Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Partiyên Silêmaniyê dikarin çi bikin?

Ji aliyê Rêbwar Kerîm Welî 13-2-2018
Rêbwar Kerîm Welî
Rêbwar Kerîm Welî

Tevgera Goran di van deh salên borî de bihêztirîn partiya navçeyî bû ku karî bilez û di yekem hilbijartin de serkeftinê bidest bixe û wê serkeftinê jî di hilbijartina duyem de dubare bike. Dibe ku ew şensê bo Goran hate pêş (bi liberçavgirtina karîzmaya Newşîrwan Mistefa û dîroka rêxistinên Komele di nav YNKê de) dubarebuna wê neasan be, û ew jihevbelavbûna siyasî ku ji sala 2006ê ve rûbirûyê navmala siyasî ya Silêmaniyê bûye, zehmet jî tê ber çav. Newşîrwan Mistefa her ji roja ragihandina tevgera xwe ve, hewqasî ji xwe û tevgera xwe bibawer bû ku pêş hilbijartinên 2009ê, kabîneya hikûmetê jî pêkanîbû. Di wê baweriyê de bû ku tevgera wî li ser asta Kurdistanê dibe yekem. Bêguman Tevgera Goran destpêkê, nerîneke wê ya seranserî hebû, lê bilez paşde vekişiya, xwe şemitand nav Silêmaniyê û her bi vêna jî ranewestiya, bi nizimtirîn asta peywendiyan ligel derdora xwe dirêjî bi jiyanê da.


Herçiqas piştî bêhêvîbûna ku bikaribe desthilatê werbigire, hewara xwe gihande herdu partiyên Îslamî bo pêkanîna îtîlafeke opozîsyonê, lê vêjî nikarî Tevgera Goran ji wê çirava ketiye nav rizgar bike. Loma piştî hilbijartinên 2013ê û ligel wêya Tevgera Goran tevî kabîneya heştem bû, Rêkxerê Giştî zêdetir bêhêvî bû û bi wê jî dawî li jiyana xwe ya siyasî anî. Niha tişta dixwiyem, ew e ku çavê hemû aliyan li mîrata Goran e û Goran jî di xwedîderketina wê mîratê de xemsar û pasîf e. Du sal bendewarî bo vekişandina wezîrên ji hikûmetê hatine dûrxistin û nehatina pêş bo aktîfkirina parlamentoyê di wê demê de, hemû polîtîkayên Goran xistin jêr pirsyarê. Bi taybetî mirina Newşîrwan Mistefa û veneguhestina desthilata tam bo wê desteya ku niha Goran birêve dibe, hinceteke baş e bo dengderên wê tevgerê ku li alternatîfekê bigerin. Lê alternatîf û nêçîrvanên dengên Goran jî her li nav Silêmaniyê bi xwe ne. Loma her partiyeke nû ku li Silêmaniyê pêk tê, zêdetir ji wêya çavê wan li dengên PDKê be (li nav Silêmaniyê bi xwe jî) çavê wan li dengê hev e. Guhertina bingehîn di siyaseta Kurdistanê de demekê çêdibe ku partiyên Silêmaniyê bikaribin di eniyekê de, îtîlafeke berfireh pêkbînin. Lê ev yek eger li ser destê Newşîrwan Mistefa û Celal Talabanî nehatibe kirin, gelo bi wayên niha tê kirin?


