Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?

Ji aliyê DAVİD ROMANO 12-4-2018
David ROMANO*
David ROMANO*

Piştî êrişên Tirkiyê yên ser Efrînê û destdanîna hikûmeta Iraqê ser deverên nakokî di Cotmeha 2017an de, gelek hevalên min behsa "xiyaneta Amerîkayê ya li Kurdan" dikin.

 

Ev pirsyar gelek tê kirin ku çima xiyanet li Kurdan hat kirin, tevî ku Kurdan "ji bo Amerîka û cîhanê şerê DAIŞê kirin". Xelk bi wî şiklî diaxivin, weke ku bibêjin ev xiyaneta herî dawî dişibihe xiyaneta 1975an ku Henry Kissenger dilniyayî daye Mela Mistefa Barzanî daku li dijî Bexdayê serhildan bike û piştre jî dema Şahê Îranê li gel Bexdayê pêk hat, Amerîkayê alîkariya xwe ya ji bo Kurdan qut kir.

 

Lê belê  di şiroveyên  bûyerên 1975an de jî zêderûyî diyar e. Piştî ku Şahê Îranê qedexe kir axa wan (ji bo alîkariya Kurdan) bi kar bînin, êdî ne Amerîka, ne jî Îsraîl di pêgehekê de nebûn ku alîkarîkirina Kurdan bidomînin.

 

Wê demê li Îsraîlê hinek dilgiraniya rewa û rasteqîn dihat dîtin, lê heta niha jî ev cihê pirsyarê ye ku Waşington – eger xwestiba jî tiştek bike – di wê serdemê de dikaribû ji bo Kurdan çi bike? Avêtina alîkariyan bi rêya balafiran sûdeke ew qas mezin nade, weke çawa me li Kobanî dît, alîkariyên bi vî şiklî, dibe ku bikeve destê dijmin.

 

Li ser bûyerên van demên dawî jî, divê xwendevanên vê quncikê çendîn xal li ber çavan bigrin: Peywendiya li gel referanduma Îlonê, herwiha bûyerên herî dawî, divê xwendevan bizane ku Amerîkayê ti car dijatiya xwe ya li pêngava Hewlêrê ya li ser cudabûna ji Iraqê veneşartiye. Îdareya Amerîkayê bi awayekî eşkere ragihand ku ew piştgirî nadin wê pêngavê, weke çawa ku gotibûn ew li dijî çareserkirina yekalî ya pirsgirêka deverên nakokî ne.

 

Rayedarên Waşingtonê ti derfetek ji dest nedan ku piştgiriya xwe ya ji bo yekîtiya axa Iraqê nîşan bidin - di hemû daxuyaniyên xwe de ev riste bi lêv dikirin  ku "Em piştgiriya Iraqeke bihêz, yekgirtî, demokratîk û federal dikin".

 

Dema di meha Cotmehê de General Suleymanî beşek ji Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) veqetand û wan jî, rê ji Bexdayê re xweş kirin daku Kerkûk û deverên din ên nakokî werbigrin, tiştekî ecêb nebû ku Waşington di şerê dijî Bexdayê de piştgiriya Kurdan nekir.

 

Helbet heta eger Amerîka bixwesta tiştek bike jî, ji bo ku alîkariya Hewlêrê bike, dem li ber dest bûbû asteng, çimku paşvekişîna ji wan deveran gelek bilez pêk hat.

 

Weke ku wê demê ev qunciknivîs û çavdêrên din amaje kiribûn, Waşington dikaribû li dijî hewldanên Bexda yên dijî Kurdan daxuyaniyên mîna gefan ên tund li dijî Bexdayê bide, lê pêngavên Amerîkayê dê wisa derketa ku piştgiriya hewldanên serxwebûnê dike, tevî ku Amerîka heta niha jî dijî vê hewldanê ye. Eger em siyaseta daxuyaniyê ya Amerîkayê li ber çavan bigrin, em dibînin ku zehmet e serederiya ligel Amerîkayê bigihîje wê astê ku navê "xiyanetê" lê were danîn.

 

Ev ji rastiyê ne dûr e ku Amerîka di civînên taybet de hişyarî dabe Bexdayê ku çalakiyên xwe yên leşkerî ber bi wan deveran dirêj nekin ku bi awayekî destûrî weke Herêma Kurdistanê hatiye nasîn (deverên ku dema nivîsandina Destûra Iraqê de di bin kontrola Hikûmeta Herêma Kurdistanê de bûn). Ev sozek bû ku Waşington her dem ji Kurdan re daye û dibe ku heta niha jî soza xwe bi cih anîbe.

 

Em dema behsa DAIŞê jî dikin, zehmet e wisa bê gotin ku Kurd li Iraq û Sûriyê wî şerî "ji bo Amerîka û cîhanê" kiriye, şerê ku kirin ji bo xwe kirin. Dema di Hezîrana 2014an de DAIŞê Mûsil û bajarên din ên Ereban ji desthilatdariya Bexdayê derxistin, meyleke ew qas mezin a serkirdetiya Hewlêrê di şerê dijî DAIŞê de ji bo alîkariya Bexdayê tinebû, dema hatin nav bajêr ku di Tebaxa 2014an de rûbirûyî kuştina DAIŞê bûn.

