Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

PDK hevpeymanê xayînan e!

Ji aliyê Rêbwar Kerîm Welî 18-1-2018
Rêbwar Kerîm Welî
Rêbwar Kerîm Welî

Îsrara PDKê ya li ser dirêjkirina hevpeymaniya li gel partiya qaşo Yekîtiya Nîştîmanî ya Kurdistanê, tê wê wateyê ku ew jî şîrîkê wan hemû karesatan e, ku piştî 16ê Cotmehê bi ser Kurdistanê de hatine.

 

Îxanet hatiye kirin û hemû kes jî wisa dibêje. Lê PDK di asta herî bilind de pêşwazî li xayînan dike û him jî pişta wan digre!

 

Fêmkirina vî tiştî pirr zehmet e, ku partiyek weke du bereyên xiyanet û kûrdperweriyê parçe bûye lê PDK ya kurdperwer çawa dikare hê jî piştgiriya xwe ya ji bo van xayînan berdewam bike, wan têr û qelew bike da ku careke din heman karê xwe dubare û sêbare bikin!

 

Bêguman ev ne gunehê PDKê ye, ku zêdetirî 10 sal in li pey şîrîkatiya siyasî de digre. Lê divêya PDKê jî ji bo diyarkirina hevpeyman û şîrîkên xwe hinek din jî bi hûr û kûr hizir bikira.

 

PDKê di siyasetê de şîrîkên xwe tenê li ser bingehê berjewendiyên aborî, bazirganî û hikûmraniyê hilbijartiye. Ev yek jî rasterast berovajiyê wan armancan e, ku PDKê di mijarên neteweyî û nîştmanî de destê xwe avêtiyê.

 

PDKê di dirêjahiya temenê xwe de, di bin navê “xweşbîniyê” de, hizra wê yekê kiriye, ku neyarên xwe bi pare bikire. Lê ev rastî jî fêm nekiriye, ku kî pareyên zêdetir bide, ew dibe xudan! Lewma, we diyar nabe, ku PDKê ji raboriya xwe ti ders û waneyek wergirtibe, çimku heta niha jî dost û neyarên xwe ji hev dernaxe.

 

Pirsgirêk ne ew e, ka PDK û hevpeymanên wî di pêşeroja siyaseta Kurdistanê de kîjan an jî çi hevpeymaniyê ji bo hikûmraniyê hildibijêrin. Divê xwendineke siyasî, aborî û sosyolojîkî ya PDKê ji bo yekgirtina xaka Kurdistanê hebe û we bike ku peywendî û dilsoziya takan a li gel Hewlêrê tenê ji bo mûçe û meaş nebe. Çimku wê demê kî meaşan bide, xelk dibin alîgirê wî û ev yek jî hetikbirineke mezin e ji bo tevgereke neteweyî û nîştmanî.

 

Bêguman ev gotin ji bo aliyên li hemberî PDKê jî (eger bikarin yekgirtî bin) derbas dibe. çimku dikarin wê rewşa belavela ya siyasetê ya li Silêmaniyê xilas bikin. Lê ew jî nikarin bi heman lojîk û têgihiştinê reftar û danûstandinê li gel mirovên di bin nifûza PDKê de bikin.

 

Barzanî di kemînê de ye

 

Ev bêdengiya Barzanî li cem gelek kes û aliyan bûye sedema pirsê û ji aliyekê ve jî weke metirsî tê dîtin. Dibe hinek wisa hizir bikin, ku Barzanî xeletiyeke dîrokî kiriye û niha jî baca wê dide.

 

Lê di rastiyê de Barzanî karek kir û bûyerek afirand ku di sed salên dîroka borî ya xebata neteweyî ya Kurd de wêneyeke wê nebûye.

 

Pirsa herî hêsan ev e, ku madem encamên giştpirsiya Kurdistanê ev hinde bê giramî û bê bandor bû, çima hemû cîhan li dijî sekinî?

