Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Quretiya Îranê dibe nîr û qeyda wê

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 12-7-2018
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî rojên dawî çû Swîs û Awusturyayê. Swîs, ji ber ku ew pira di navbera Tehran û Waşîngtinê de ye. Awusturya, ji ber ku Peymana Atomê li wir girê dabûn.

 

Ruhanî bi nûnerên Çîn, Rûsya, Frensa, Îngilistan û Almanyayê re civiya. Trump zextan li sê dewletên Ewropayî dike, da ku ew wî bişopînin. Lê ew li ber xwe didin û naxwazin bazara Îranê ji dest bidin.

 

Tehrana di dûv pere û teknolojiya nûjen de, gefa terikandina peymanê dixwe, lê herkes baş zane ku ew tenê zirt e, ji ber ku jixwe Trump li benda wê keysê ye.

 

Hejmar ne yên xêrê ne

 

 Piştî ambargoyê, hinardeya petrola Îranê rojane 1 mîlyon bermîl kêm bûye. Lê nirxa bermîlê ji 70 dolaran boriye û ew ji şîrketên petrolê re dibe kar, zirar jî digihê însanên ji rêzê.

 

Airbus û Boing ji peymanên 30 milyar dolarî vegeriyane. Total (gaz), Peugeot-Citroen, Renault, PNP Paripas (bank), CMA CGM (konteyner), VW (trimbêl), ji Îranê vekişiyane. Koreya Başûr sêyemîn kiriyarê petrola Îranê ye, dibe êdî wê nakire.

 

Trump heya Mijdarê dem daye şirketan, da ku ew dev ji bazara Îranê berdin. Nexwe karê wan ên li DYAyê, dikeve xeterê. Vebijareke dijwar!

 

Ambargo bandor li civakê dike

 

Gorî malpera ARDya Alman, Tehran salê di bendewariya 60 milyar dolaran û teknolojiya nûjen de bû. Vêga ew pûç derket. Bi fermî bêkarî %20î borîye. Riyalê Îranê çend mehan de ji nirxê xwe %50 winda kiriye. Nîvê 30 bankeyên sereke, di nav xetereya rûxînê de ne. 6 mehên dawî 30 milyar Dolar revandine derve.

 

Bijareyên desthilatê û malbatên wan, aboriyê dixwin û ew sedeme sereke yê gendelî û qeyranê ye. Bihaya çentê neviya Xumeynî, mînakeke balkêş e. Sedemê din, fînansekirina şerên herêmê ye. Ambargoya Trump, dibe sedemê dawî.

 

Li gorî raporên ser Îranê, salê 800 hezar xort dikevin bazarê. Divê dewlet binesaziya kar û xebatê pêşkêş bike, ku ew salanê 50 milyar Dolaran pêwîst dike. Aboriya Îranê, ji jê gellek gellek dûr e.

 

 Ji civakê bendewarî

 

Berpirsiyarên DYAyê, qala rûxandina desthilatê melayan dikin. Ruhanî jî ambargo weke "şerê aboriyî, derûnî û (dibe) leşkerî" bi nav kir. Jixwe Tahran, heke astengî ji petrola wê re hebin, li Kendavê gefê li petrola yên din dixwe.

 

Em siyaseta Trump êdî zanin. Ew ji şer zêdetir, ji gef û tirsandinê, ji zirarê aboriyî hez dike. Demokrasî, mafên mirovan û netewên bindest, ne xema wî ne. Û ew eşkere nûnertiya Siûdî û Îsraîlê dike.

 

Civakên Îranê di rewşeke dijwar de ne. Ti şensê tevgerbûn û berteknîşandana yasayî tineye. Ji derve tevkarî pêwîst e. Lê civak ne bêhiş in. Fêrên salên dawî hene. Êdî ew xwe zû bu zû navêjin serpêhatiyan. Nasnameya Trump, Netanyahu û Muhammed bin Salman, ma têrê nake? Nexwe civakên îranê ne tirsonek in.

 

 Nakokiyên navdewletî li Tehranê tên

 

 

 

Tehran hevbendê stratejîk ê Moskovayê ye. Li herêmê ew projeyên hevpar dimeşînin. Putîn ji bo Trump dev ji Tehranê bernade. Berevajiyê, ew ji rakeşiyê sûd werdigre. Dibe petrol û gaza Îranê bifiroşe. Dibe balafiran bifiroşê. Lê di babeta teknolojî û nûjeniyê de ew bixwe birîndar e û ew jî ji ambargoyê dinale.

 

Piştî şerê baca gumrikê û hewqas xirûcira bi Trump re, Çîn qet dev ji bazara Îranê bernade.

