Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Gelo DAIŞ digihe Bakûr?

Ji aliyê Zıryan Rojhılati 11-7-2017
Ziryan Rojhilat
Ziryan Rojhilat

Eger DAIŞ ji Reqa û Dêrezorê were derxistin û cihê hebûna wî li Iraqê were sînordarkirin, çekdarên bakûrî, qefqasî û îraniyên DAIŞê, ji bo derbasbûn û mayînê dê berê xwe bidin Bakûrê Kurdistanê. Eger ev yek jî çêbibe, dibe pêleke DAIŞçitiyê ji aliyê Bakûrê Herêma Kurdistanê ve, wate ji Duhokê ve were nav Herêma Kurdistanê, bi vî awayî serweriya şiklî ya DAIŞê ji 3 aliyan ve Herêma Kurdistanê dorpêç bike, ku her dema  firsend dît dikare bike serweriya siyasî û cografî, yan jî astengî û tengezariyan ji bo hikûmraniya kurdî çêbike.  

 

Şerê DAIŞê ji bo gelê kurd çi qas derfet afirandibe, ew hinde jî metirsî avakiriye, ku yek ji van metirsiyan jî ew e, ev rêxistin li parçeyên Kurdistanê bibe rêxistineke lokalî. DAIŞ ti caran niyeta xwe ya xwegihandina Rojhilat naveşêre û bingeheke rêxistinî ji xwe re amade kiriye. Pirs ev e, gelo dê paşerojê de berbi Bakûr ve jî here yan ne? Bingeha lokalîbûna DAIŞê li Bakûrê Kurdistanê heye yan ne?

 

Dîtina min ew e, ku li Bakûrê Kurdistanê zemînê li xwe girtina DAIŞê heye û eger PKK li çiyayan nemîne, DAIŞ dikare cihê xwe li wan çiyayan qahîm bike.

 

Kurdistan û DAIŞ

 

Êdî ew serdema DAIŞê ya kontrolkirina gografyayekê ber bi dawîbûn û lawazbûnê ve diçe. Hê jî ne diyar e ka di qonaxa piştî nemana DAIŞê de li herêmê dê nexşeyeke nû were çêkirin yan ne. Lê wesa diyare, ku dîsa dê serweriya şiklî ya DAIŞê DAIŞê li herêmê bimîne û li hinek herêman jî hebûna wî ya fîzîkî, kêm jî be dê hebe.

 

Êrîşa DAIŞê ya li ser Herêma Kurdistanê, ji milê bakûrê rojavayê Kurdistanê ve jî têk çû û niha xala qeyrana DAIŞê ber bi sînorên başûrê rojavayê Herêma Kurdistanê ve diçe. Dibe DAIŞ ji vir û şûnde Çiyayên Hemîrînê û parêzgeha Diyala ya Iraqê ji xwe re bike mesken. Bi vî awayî tê hêvîkirin, ku di dema pêş de DAIŞ ji milê başûr û başûrê rojava ve ji bo kurdan kêşeyan durust bike, herêma Germiyanê bike armanc. Lewma hê jî DAIŞ gefeke stratejîk e û heta neyê kontrolkirin, Kurdistan aram nabe.

 

Ji bilî vê, Îran dixwaze tevgerên cîhadî li dijî Herêma Kurdistanê bikar bîne, lewma çavên xwe ji tevgera rêxistinên DAIŞê re, ji stema etnîkî û mezhebî re digre. Valatiya siyasî ya ji ber nebûna tevgerên kurdî, rê dide ku DAIŞ li Rojhilatê Kurdistanê cihê piyê xwe çêbike. Ev yek jî dihêle, ku DAIŞ li wir bibe hêzeke xwecihî. Lê tevgera neteweyî ya kurdî dikare pêşiya vê yekê bigre.   

 

Li Bakûr çi dibe?

 

Parlamenterê Tirkiyê û Serokê Navenda Lêkolînên Turksamê Umit Ozdag beriya niha raporek derbarê hejmara hemwelatiyên Tirkiyê yên çûne nav Bereya Nûsre û DAIŞê belavkiribû. Li gorî wan hejmaran, di navbera 5 heta 9 hezar kesan çûne nav van rêxistinan. Eger em hejmara herî kêm, wate 5 hezar kesan bidin ber çavên xwe û hesab bikin, ku ji wê hejmarê jî tenê hezar kes mabin, ev dibe hejmareke giring û dikare encamên siyasî û leşkerî yên giring bi xwe re bîne.