 

Madem encamên giştpirsiya Kurdistanê, bi biryara Dadgeha Federal a welatê qaşo bi nav Iraq hildiweşe, ma çi metrisî û hincetek maye, ku Bexda li dijî Kurdistanê bi vî awayî tevbigre?

 

Bi tevê hemû guvaşên navdewletî û fermanên li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê, çima hê jî Bexda ji bo guftugoyan ne amade ye?

 

Rastî ew e, ku Barzanî hemû dafik û teleyên navxwe û navdewletî teqandiye. Kurd di serdemekê de najî, ku sozekî weke ya Bilforê bidin. Herwiha divê belgenameyekî weke ya Ukrayna, Katalonya û Kosvoyê li bedrest be, ku bikare di paşerojê de serxwebûna xwe ragihîne. Vêca bila 10 roj nebe, 10 sal paşî be.

 

Eger tenê hincetekî bawerpêkirî ya kesên li dijî giştpirsiyê bûn, heba, ji sedî 92 yê xelkê dengê xwe ji bo cudabûna li gel welatê bi nav Iraqê nedidan!

 

Ev 10 sal in Bexda li ser tevlîhevkirina navmala Kurdan kar dike û bi riya hinek kesên iraqçî, ku berjewendiyên wan ji wir tê dabînkirin, partî û madyayên arastekirî li dijî daxwazên gelê Kurdistanê berhem anîne.  

 

Barzanî golekî mezin avête paşeroja bi şîekirina hikûmraniya bexdayê kir. Niha dora gola duyemîn e, ku navmala şîeyan têk bide.

 

Dibe ev yek ne bi dilê Amerîkayê be û di wê baweriyê de be, ku hê jî yasa û rêsên lîstoka gihiştina texta hikûmraniyê li Bexdayê, ne di destê Hewlêrê de be! Lê hê jî ji bo Bexda, civaka navdewletî û welatên herêmê sûprîzên Barzanî hene.

 

Rast e, bêyî minnet xwe xiste bin bara baca giran a serxwebûnê de. Lê divê hemû kes û ne kesên ku di 25ê Îlonê de tiliya xwe ya morkirî weke “belê” bilind kirin lê xewna wan a rastîn ”serxwarkirina” Barzanî bû, ne ku serxwebûn, vê yekê baş fêm bikin, ku ev bêdengiya Barzanî, bêdengiyeke beriya tofanê ye!

 

Heramzadeya siyasî

 

Siyaseta li Silêmaniyê ev demeke mirî ye, weke leşekî genî ye, ku komeke mirîxwaran li ser kom bûne, her yek bi dorê parçeyekê jê vedikin. Di qonaxa niha de, firehizbî an ku pirpartîbûn ne nîşana demokrasiyê lê nîşana nebûna rewangeheke hevbeş a li ser hemû astan e. Hevdem lawaziya îradeya siyasî û civakî jî derdixe holê.

 

Pirsgireka siyaseta Silêmaniyê ev e; bi tevê ku ti îdîayên neyarên dîrokî yên PDKê li herêmê nîne lê ew li ser heman bingeha sîrokî mijûlî avakirina partî û tevgerên bê “Berhem” in.

 

Partî parçe dibin, bi awayekî ne şer’î hevdigrin û paşî aliyek ji wan avis dibe, piştî demekê hizbekî berhemê zîna ji dajik dibe!

