Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Dewletên rojavayî û Efrîn

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 10-2-2018
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Ew deyndarê Kurdan in. Di şikestina DAIŞê de para kurdan mezin e, mal û warê kurdan wêran bû, bi hezaran jiyana xwe ji dest dan. Bendewarî hesteke însanî ye.

 

DAIŞ di bin çavdêriya sîxuriya Tirk de, ser Tirkiyê ve belavî dinyayê bû. Dezgeh, îro jî li ser kar e. Tenê nav diguhere. Bîrdozî û siyaseta dewletê, tundrewiyê diçîne.

 

Dewletbûn dibe destûrmendiyek e. Binbariyên têkiliya dewletan, hene. Dewleta tirk, dê destûrmendiyê di binpêkirina zagonên navneteweyî de bi kar tîne.

 

Bûyera Efrînê, ji pirsa Kurd tê. Birîtanya û Frensayê ew pirs afirandin,  Amerîka û Rûsyayê statuko parastin. Divê mirov navê pirsê eşkere bêje, nexwe êş dê xwe dubare bike.

 

NATO dibe sedemê bêdengmayînê?

 

Ma ji endamtiya Tirkiyê tiştek maye? NATO li himber Sovyetan (Rûsyayê) damezrandibûn. Îro Enqere ji Brûkselê zêdetir, nêzî Moskovayê ye.

 

NATO (xwedêgiravî) parêzvaniya demokrasî û azadiyan dike. Tirkiyeya îro? Desthilata Tirk, neyartiya wan nirxan dike.

 

Em werin pirsa "parastina sînoran". Kî êrîşî Tirkiyê dike? Ne ti kes. Ew êrîşî herkesî dike, him jî li derveyî "sînorên xwe". Li Başûrê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê çi karê leşkerên Tirk heye?

 

Mijar Sûrîye be, li seranserê tixûb têldirik, mayîn, qereqol, kozik hene, sîstema lazerê û elektronîk heye. Ev çend sal in, diwar jî tê avakirin.

 

Rastiyê bi zanebûn xelet dixwînin. Herdu aliyên tixûb, Kurdistan e. Sînor li ser koletiya Kurdan çêbûye. NATO tixûbên kolonyalîst diparêze. Îro jî derewê bi dinyayê didin xwarin û herwiha rê ji nîjadkujiyê re vedikin.

 

Pirs, berjewendî ye. Di pişêsaziya leşkerî û aboriya Tirkiyê de para wan heye. Mixabin ne jiyana Kurdan, lê ew berjewendî li pêş in.

 

Ji wan weye, ew dikarin Enqerê bînin qeysa berê. Berdêl jî, Kurd in. Divê mirov heqê vê tişta Erdogan bidê: Ew baş bi hevbendên xwe yên NATOyî dileyize.

 

"Operasyona sînordar"

 

Ev ji devê rayedarên NATO û YEyê Ewropayê nakeve. Çi ye ew? Êrîş, êrîşa dagirkeriyê ye. Êrîşî gelê Kurd dikin. Artêşa Tirk, bi Cîhadîyên komkujer û nîjadkujer re êrîş dike.

 

Dîsa jî ew çima hişyariya "sînordariyê" didinê? Haya wan jê hebû? Ma Enqere divê NATOyê ji êrîşa xwe agahdar neke? Serê 2018ê di serdana Erdogan a Parîsê de, ev mijar hat rojevê? Heke Enqerê sozê "operasyona sînordar" dabe wan, diyar e ku careke din ew wan dixapîne.

 

"Teror" dibe mehne?

 

Ew deq li PKKê dane. Herkesî pêve girê didin, herwiha deriyê her gunehkariyê vedikin. Lê dewleta netewekê dikuje, ma ti navî heq nake?

 

Ma ew destûrmendiya dewletan heye, ku deqa terorê li dijberê xwe bidin? Em bêjin yekê kir, çima yên din wê dişopînin?

 

Ma êdî çi wateya pîvanên navneteweyî ma ye? Herkes ji yên din re dibêje "terorîst". Heya bêjî tevlîhevî! Hizbullaha Libnanê bo DYAyê terorîst e, lê ew berdilê Tehranê û hevbendê Moskovayê ye.

 

Enqere bi Ewropayê dileyize. Dibêje, ew "êrîşî terorîstên PKK, PYD, YPG û DAIŞê" dike. Çima DAIŞ? Ma ew ne rêxistina te ye? Balkêş e, HSDya hevbendê DYAyê (vêga) tevlî nake. Enqere dikare her tiştî bêje, lê tê. Çima yên din?

 

Kî çi bêje bila bêje, ev eşkere ye: Dewleta bi sedemên nîjadperestî êrîşî netewekê dike, navê terorîstiyê bi zêdeyî heq dike. Yên piştgirî didinê jî, ji şermezarkirina dîrokê nafilitin.

 

Ma Ewropa ne dara bin xwe dibire?

 

Ewropa hêlîna mafên sivîl e. Bi wê destûrmendiyê, destê xwe dirêjî êşên welatan dikir. Bêguman bi berjewendiyên emperyalîst re gêrekirî. Dîsa jî ew hestyarî, ji bo gelan hêvî û ewleyiyek bû.

 

Dinya guherîye. Bandora navêndên din zêde dibe. Bi taybetî Moskova, Enqere û Tehran, hinardeya nirxên dijî demokrasî û mafên mirovan dikin, him bi hêza çekan.

 

Ewropa çiqas diçe gava paş tavêje. Di bûyera Efrînê de ji berpirsiyariyê direve. Bertek heye, lê têrê nake. Rojhilata Navîn ji dest here, otokrasiyê jixwe berê xwe daye Ewropayê. Li vir û wir, YE qereqolên xwe winda dike. Encameke din, baza nîjadperestiyê ye. Ewropa nikare di rikeya cam de xwe biparêzê. Efrîn ne bûyereke ji rêzê ye.

--------------------------------------------------

 

Du kongre

 

Li Soçî zilamê Moskova, Enqere û Tehranê civiyan. Kurd tinebûn. PYD nexwestin, baş bu ku ew nexwestin. ENKS ji ber êrîşa Erfînê neçû, baş bû ku ew neçû. Biçûna jî, tiştek bi dest nedixistin. Ji wan platforman nan dernakeve.

 

Yek destkeftiya kurdan çêbû: Li ber yekîtiyê mehne neman.

 

Kongreya CHPê çêbû. Min li encamnameyê nêrî. Bo Kurdan ev digot: "Pirsa kurd, li ser bingeha hemwelatiya wekhev û di çarçoveya yekîtiya neteweyî û lihevkirina civakî de wê bê çareserkirin".

 

Çîroka berê ya Kemalîst. Heke bi wê rê çareser bûbûya, çima wê ji 1920ê heya 2003yê we ew çareser nekir?

 

Kurd gellek xeletiyan dikin, lê tiştek rast kirin; ji CHPê dûr dimînin. Ji bêhişên evîndarê kujerê xwe, jixwe ez bêhêvî me.

 

Nîşankirin :
579 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bostancî: Em dixwazin Tirkiyê derbasî qonaxeke din a pêşketinê bikin Duh vî demî 12:50 |

Bostancî: Em dixwazin Tirkiyê derbasî qonaxeke din a pêşketinê bikin

Serokê berê yê Şaxeya Amedê ya AK Partiyê jî Zêdetir
Rêya Hewlêr-Kerkûkê bi fermî hat vekirin Duh vî demî 09:45 |

Rêya Hewlêr-Kerkûkê bi fermî hat vekirin

Piştî çend gerên danûstandinan di navbera Herêma Zêdetir
0.391 seconds