Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

"Trump ê Brazîlyayê"

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 11-10-2018
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Neyarê reşikan e. Jinan biçûk dixe. Evîndarê generalan e. Weke Rodrigo Dutertey ê Filipinê, wê bi kuştinê here ser 'tawanbaran'. Ew rastgirê populîst, Jair Bolsonaro ye. Di hilbijartinê de bi rêjeya %46 bi ser ket, berendamê çepgir di %29an de ma. Xeternak! Bolsonaro, dibe 28ê Cotmehê bibe serokomar.

 

Amerîkaya Latînî parzemîna desthilatên leşkerî bû. Brezîlya 1985ê zivirîbû demokrasiyê. Piştî “Şerê Sar”, parzemînê demokrasî nas kir. Çepgir bûn desthilat, general darizandin, birîn kêm zedê cebirîn. Lê ew gendelî û xizanî? Nikaragua, Venezuela û Brezilya li ber çav in. Diyardeya demokrasî, aştî û dadmendiya civakî, ji zû ve ji rastgirî û çepgiriyê borîye.

 

Otokrat ewilî bi derbeyan dihatin, vêga bi hilbijartinê. Guhertin, berhema "tawankarî, gendeliya serdestan, xîzanî û nediyariya pêşerojê" ye. Brezîlya banga hawar û hişyariyê ye. Ew welatê qerasê, wê bandora erdhejî li derdora xwe bike.

 

Şirovekar qala koalîsyona "dewlemendên qerase, artêş û dêrê" dikin. Em wê û berhema wê ji dîroka nêz baş nas dikin. Rûsya, Îran, Tirkiye, Çîn, DYAya Trump û nîjadperestiya Ewropayê... Mirov ditirsîne. Ka wê çi bînin serê me? Tişta baş: Emê biçûk, ewê mezin winda bikin.

 

"Li xayîn bidin!"

 

Siûdî bi balafir û roketan li zarok û sivîlên Yemenê dide, ka bertek? Di bûyera saloxger-siyasetmedar-rojnamevan Cemal Kaşikçi de, bertek mezin e. Edî hewqas dibe! Bûyer, şermezarkirina herî dijwar heq dike.

 

Ma tiştek tê serê Riyadê? Dadmendî, dikare dewlemendiyê? Bûyer li Tirkiyê diqewime. Riyad û Enqerê şirîkên selexaneya Sûrîyê ne. Ji zû ve di navbera wan de serêşî hene. Enqerê bi awarteyî hewceyî pereyên Siûdîyê yê. Ma kuştina Kaşikçi, ne dayîna xwedê ye? An nîşana pirsgirêkan e? Xislet an berjewendî?

 

Salên dawî gellek rojnamevan hatin kuştin. Bêhtirî yên li welatên Ewropayê tên rojevê. Kuştinên Putin serî dikşînin. Wî, li Rûsyayê rojnamevanî kuşt.

 

Li Maltayê 16 Cotmeha 2017ê kuştina rojnamevana jin Daphne Caruana Galizia, deng da. Hewqas! Ji ber ku destê endamên hikûmeta Maltayê tede bû û gendelî li dezgehên YEyê jî diket. 21ê Şibata 2018ê li Slovakyayê rojnamevan Jan Kuciak û xwestiya wî Martina Kusnirova kuştin. Şop digihiştin endamên gendel yên hikûmetê.

 

Li welatên demokratîk rojnamevan bêhtirî bi mebesta veşartina gendeliya serdestan tên kuştin. Ev û diyardeya jorê ya Brezîlyayê, hev digrin. Gendelî dibe sedemê bertekê, populîst ji bo desthilatbûna gendeliyê, bedkarî li berketê dikin.

 

Putin, rojnamevan û dijberên xwe bi "xiyanetê" deq dike. Bi madeyên nukleerî û bi jehrê, "xayînên xwe" dikuje. Qirika Yulia Skripala bi bavê xwe re 4ê Adara 2018ê li Brîtanyayê rastî êrîşa jehrandina hatî, nîşana wê hovîtiyê ye.

 

Ji bo otokratê Enqerê Can Dundar xayîn e, ji ber ku wî çekên diçûn tundrewên îslamî eşkere kiribûn. Gava Kurd mijar bin, pîvan namîne. Di dema van gotinan de jî, rojnamevanên kurd digirtin. Çend girtî ne? Çend hatine kuştin? Ma xema kî ye? Divê weke Cemal Kaşikçi xalên te yên qelew hebin. Çi sosret e! Kujer û zîndanvanê rojnamevanan, kuştina rojnamevan dişopîne!

 

Tirkên reben!

