Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Dewleta Şêx Mehmûd

Ji aliyê Arif Qurbanî 11-7-2017
Arif Qurbanî
Arif Qurbanî

Eger di dîrokê de tenê carek derfetek ji bo kurdan çêbûbe ku şert û mercên navdewletî, herêmî û navxweyî hemû bi hev re ji bo damezrandina dewleta Kurdistanê guncaw bin, ew jî di dema dawiya Şerê Yekemîn ê Cîhanê bû.

 

Di wê demê de siyaseta navdewletî, piştgirî dida damezrandina çendîn dewletên nû. Ji ber hilweşandina xîlafeta Osmaniyan, şert û mercên herêmî, bandor li ser biryarên hêzên mezin ên di derbarê parvekirina mîrata “Zilamê Nexweş” de nedikir. Bi destpêka serhildanan û bi pêkanîna şoreş û qiyama kurdan, kurd jî weke neteweyên din ên di bin desthilata Osmanî, li wîlayeteke kurdan, dikaribûn dewletekê damezrînin.

 

Li gelek herêmên Kurdistanê bi mebesta rizgarî û bi daxwaza xwerêvebirinê, çendîn tevger derketibûn holê. Lê di vê mijarê de herî zêde şansê Başûrê Kurdistanê hebû. Di wê serdemê de Şêx Mehmûdê Hefîd (Berzencî), pêşengê serhildan û şoreşa Başûrê Kurdistanê bû. Ji bo ku li wîlayetên Besra û Bexdayê dewletek ava bikin, ji bo ereban derfetek çêbû û da ku kurd jî xewn û xeyala xwe ya Kurdistanê pêk bînin, li Mûsilê derfeteke mezin derket pêşiya wan.

 

Dema ku Besra û Bexda bi hev re hate girêdan û biryara damezrandina dewleta Iraqê hate dayîn, ji serokeşîr û kesayetên ereb ên wê çaxê, ji bo rêvebirina vê dewletê ti kes derneket.

 

Îngilîzan ji eşîra Haşimî kesek anîn û kirin Şahê Iraqê. Birastî Şêx Mehmûdê ku kesayetekî şoreşger û siyasetmedarê wê demê bû û li derdora wî gelek kurd hebûn ku dikaribûn welat bi rê ve bibin.

 

Lê hin reşwenbîrên wê serdemê li dijî wê yekê bûn ku weke Iraqê dewleteke padişahî ji bo Kurdistanê were damezrandin û bi îdiaya ku Şêx Mehmûd zilamekî êşîrî ye, li dijî wî derketin û çûn ketin bin desthilata padişahiya Iraqê.

 

Şehînşahiya Iraqê tenê 40 sal li ser piya ma. Ji dema damezrandina wê heta niha li Iraqê gelek caran şêwaz û sîstema rêvebirinê hate guhertin. Gelek nifşên nû yên siyasî hatin û çûn, lê tenê tiştek neguherî; ew jî bi navê Iraqê nasnameya dewletê û hebûna wê.

 

Eger di wê serdemê de, bi şert û mercên herî xirab li Kurdistanê ji bo Şêx Mehmûd û eşîra wî dewletek bihata damezrandin, heta niha bi dehan malbatên nû û nifşên siyasî hatibûn û çûbûn. Ji bo gel jî hebûna dewleta Kurdistanê û nasnameya wê mabû. Lê kurd bi xwe li dijî çêbûna dewleteke bi vî rengî derketin û li pey wê jî sedsaleke bi jan û xwîn ma.

 

Eger em li rewşa Filistîn û Îsraîlê jî binêrin... Ji destpêka pirsgirêka Filistîn û Îsraîlê ve, cihûyan bi dehan hikûmet damezrandin, kesayetên siyasî hatin û çûn, çendîn partî bûn desthilat û piştre cihê xwe dan partiyeke din. Lê heta niha heman tebeqeya siyasî û heman dibistan nûneriya ereban dike. Eger ji ber temenê wî, rola kesayetekî biqede, hevalên wî yan jî xwendekarên rêya wî, dirêjî bi karwana wî didin. Sedema wî jî diyar e; di dewleteke yasayî û xwedî destûr de, rayedar, hakim û rêveber bi hêsanî têne guhertin. Lê mijarên netewî, ji bo hebûna heman nifşê ya li siyasetê, zirxa parêzbendiyê tîne.

 

Ji ber vê, erebên li Filistinê, heta ku pirsgirêka Filistînê bidome, li derdora heman dibistana neteweperest ku ew anîne vê rewşê, bêyî ku pêş bikevin dê berdewam bin.

 

Eger em Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku partiya herî temendirêj a Kurdistanê ye bikin nimûne, di sala 1940î de ku PDK hate damezrandin, cihê wî bihişt be Mele Mistefa serokatiya wê dikir. Piştî wî jî kurê wî bû serokê PDKê û dûvre jî dê neviyê wî bibe. Ev tenê bi taybetî ji bo siyaseta PDKê nîne. Li ser mijarên netewî yên kurdan jî wisa ye. Çimku kurd nebûn dewlet. Ji wê çaxê heta niha binemala Barzanî li ser mijarên neteweya kurd, di rêza herî pêş de ye. Heta ku pirsa kurd berdewam be, siyaset û rewatiya şoreşgerî û rêbaz û dibistana kurdî ya vê binemalê jî dê bidome.

