Kurd û 'mîhwera şer' li Sûriyê
Di helwêsta kurdên Sûriyê de neronî û dudilî û nakokiyeke eşkere heye li hember serhildana cemawerî dijî rêjîma desthilatdar û grubên dijber yên ku di vê serhildanê de peyde bûne, nemaze jî Civata Niştimanî ya Sûriyê. Dudiliya hinekan digihîje asta tirsê ku hinek hêzên kurdî pişta rêjîmê bigirin, tevî ku kurd ji hemû pêkhateyên din yên Sûriyê bêtir rastî serkutkirin û binpêkirinê hatine ji aliyê vê rêjîmê. Sedemê vêya jî pir in û dibe ku yek ji wan ev be ku kurdên Sûriyê li ser 13 partiyên siyasî dabeş bûne.
Di nîşana herî nû ya vê parçebûnê de, Partiya Yekîtiya Demokrat PYD ku di pratîkê de şaxa Sûriyê ya PKKê ye, êrîş bir ser partiyên kurdî yên Sûriyê piştî xilasbûna kongreya ku vê dawiyê li Hewlêrê girêdan û tê de serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji wan daxwaz kir rêzên xwe bikin yek. Di vî alî de hinek çalakvan dipirsin ji ber çi kurdên ku xwe wek siyasetvanên dijber dinasînin, ewqasî xemsar in li hember tiştê li welatê wan diqewime û bi wan baştir e jiyaneke bê derdeserî li Herêma Kurdistanê bijîn û bidin dû hinek îmtiyaz û milk û berjewendiyên taybet?
Bo bibîranînê divê em bêjin ku kurdên Sûriyê bi dirêjiya dehên salan e ku ji nasnameya sûrî bêbeş in, ji ber ku hikûmetê bi awayekî fermî di Cotmeha 1962an de ragihand ku kurd wek welatiyên sûrî nayên danîn, çiku tu belgenameyk derbarê bapîrên wan di serjimêrî û tomarên rewşa sivîl a berî sala 1920an de tune. Ligel vê biryarê hinek tedbîrên din hatin standin `zinara erebî` bo dorpêçkirina gundên kurdan ku armanca wê erebkirin û gelqirî bû. Ji hingî ve desthilatdarên Sûriyê bo binavkirina kurdan hinek gotinên wek “biyanî” û “mektûm” bikar anîn. Hejmara kurdên ku vê biryarên ew lixwe digirtin di dema xwe de 120 hezar bû, bi derbasbûna demê re hejmara zerermendên wê biryarê gihişte 250 hezar kesan. Di Nîsana par de, serok Beşar Esed biryarek derxist bo dayîna nasnameya sûrî bo wan kurdan, lê ev wek rengekî bertîlê hat şîrovekirin ku armanca wê bêalîkirina kurdan bû di tevgera nerazîbûnan de. Di 2004an de, li Qamişlo kurd rabûn ser piyan û serî hildan, lê desthilatdaran bi tundî ew binpê kirin û bi sedan kurd kuştin û birîndar kirin. Hinek dudilî û biryarnedana niha ya kurdan ku tevî dijberiya erebî bibin, bi wê yekê ve girêdidin ku wê demê ereban piştgiriya wan nekir û bi tenê hiştin li hember gurên rêjîmê.
Niha dibe ku kurd bikarin terazûya hêzê bi awayekî bingehînî biguherin, ger bi yek helwestê tevî dijberiya sûrî bibin, ev bandorê jî dike li ser helwêsteke navdewletî ya çalaktir li dijî rêjîma Esed. Çiku hebûna bereyeke kurdî ya hevgirtî ku xwe ji rawestana li dijî rêjîma Esed yekalî kiribe, dibe ku alîkar be bo guhertina helwêsta navnetewî li ser asta tevgera eskerî, bi liberçavgirtina wêya ku faktorê cografîk ku xwe di devereke kurdî ya hevgirtî de dibîne, dikare bibe bingehek bo dijberiyê û wilo jî sînaryoya Benxazî li Lîbyayê bê dubarekirin. Bêguman hinek aliyên kurdên Sûriyê hene ku xwe yekalî kirine û divê ji îna borî ve dest bi danûstandinan kiribin bo tevlibûna di civata niştimanî de wek serokê civatê Burhan Xelyon û lîderê kurd Ebdilhemîd Derwêş ragihandin.