 

Çima piştî 24ê Hezîranê dengê CHPê bi yek derbê çikiya? Yê Muharrem Inceyê xeberdanhez jî. Ji ber windakirinê? CHP jixwe her carê winda dike. Nebe ku hinekan, "ji ber berjewendiyên netewî" guhê wan kişandibe?

 

Ma ev herdu bûyer, ne balkêş in? CHPê nikarî parlamenterê xwe Enis Berberoglu bide berdan. Jin Berberoglu xwe da bin bar. Çû CHPê, xwe avêt vî û wî, dawiyê serî li Deniz Baykal ê kurê dewletê da. Wî, pesnê dadmendiya Erdogan da. Di ser de çendek roj neborîn, Berberoglu berdan. Yek gotin negot, rasterast rêya parlemena yekcar bêwate girt.

 

Dîsa jî ez ji serbestberdana wî dilxweş im. Lê ew dadmendî? Ew siyaset? Ew xislet? Çima yên Kurd bernadin? Yek jî, yek gotinê nake. Qeda li mirovahiya we be! Qeda li biratiya we be!

 

Rojnameya Cumhuriyetê, Kurd û Tirk pirsên Tirkiyê tanîn ziman. Ev, li kevneşopa nîjadperest ya rojnamê nedihat. Kemalîstên dewletperest har dibûn. Desthilatê rê vekir û dibe rêya piştgiriya darayî jî. Ma ketina Hurriyetê, ji ya Cumhuriyetê ne birûmettir e?

 

Min dîsa ew şopand. Ji bo Yezdan, bi xirabî be û ji bo yek carê be jî, gotina Kurd? Na! Va nîjadperestiya kemalîst.

 

Ma ew hemû ne nîşana hevbendî an xwe-radestkirinê ne? Di burokrasî, dadmendî û leşkeriyê de çi ji hewqas kadroyên kemalîst hat? Ka dewleta kûr, ka OHD? Bi gotina kurt; Kemalîstên dewletê, ji zû ve piyekî otokrasiya Enqerê ne, bûne kevneparêz û nirxên hemdem dirûxînin.

 

Dibe ku rojekê terîqet û kevneparêzên olî dev ji Erdogan berdin, lê Kemalîstên dewlet- û artêşperest dev jê bernadin. Çima? Ji ber neyartiya kurdan.

 

Nadiye Murad

 

Em pê şanaz in, ne bitenê ji ber xelat, bêhtirî ji ber kesayet û berxwedana wê ya bîrdariyî. Xweska êş biboriya. Lê ma ew êş, ji bo me hemûyan ne fêr û hişyariya dîrokî ye?, da ku ew xwe ti caran dubare neke.

 

Serokwezîrtiya Herêma Kurdistanê, weke ku ew dabin hemû Kurdan pêşwazî li xelatkirinê kir, êdî Serokomarê Îraqê jî, weke ew dabin hemû Îraqiyan. Li vir ez xwedî nêrîneke cuda me.

 

Êzidî, Kurd in. Êşa wan, êşa kurdan e. Lê xelatê danê Murad, ne ji ber Îraqîbûn û Kurdbûnê ye, ji ber Êzidîbûnê ye. Ji ber Êzidîbûnê, ew karesata erjeng hat serê wan. Ew, him qurbaniyên nîjadperestiya ereb in, him yên pêşdarazî û tundrewiya olî ya îslamî ne. Em dixwazin bibin hevparê şanaziya xelata Murad, divê pêşî em bi şermezarkirina pêşdaraziyên olî dest pê bikin.


Têbînî: Naveroka nivîsên kesayetên ku li malpera Rûdawê tên belavkirin, bîr û hizra nivîskarên wan nivîsan e û Tora Medyayî ya Rûdawê ji naveroka wan neberpirsyar e.

Şîrove

 
Cemal Aslan | 12-10-2018
Gelo Ezidye Ereb an Tirk jene? Evil Ezditje bu an kurdi hebu? Alman decen evil hek an miricik hebu?
Nîşankirin :
894 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can | 2018-11-28 8:30:03 PM
Sıhet xweş bıra rastî di nav şirovekarên rudawde tu nimone u rastteqîntirin şirovekarî serkeftın kı bu te
Barzanî dê wek Barzanî bike?
| 28-11-2018 | (1)
Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê 9-12-2018 |

Bi wêneyan: Werzişa skiyê li Qersa Bakurê Kurdistanê

Ji seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xelk Zêdetir
Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin 22-11-2018 |

Barzanî gihîşt Bexdayê; Mihemed Helbûsî û Hadî Amirî pêşwazî lê kirin

Ji aliyê Mihemed Helnûsî û Hadî Amirî ve hate Zêdetir
0.406 seconds