 

Trump ji aliyê YEyê ve jî xwedî pirsgirêkan e. Trump erzê wan dibe, wan biçûk dixe. Zirarê aboriyî dide wan. NATO bûye bar. Dixwazin li ber wî rabin. Lê ew qet ne hêsan e. Weke benê sed girêkî.

 

Enqere ambargoyê qebûl nake. Sosret e, ji Trump û herdu hogirên wî bertek tineye. Erê Tirkiye ne welatê teknolojî û pereyan e, lê dibe pêdiviyên Tehranê dabîn bike. Tirkiye welatê xebata reş e. Dibe sûda hemûyan têde heye...

 

Tehranê xwe bi wan nakokiyan ve girê daye. Ma rêyeke din li ber heye? Ka bêjin; ma Tehran him bi windakirina destkeftiyên Sûriye, Îraq û Yemenê re, him jî li mala xwe bi tevlîhevî û berteka civakî re ne rûbirû ye?

 

 Karên qirêj

 

Bi bûyerên dawî, dijberên desthilata melayan rabûn ser piyan. Li Parîsê civîn û meşa wan çêbû. Di heman demê de 3 Îranî hatin girtin; li Belçîkayê mêr û jin Amir S. (38) û Nasimeh N. (33) û li Almanyayê Assadollah Assadiyê (47) li Awusturyayê dîplomat. Li ser jin û mêr madeyên teqîner hatibûn girtin. Wan, êrîşa meşa Parîsê dabûn ber xwe.

 

Balkêş e; DYAyê kuştina Qasimlo û kuştinên din ên Tehranê, dan bîra dewletên Ewropayê. Dîsa êşa kurd bi kar tînin, nexwe Kurd qet ne xema wan e. Awusturyayê kujer li balafirê kiribû û şandibû Tehranê. Da ku doza Mykonosê veneke, Almanyayê heya dawî li ber xwe dabû. Wê jî kujerê girtî şandibû Tehranê.

 

Hûn ji Trump ewle ne? Wî, Dera radestî Şamê kir. Bi Putîn re dicive. Herêmên PYDê jî nebin mijara bazirganiyê? Hûnê bêjin jixwe piştî bûyerên Efrîn û Minbicê, hêviyê derb xwariye...

 

Rakeşiya Îranê, weke Rojhilatê, mijara Başûr û Rojavayê ye jî. Serpêhatiya me heye. Dev ji melayên Tehranê berdin, ma "Mucahîdên Xelq" li Başûr bi artêşa Saddam re êrîşî Kurdan nekiribû? Erê serdem guherîye, lê bila ew di mejî de be. Bila melayan Tehranê ji belayê nefilitin, lê divê em xwe bi serserkî navêjin selika partiyên rakeşiyê.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin :
339 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

dilan | 2018-07-12 11:22:06 AM
dast xosh Ala xan..har bji rudaw
evrehim | 2018-07-12 1:18:35 PM
"Trump ji Rûdawê re axivî" êdî bes e ev serenavên we yên bi vî awayî. Trump di civîna medyayî de axiviye, ne taybet bo rudawê. Di medyakariyê de nabe...
Trump ji Rûdawê re axivî: Waşington li gel aliyên serkevtî diaxive
| 12-7-2018 | (2)
Mûhammed | 2018-07-11 9:46:51 AM
madem wisa ye çima heremê kurdistan tişteki nake wan dagirkeran daristan tar û mar dikin lê heremê kurdistan dengê xwe dernaxe, pêwiste ku seroke...
KARESAT – Milyonek û 31 hezar donim daristanên Kurdistanê şewitîn
| 11-7-2018 | (1)
WARVİN | 2018-07-10 9:44:44 AM
EW NE CHEKDAR IN LE EW TERORIST IN
EFRÎN – Çekdaran îşkence li kalemêrekî 80 salî kirin
| 10-7-2018 | (1)
Semal | 2018-07-04 5:43:10 PM
Bi Erdogran re hevatîl nabe û bi rêbertîya Tirkiyê jî têkliyê hevgirtî nabin. Gerek ve rastî birêz Barzanî bibînê. Bi gotinên wekî PKK sucdarê û ji...
XOCE | 2018-07-09 9:13:26 AM
Kurd êdî sîyasetê bira bikin. Kes li İsrailê hez nake İsrail jî ji kesî hez nake lê bi herkesî ra diyalogê çêdike.Bira kurd jî mîna İsrailê bi...
Barzanî: Di demekî guncaw de serdana Enqerê dikim
| 4-7-2018 | (2)
0.204 seconds