 

Li gorî hinek çavkaniyan, di çend salên derbasbûyî de zêdetirî 700 kurdên Bakûrê Kurdistanê di nav DAIŞ û Bereya Nûsre de hatine kuştin. Eger ev hejmar rast bin, li gorî hejmara kesên nav DAIŞê yên Tirkiyê, em dikarin pêşbîniya wê yekê jî bikin, ku herî kêm 250 û 300 kurdên Bakûrê Kurdistanê di nav van rêxistinana de mane.

 

Serokê Gştî yê HAK-PARê Refîk Karakoç, ku di van rojan de serdana Herêma Kurdistanê kiribû, ji min re got, rêxistina DAIŞê di nava bajarên Bakûrê Kurdistanê de, bi taybetî jî li bajarê Semsûrê tişteke veşartî nebû.

 

Meyla îslamî ya radîkal li Bakûrê Kurdistanê, zêdetir li hêla Semsûr, Riha, Amed, Êlih û Mûşê de ye. Ev hêl jî Bakûrê Kurdistanê dike du qet û ji rojava ve ber bi rojhilat ve dirêj dibe. Li aliyê bakûrê vê hêlê de zêdetir kurdên elewî û li aliyê başûr jî zêdetir kurdên sunnî hene.

 

Li ser vê xetê herdem tevger û hizrên cîhadî li gel tevger û hizrên neteweyî yên kurdî di nava pozberiyê de bûne, di salên 1990î de pozberî û pevçûn di navbera Hizbûllah û PKKê de, bi teybetî jî li Amed, Êlih û Mêrdînê hebû.

 

Bê guman li Bakûr zemîna derketina hizra Hizbûllaha nû yan jî DAIŞa bakûr heye. Delîla herî baş ji bo vê yekê jî rêjeya dengên AK Partî û HUDA-PARê ne.

 

Xaleke din jî ew e, ku eger di encama şerê PKKê û Tirkiyê yê vê dawiyê de PKK ji çiyayan derbikeve, bi vî awayî ji bo tevgerekî îslamî ya çekdarî cîh vedibe.

 

Ji bilî vê yekê Bakûrê Kurdistanê ji bo DAIŞê rêreveke (korîdor an jî cihê derbasbûnê) beş e da ku liv û tevgera xwe bigihîne sînorên welatên Yekîtiya Sovyeta berî û herwiha Rojhilatê Kurdistanê jî. Wate Bakûrê Kurdistanê ji bo DAIŞê deriyê xwegihandina Qafqasya û Îranê ye. Lewma li ser vê xetê rêxistina xwe çêdike.  

 

Dibe avabûna Hizbûllaha nû yan jî DAIŞa bakûr ne diyardeyeke nêzîk be. Lê eger hizra neteweyî ya kurdî lawaz be û valatiyeke siyasî û leşkerî li wir ava bibe, berbijêr an jî namzetê dagirtina vê valatiyê dê ev rêxistin bin.

 

570 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Ali As | 2017-09-19 6:43:14 AM
Alî Bapîr Selefiyekî islama radikale. Heta kesê wek wan hebin, ti kes pisht nade Kurdistanê!!!!
Bernas | 2017-09-19 8:51:13 PM
Gelo oldarî tê wateya xizmekarî û koledarî ya neyaran? Hemû olderên gelên din bi navê ol xizmeta gelê xwe û welatê xwe dikin. Hemû welatperwer in....
Seidî Pîre li ser aktîvkirina parlementoyê bersiv da Elî Bapîr
| Duh vî demî 12:32 | (2)
Bernas | 2017-09-19 8:25:13 PM
E..., nepoxa/balona Tirkíyé édí teqíya. Kesek nema ku bi wan re bibin şîrik bona dorpêçkirina Kurdistan, ku wan di van duh rojên dawî qaldikir....
REFERANDUM - Serokê Fransa: Em nabin rêgir li pêş proseyeke demokratîk
| 9 demjimêr berê | (1)
Kan hún jihîkmet û zîrekiya xwe nîşan bidin | 2017-09-19 7:42:40 PM
Ka hun ji zírekbuna xwe ní$andin.Pirsgrékén Iraqé cuye hatiye li ser milé Kurdan maye? Hún jí zanin mesele ci meseleye. Hún ji buy Irané $uré xwe...
Erebistana Siûdî: Bila Barzanî hîkmet û zîrekiya xwe nîşan bide
| 17 demjimêr berê | (1)
Gîwar | 2017-09-19 4:04:00 PM
Her bijî ji birêz Berhem Salih re! Gorran û Komala îslamî te ji xwe re bikin nimûne! Ev refarandûm ne pirsa partîyan e, pirsa nistîmanê ye! 
Berhem Salih: Ez bi serxwebûna Kurdistanê re me
| 12 demjimêr berê | (1)
0.469 seconds