Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Xwebexşî

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 9-11-2017
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Em têgehê ji bo çalakî û fidakariya kesên sivîl bi kar tînin. Gotina milîs jî, li wan tê. Ew kesên dilkirî, bi înîsiyatîfa xwe êrîşan dikin.


Gava bûyera Kerkûkê qewimî, çendek çalakiyên wisa bûn. Bendewarî çêkir, lê nebû. Neteweke weke Kurdan hezkerê çekan, çima ew bertek nîşan neda? Çima desthilatê ew amadekarî nekir?


Rojên dawî jî hin çalakiyên wisa bûn. Lê hêza kesên xwefirotî, çûn ser wan. Zanyarî rast be, wan parastina dagirkiran jî girtiye ser xwe. Diyar e ku ew ji her xirabiyê re amade ne.


"Hacî"


Ew navê pirtûkeke nivîskarekî amerîkî ye. Serdema damezrandina Îsraîlê dinivîsand. Dildarê doza cihûyan, Filistînî biçûk dixistin, Îsraîlî jî mezin dikirin.


Ji pirtûkê tişta di mejiyê min de cih girtî: Pêşî Filistînîyan êrîşî gundên cihûyên koçber dikirin, mal û warên wan dişewitandin...


Artêşa îngilîz li wir e. Efserekî ji binemaliya xwe cihû, ku ji Hindistanê bûbû pisporê şerê partîzanî, ji cihûyan komên çekdar çêdikirin. Vê carê wan rêya filistîniyan dibirîn, ew direvandin, zirar didan mal û gunden wan.


Em wî şerî nas dikin; "şerê partizanan" û "şerê kontrgerîlayê". Pêşmerge jî, ji serpêhatiya xwe wî şerî baş zane. Lê mixabin, wê ezmûnê têra îro nekiriye.


Ma çare, ne tevger û berxwedana sivîl bû? PDK û YNKê, hêzên cuda ava kirine. Kîjan ji bo berteka sivîl e? Ji bajaran koçberiya sed hezaran nîşan dide, em ji wê fêmkirinê hê gellek dûr in.


Hê jî ne dereng e


Me bi peyman xwe kişand tixubên 2014ê? Helwesta dewletan em bêgav kirin? An newekheviya hêza leşkerî? Me rêbazên aştiyane li pêş girtin?


Erê çiyayên me hene, lê êdî ne weke berê ye. Başûr biçûk e. Teknolojiya ragihandin û leşkerî zêde guheriye. Ya girîntir, civak guheriye. Em êdî li bajaran e. Em nikarin wan biterikînin. Em dûçarê parastina bajarên xwe ne.


Partiya/desthilata girseyan nexe rê, nikare bi ser bikeve. Me serdestiya leşkerî da dijminê xwe. Qene em ya girseyî nedinê. Hejmara me zêdetir e. Ma êdî em ji çi ditirsin?


Me terikandina mala xwe, nabe kiriye çand. Em dikarin partiyan tawanbar bikin, lê têra fêmkirinê, têra veşartina qelsiyê nake. Tevî her tiştî jî, divê em bi mal û erdê xwe ve girêdayî bimînin; gundî li gundê xwe, mamosta li dibistana xwe, esnaf li firoşgeha xwe...


Bi rêbazên çekdarî û bi yên demokratîk, divê ew rikoyî bibe çand. Rêbazên aştîyane ji devê me nakeve. Le heya em berteka sivîl nexin rê, ew daxwaz encam nade. Başûr, ducanê wê tevger û çandê ye. Çiqas zûtir be, hewqas çêtir e.


Lê divê nebe bumerang


Kurdistana Bakur bi başî û xirabiya xwe re, di mijarê de xwedî serpêhatiya mezin e. Di serdema 1970an de, me êrîşî sîxur û nokerên dewletê dikir. Xweşê civakê diçû. Dewletê di salên 1980-1990an de bi rêbazên hevşib, lê gellek dijwartir êrîş kir; kontrgerîla, JITEM û gellekên din...