Êdî PYD ya alîgira PKKê dimîne ku astengiyan dixe pêşber yekkirina helwêsta kurdan. Çalakvan dibên lîderên siyasî yên Herêma Kurdistanê dikarin roleke erênî bilîzin ger xwe di piştgirîkirina dijberiya sûrî û civatê de, yekalî bikin.
Xeternaktirîn tişt li vir ew e ku li ser erdê li Sûriyê rû dide. Tiştê li wir rû dide ew e ku ger kurdan nekarî li gor xurtbûna rewşa Sûriyê gavan bidin, xwe di rewşekê de dibînin bêdesthilat di diyarkirina riya Sûriyê û pişt re jî siberoja xwe. Bi rastî jî bi baweriya çalakvanên kurd li Sûriyê û Herêma Kurdistanê, rewş riyeke xeternak werdigire û gefeke mezintir e ku tenê nakokiyek li ser ra û baweriyan be. Ew şiyariyê didin ku xeternakî xwe di derketina “rêbazeke şer” de dibîne bi piştgirîkirina rêjîma Esed, rêbaz yan hevbendî jî Îran, Hizbûllaha lubnanî û PKKê lixwe bigire. Bi baweriya wan jî hinek dewletên deverê, bi taybetî jî Iraq, Cezayir, Sûdan û Lubnan bi awayekî sergirtî piştgiriya vê mîhwerê bikin. Tiştê rewşê hê aloztir dike ew e ku rêxistina Qaîde ragihandiye xwe ji rewşa Sûriyê dûr nagire.
Tiştê me li jor behs kir me digihîne pirsekê derbarê helwêsta ku divê kurdên Iraqê û lîderên wan yên siyasî peyrew bikin. Hemû amaje heya vêga wisa derdixin ku helwêsta siyasî ya kurdî bi giştî heya cihekî teba û hevdeng e ligel helwêsta fermî ya Iraqê ku li cem çalakvanên kurd helwêsta piştgirîkirina “mîhwerê şer” e bi awayekî sergirtî ku ligel helwêsta Îranê digunce. Lê li vir divê em bêjin jî ku faktorekî zatî di vê helwêsta kurdan de heye, ew jî wek dibên cûreyeke ji emekdariyê bo Sûriyê ku heyamekê penageheke aram bû bo lîderên kurdên Iraqê û hejmareke zêde ya penaberên kurd di serdema Sedam Husên de. Tevî ku ev tenê ji ber dijminîkirina Sedam bû, diyartirîn belge jî li ser vê yekê, Şamê di dema xwe de qet kongreya niştimanî ya Iraqê nas nekir ku Amerîka piştgiriya wê dikir.
Bi gotineke din, niha tu pêbendiyeke exlaqê ji aliyê lîderên kurd li hember rêjîma Esed, yan li hember wî bi awayekî şexsî nemaye. Her lewra divê partiyên kurdî yên Sûriyê bi awayekî ciddî han bidin da ku helwêsta xwe bikin yek û bi awayekî aktîf tevî dijberiya sûrî bibin û bicîhatina daxwazên xwe yên netewî di Sûriyeya nû de misoger bikin. Divê kurd bilez tevbilivin û rêzên xwe bikin yek berî ku tirên wan li pey xwe bihêle, çiku ger bi derengî xwestin bigihinê, êdî di fargona baran de jî cihekî ji xwe re nabînin.



Nerîna xwe binivîse