 

Nivîs: Necmî Salih

Şîrove

 
lolozano | 10-1-2018
Rêbwarê Rêya Kurdistanê,Selam û Sopas!Ezjî,wek te bawer dikim ku Partî,Hevpeymanî bi Xayînan re, bi neçarî kirî û hîna dike!Li Herêmê,Du Rêbaz li dijî hev bi hêza hatine ava kirin.Rêbazek neteweyîye û a din Xîyanet,lê dijî..Heger Hêza Neteweyî,bi hêza xîyanetê re,şer bike hêza neteweyî îstîfade li wî Şerî,nake ji ber ku Rijîmên Dagîrkeran yê pişa hêza Xaîyîn bigrin.Ji bo ku Hêza neteweyî lawaz nebe an ku paşde venegre,îdî planên Dagîrkeran bi serdikevin.Ema Fikra sîyasyî ya ku serbixwe,li Kurdistanê,bi hestên neteweyî,ew jî hîna ji xeyala neteweyî,derbaz nebûye.Heger exlaqê Celal Talbanî û Îbrahîm Ehmed,wek Nîyeta Mele Mistefa Barzanî bi neteweyî bûna,ev rewşa wisa şikestî li Başurî Kurdistanê yê nebûya! Hevpeymanî an Îstratcîya Partî,digel YNKê bi rastî,digel xîyanetê bû.Mada 140î,bi vê Îstratcîyê bi 20 Salan,nehat cih bich kirin. Sirûştîya Pêwendîyên Partî,digel YNKê,di berjewendîya Bexadê bû.Lê dîsa xîyaneta ku bi navê Çend Kesan,sebeb ku miletê Kurd,bi perwerde û bi têbinîyên neteweyî ne amade kirîye an ku ne hişyar kirîye. Cudayîya Zar û zimanê Herêmên Kurdistanê,û Tîpên zimên cuda bi cuda Fikir û Felsefe,bi neteweyî,nayên xwendin.Ji zûde Rêbaza neyeweyî ya azadîxwez,nedikarî Rêbaza Xîyanetan,şeperze biket ji ber ku Artêşên Dagîrkeran li piştin.Mesûd Barzanî,got,hevîya min ewe ku ez karibim Zimanekî neteweî û resmî yê Dewletê,çê bikim lê mixabin Xudanên Hêza Xîyanetî,pêşî li hêvîyên Barzanî,girtin.Ema li Hêrêma Başurî,vêga veguhartinên bi kêrî berjewendîyên neteweyî bi hêzek mezin Mesûd Barzanî amade dike.Xîyaneta li Roja 15 û 16 Oktobrê ya Sala 2017 a,nîvekî ji Cigrafîya Herêma Başurî Kurdistanê bi Artêşa Îraqê û Heşdi Şeebî hat sipartin,xînanetek mezine,nayê qebûl kirin hîşt ku Barzanî,bi cidî bifkire!.Li dawîyê,ez cesareta te ya neteweyî,bi bihakî pir mezin zanim ji bo ku tû erkên xwe,di xizmet netewya xwe de,di xwe de dibînî.
Rodi Ilgen | 26-1-2018
BirêzRêbwar Kerîm Welî, Bi hêvîya ku dema nivîsên te, ne wisa gelekî ji hev dûrbin. Nivîsa te ya dawÎ 18.ê vê heyvê hatibu belavkirin. Navberek bi 8 roja ne zêde ye bo nivîsa merivekî mîna te kû ez bawerim gelek xwendevan li bendê bin.?
Nîşankirin : PDK, Bexda, Barzanî, Giştpirsî
1034 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)
Amed MOL | 2018-04-13 2:02:55 AM
Bibihurin.Lê, Hejmarê gelhe (Population-Nüfus) a Kurda 80 milyone! 20 milyon nine! Binêrin: Röportaja Kak Mêhdî Zana li Rudaw-meha Adarê.
Tirkiye zimanê kurdî ji bîlbord û tabloyên ser cadeyên Amedê jê dibe
| 13-4-2018 | (1)
Sileman Elali | 2018-04-12 5:06:16 PM
Di nerîna min de ev siyaseta go niha li suryayê tê xwyakirn yek ji lîstokên rusya û ayran nene û gereke hesabê vê yekê bidin ji bergo hikumeta suryê...
Rûsya: Peywendiyên me ligel Amerîkayê çalak in
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.579 seconds