Gotinên min nayê wateya, "me berê dijmin da wê re". Lê ew taktîk, weke "bumerangê" dizivire mirov jî. Mijar Başûr be, divê mirov têr çavkirî be, ji ber ku di bûyerê de Tehran bi Heşdî Şebîya xwe, Bexdaya mîratgiriya ezmûna Baasê û Enqere hene. Em hê nizanin, ka ew li Kerkûkê li ser çi li hev hatinê. Ku em bizanibin, ew ji bo gava dûvre zêde zêde girîng e.


Min hê nivîsa borî de çendek kuştinên Îranê rêz kiribûn. Ji salên nêz ji kuştina şervanên rojhilatî diyar e, Îran li Başûr dikare wan êrîşan bike. Jixwe êdî yekcar dikare.


Em neteweke naîf in. Naîftiya me bêhtirî ji bêdewletiyê tê. Netewa bêdewlet, bêberevanî ye, bêplan e. Em xwe zû ji bîr dikin. Em qala aştî û hevdîtinan dikin, lê yên Kerkûk dagir kirine, di bizava leşkerî, amadekariya kuştinxwaziyan û keftûlefta demografîguherandinê de ne.


Bi van hişyariyan, pêdiviya mezin ya tevgerkirina bajar û gundan û komên civakê careke din binxêz dikim; him ji bo aştî û demokrasiyê, him ji bo şer.


Xwebexşî, berpirsiyariya kesayetî ye. Lê ew berteke welatparêzî û miroviyê ye jî. Bi civakî pêdiviya me pê heye. Mijar Başûr be, îro ji mirovê ji rêzê zedêtir, pêdivî bi xwebexşiya serdest û destûrmendan heye. Wekî erka rêvebiriyê pêşkêşî ye, divê ew di xwebexşiyê de jî serî bikşînin.

Nîşankirin :
694 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-06-09 2:00:54 PM
Dr.Sabir pir şaşe ku dema bixweze biebe Serkomarê Îraqê. Serkomatr erê pişka Kurd de ,lê bi qezaye û Dr.Sabir zane ku li ser Derece Qesrê Clal...
Kurdekk bakur | 2018-06-15 9:10:08 AM
Serok komariy maffee kurdistaniy ya ye... Em kurdin... ser bilindin.... Hemi Kurd ji dikarın serok komariy ye ereban rindtir bikkin..
Namzedê YNKê yê ji bo Serokomariya Iraqê eşkere dibe
| 9-6-2018 | (2)
Diplomat | 2018-06-08 6:15:17 PM
Hûn bibêjin kû kurdê misilman ji Saxo ye belav bikin, weneshêrin!!!!
Penaberekî iraqî li Almanya destdirêjî li keçeke 14 salî kir û ew kuşt
| 8-6-2018 | (1)
Renas | 2018-06-08 4:13:54 PM
Ne artêsa azad, artêsa kera.
Li Efrînê fermandarekî Kurd ê opozisyonê hate kuştin
| 8-6-2018 | (1)
Rensa | 2018-06-08 10:58:28 AM
Destxweees, berdin teva.
Nemsayê briyara dersînorkirina 60 melayên tirk da
| 8-6-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

MINBIC – Rûdaw derbasî cihên bin kontrola Mertala Firatê bû Duh vî demî 09:54 |

MINBIC – Rûdaw derbasî cihên bin kontrola Mertala Firatê bû

Encûmena Leşkeriya Minbicê ji Rûdawê re got, Zêdetir
Pentagon bo Rûdawê: Pênşemiyê yekem firokeya F 35 radestî Tirkiyê tê kirin Duh vî demî 08:27 |

Pentagon bo Rûdawê: Pênşemiyê yekem firokeya F 35 radestî Tirkiyê tê kirin

Ev yek di demekê de ye, ku Senatoyê pro Zêdetir
0.469 seconds