sêwî û ewarên vê karesatê xwedî derê? Ma ew bi çi rûyî erkên xwe di domîn e? Gelo ew dikare hemû samanê xwe û herwiha malbata xwe jî dîyar bike? Ez weke mamostê zankoyê û serokê komeleke Kurd ji birêz Qubad tika dikim, bersiva van pirsa zû û ne dereng bide!? Li gel silavên kurdayetî.
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
837 hatiye dîtin
Babetên zêdetir Rêbwar Kerîm Welî
Barzanî li ku derê xelet kir?

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

gt | 2017-11-20 4:25:25 PM
mezi surete vi fasisti bike, her tist beliye ci dixwaze. dibe pesmermerge xwe hilsinin ne pesmergeye ynk ne ji pesmergeye pdk , pesmerge bibe atesa...
Ebadî li ser biryara Dadgeha Federal daxuyanî da
| 20-11-2017 | (1)
ku | 2017-11-20 4:04:12 PM
Ebadi fasiste ,digot ci digot smale irake ,yani bakure irake ,ke wa digot sedam . Dibe hemu xort u ciwanen u kece kurd raben ser xwe ceke hilden wan...
Kurdistanê bang li cîhanê kir: Demildest bikevin tevgerê
| 20-11-2017 | (1)
lolozano | 2017-11-20 11:01:53 AM
Hêjmara xayînên Kurd bi behana ku ne dema Serxwebûna Kurdistanê ye ji hêjmara Dagîrkerên Kurdistanê,bi Fermanê Dadgeha Îraqê,li dijî Giştpirsîya...
Dadgeha Federal a Iraqê li ser referandumê biryar da
| 20-11-2017 | (1)
Kurdo | 2017-11-20 6:29:22 AM
Bexdad û Heşda xwe ya mezhebî,li ser Hêza Kurdistanê,ji Şengalê û ji Zemarê, venakşîne, Bexdad,Turkyê dixapîne.Rêya li dijî,Herêmê bi hevkarîya...
Heşda Şeibî hêzên xwe vedikişe
| 19-11-2017 | (1)
0.204 seconds