 

Em bifikirin ku di dema damezrandina PDKê de dewleta kurdan jî hatiba damezrandin û Mele Mistefa jî biba serok. Gelo ji wê çaxê heta niha dewleta Kurdistanê, dê ji aliyê binemala Barzanî ve bihata rêvebirin? Bêguman nexêr. Weke welatên din ku hin dewlet li ser bingeha mîras û rêveberiya binemalekê hatine damezrandin jî, ji holê rabûne û desthilatdarî ketiye destê gel. Dewletên bi vî rengî ku di sala 1940î de bihêz bûn, kîjan hêj desthilat e? Eger Kurdistan di şert û mercên herî xirab de biba dewlet û bi dîktatoriyê bihata rêvebirin jî, ji Atatirk û Sedam bihêztir nedibû. Aqûbeta wan gihişte ku derê?

 

Li Kurdistanê her kes ji ber partiyên siyasî û desthilata binemalan ji rewşa siyasî nîgeran in, yan jî hin kes ji ber ku gumana wan heye ku ew statuya ku pêk were, bikeve destê eşîrekê yan jî binemalekê û ji ber vê jî guh nadin derfeta ku hatiye pêşiya kurdan. Hetanî hin kes bi hinceta ku temen û rayeya nifşa siyasî ya niha dê dirêj bibe, li dijî serxwebûn û statuya netewî ne ku ev statu ji bo wan û ji bo gelê wan e. Divê em bawer bikin ku rêya derbasbûna ji sîstema eşîriyê û desthilata binemalî û hakimî û rêveberiya xerab, ew e ku Kurdistan bibe xwediyê dewleta xwe.

 

(Ramanên nivîskar ayidî nivîskar in, Tora Medyayî ya Rûdawê ji ramanên nivîskar ne berpirsyar e.)


Şîrove

 
lolizano | 12-7-2017
Nivîskarê bê Welat,Arif Qirbanî!Ez,Gotarên te gotin bi gotin tehlîl dikim paşê,qebûl dikin an nakim:Tû,gelek bi sira û mira zanî,lê di ser re,baz didî ku xwe nekî qirban!Nivîskarê Kurd yê vê Serdemê,ewe ku mêrxasîya nîv pşmergehan,di xwe de,ragrin!Welat,an Dewlet,ji bo Nîvîskarê Kurd,her tişte!Dema Tû berê rûyê xwe didî,cihê lê rik û kîn û xîyanet,lê meyîne,tûf rûyê xudanên helwestên wan yên şikestî biket.Bi teybetî ewên ku dibêjin,((Herger birsîme an birçîme,Dewlet ji bo çîye))Bêje wan,Gûh bixin bes ne bêjin,Dewlet ji bo çîye. Dewlet,Hebûna miletê Kurd de,Dewlet ji bo Paşeroja Neslan Nasnameya wanin.Dewlet Şerefe û Namose!
555 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Dizítí u talankirin Yasayíye li Iraqé?! | 2017-09-20 7:04:51 PM
Sermezin,Gava ku te mala xwelké tal kir u Seranseré Iraqé $éland u Kaos a li Iraqé derxist Yasayí bu? Gava ku tu u derdora te,dizíya xwe didkin u we...
maroouf | 2017-09-22 2:51:54 PM
gelo ev dirinde liser navê kî dipeyvet...! bi navê Saddê Hussên îû an jî wek xulamek Saddamê Hussên....! ey dirinde dema DAISH kete Mousil dneg ji te...
Malikî: Em destpêşxeriya Neteweyên Yekbûyî red dikin
| 20-9-2017 | (3)
maroouf | 2017-09-22 2:39:23 PM
Ey dirnde.... ka gelo wek rêz li ber çi mafên Kurdistana Bakur kirdîya heta em roj ...! ji xeynî kushtin, ruxandin, wêrankirin, birdumankirana kurd û...
Serokwezîrê Tirkiyê: Referandûm ti xêrekî nagihîne birayên kurd
| 15 demjimêr berê | (1)
Maroouf | 2017-09-22 2:18:31 PM
Li gor zagona Ummeti Muttahide Neteweyên yekbuyîn her mafe hemu gelên bindest rewayet mafa çarenuwsa xwe bi destura raya gel bi rapiryîya gelemperî...
Barzanî: Aliyên navdewletî ne li dijî giştpirsiyê ne
| 8-9-2017 | (1)
Bernas | 2017-09-22 12:47:37 PM
Her bijîn biradaran, hûn her bijîn. Karê olderên Kurd jî divê wekî hemû xelkên dinyayê bo Kurd û Kurdistan î be.Bo vê jî helwesta Eli Bapîr wek...
Ji Şêxê Neqşîbendiyan banga referandûmê
| 14 demjimêr berê | (1)
0.515 seconds