 

Ji ber vê yekê rewş xwenefikirîneke qehremanî nebû, (her çi qas ku wêrekiya Kurdan di şer de derket holê). Kurd ji ber çend sedemên ku peywendiya wan bi wan re hene, şerê DAIŞê kirin, ev jî li gel berjewendiyên Amerîka û piraniya cîhanê li hev girt.

 

Ev rewş li Sûriyê jî bi heman şêwe bû. Kurdên Sûriyê piştî ku dîtin ji 2011an ve ji aliyê grûpên cîhadî yên cur bi cur, bi taybetî ji aliyê DAIŞê ve dibin armanc, êdî berjewendiya xwe di wê yekê de dîtin ku ew grûp dê werin jinavbirin. Di destpêkê de jî berjewendiyên wan ên sereke, ligel berjewendiyên Amerîkayê li hev girt, Amerîka jî yekem car li Kobanî û piştre bi awayekî giştî alîkariya şervanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir.

 

Ev rewş jî, bi xwenefikirîna Kurdên Sûriyê nebû. Rast e divê Amerîka û cîhan spasiya Kurdan bikin ku DAIŞ têk birin, lê bila qet nebe li ber çavên me zelal bibe ku ti aliyekî bi awayekî xwebeş, ji bo aliyekî din şer nekiriye.

 

Vê carê werin em li şerê Efrîn û êrişên Tirkiyê yên ser wê herêmê binêrin. Efrîn, berevajî Kobanî û Cizîrê, ti car di nav qada operasyonên Amerîkayê de nebû. Rûsyayê çavdêriya sînorê esmanê wê herêmê dikir û hêzên wan ên piyade jî li wir hebûn. Amerîka dê çi bikira dema ku Tirkiyê ji Moskowê gilopa kesk wergirtiye ji bo êriş bike ser herêmê? Gelo diviyabû Amerîka li esmanê Efrînê şerê hêzên esmanî yên Rûsya û Tirkiyê şer bikira, tevî ku Waşington ti car soza parastina wê herêmê nedaye? Na, eger xiyaneta Efrînê hatibe kirin, Rûsya kiriye.

 

Piştî hemû van tiştan, em digihîjin daxuyaniya Serokê Amerîkayê Donald Trump ku hefteya borî got “Amerîka gelek zû Sûriyê terk dike”. Ev daxuyanî demeke kin piştî peywendiya telefonî ya Trump li gel Serokomarê Tirkiyê Erdogan hat.

 

Ev îhtîmal, berevajî bûyerên li jor, dibe ku xiyaneteke bêaqilane li Kurdên Sûriyê were kirin. Amerîkayê soz daye şervanên wêrek ên Kobanî û Cizîrê, ev soz e ku ne meqûl e Amerîka paşguh bike, bi taybetî jî ne meqûl e li ber îslamîstên Enqere û dîktatorê Moskowê paşguh bike.

 

*David Romano, li Amerîkayê li Zanîngeha Eyaleta Missouri profesorê siyaseta Rojhilata Navîn e.

 

 

 

Şîrove

 
rastgo | 13-4-2018
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze, pêwiste bergiriya azadiya Kurd jî bê shert û merc bike. Chima? Bê yekitiya navmala kurd û bê dewletbûn Kurd nagihijin azadiya xwe. Destên te xwesh. Rastgo
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
389 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

lolozano | 2018-04-14 2:23:38 PM
Ronakbîrê Hêja Ako!Destêwerdana PKKê di Kurdistana Suryê de,li detpêkê de,xizmet bo Rijîmê bû qezenc ji bo tedbîq kirina Felsefa Apo bû.Hîngê di dema...
Şer li gel hemûyan
| 11-4-2018 | (1)
rastgo | 2018-04-13 4:24:16 PM
Kak Romano, bi ya min cenabê te ev gotar bi shêwekî bêlayen û herwiha objektiv nivîsiye. Lê divê ez bêjim, wekî Amerika hertim azadiyê di parêze,...
Gelo xiyanet li Kurdan hat kirin?
| 12-4-2018 | (1)
Amed MOL | 2018-04-13 2:02:55 AM
Bibihurin.Lê, Hejmarê gelhe (Population-Nüfus) a Kurda 80 milyone! 20 milyon nine! Binêrin: Röportaja Kak Mêhdî Zana li Rudaw-meha Adarê.
Tirkiye zimanê kurdî ji bîlbord û tabloyên ser cadeyên Amedê jê dibe
| 13-4-2018 | (1)
Sileman Elali | 2018-04-12 5:06:16 PM
Di nerîna min de ev siyaseta go niha li suryayê tê xwyakirn yek ji lîstokên rusya û ayran nene û gereke hesabê vê yekê bidin ji bergo hikumeta suryê...
Rûsya: Peywendiyên me ligel Amerîkayê çalak in
| 12-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.25 seconds