Jidestnedana mîrata Newşîrwan Mistefa


Heta diçe gotegota lawaz û nakokiyên nav Goran zêdetir dibin, damezrênerê nifşê nû ku demeke dirêj e xwe li tenişt Goran ditît, niha xwe li ling û milê wan pêçaye û di wê baweriyê de ye ku dikare dengê ciwanên wê tevgerê ji xwe re bibe. Berhem Salih ku siyasetmedarekî mihafezekar e, xwe ji wê yekê dûr xist di pêngava yekem de Goran ji xwe aciz bike û ligel wêya ku herdem metirsî hebû Goran û PDK bibin hevpeyman, Goran di diqdiqand daku nêzîkî YNKê bike. Lê yekem pêngava siyasî ew bû ku destpêkê li ser astê navxweyî biçe tenişt fikra hikûmeta demkî û piştre jî li ser asta navçeyên dagîrkirî, ligel Goran û Komela Îslamî lihev bike. Ew hevpeymanî di demekê de ye ku ti nifûseke Goran û Komela Îslamî li wan navçeyan nine, lê di vê meseleyê du faktorên palner hene. Yekem ew e ku her ji niha ve cemawerê xwe bo hilbijartinên navxwe yên Kurdistanê qayîm bikin daku dengê wan neçin viyalî û wiyalî. Duyem jî ew e ku YNK hêza yekem a navçeyên Kerkûk û Xaneqîn e û dixwazin bibînin ka pêgeha cemawerî ya Dr. Berhem li wan navçeyan çiqase? Wê demê hem bo postên Bexdayê û hem jî bo dahatûya hevpeymaniyan li ser asta Kurdistanê dê ber çavê wan zelal be.


Hemû evana eger berhemê lawazî û bawerbixwenebûna Goran be di meydana siyasî de, berhemê wê yekê ye jî hîç yek ji mîratgirên rasteqîne (wate kurên wî) yên Newşîrwan Mistefa, bi fermi ne di qada siyasî de ne. Lê bandoreke wan a zêde li ser siyaset û rêxistinên Goran, bi taybetî jî milk û mala tevgerê heye. Loma anîna yek ji kurên wî di jêr navê ku destê xwe bi mîrata Newşîrwan Mistefa ve bigire (bi hikmê ku rabirdû kesûkarên wî yên din di nav tevgerê de aktîf û karbidest bûn) ne tiştekî dûrî çaverêkirinê yan dûrî aqilan e.


Yutopyaya Dr. Berhem!


Hefteya borî Hevpeymaniya Dr. Berhem, nave endamên encûmena birêvebirinê belav kir ku zêdetir dişibiya desteya rêveberiya Zanîngehê ne polîtburoyeke biryarder derbarê siyaset û hikimraniyê de. Hemû corek tê bûn, lê bi rastî wiha naxwiye pêkhateya rêvebirina rasteqîne yaw ê hizbê di paşerojê de ew kes bin ku nav û profîla wan hatiye belavkirin. Herwiha wek dîkorê hevpeymaniya nû nîşanî xelkê didin û bo xelkê Kurdistanê jî ne navên gelekî naskirî ne! Li pişt wan tîmeke din kar dike û berpirsyariya wan a meydanî heye, lê bêyî post, pile û paye, ew jî bo wê yekê ye di dahatû de Dr. Berhem wek serokê hevpeymaniyê derkeve pêş û desthilata wî bi ser hemû tevgereke partiyê de hebe, bi asanî bikare mekanîzma biryarê di jêr destê xwe de bihêle û rêgiriyê li derketina grûp û rikaberan bo we bike.

Şîrove

 
lolozano | 13-2-2018
Bira Can Rêbwar Kerîm Welî!Nivîskarê Karwanê Rêbwarên,Dewleta Kurd! Derdê Xîyanetê,derdekî girane derdê didet ser derdane,bi Suleymanîyê ketî.Derd,ne sîyasîye ne jî,fikrîye.Xem û Xîyanete û Perene.Heger ne wusa ye,Ala Talbanî bi aşkere çend cara gotî,em Malbeta Talbanî,ji esil û neslê (Benî Esedin)û Şîee ne?Ala Talbanî,ne şête nejî,Dîn û dîwaneye!Ewên ji Ala Talbabî bawer nakin,ewana dîn û dîwane ne.Ema Kahl û Pîrên Gorean,û Ciwanên xwe,ji hev cudane Pîr ji Ciwanên xwe, gincaw tirin!.Kal û Pîrên Gorranê,baş zanin ku Newşêrwan Mistefa Wek Alî Baba kirî û berî bimre Kurên xwe,kirin Milyonêr!Heger ne wus aye çima Kuên xwe,nebûn Gavanê Garrana Bavê xwe yê Rehmetî.Dr Berhem Salih,raste kesekî bê kese nikarî bû bi serê xwe wek Newşêrwan bike. YNK,Gorran,Dr.Berhem Salih,Şahsîwar û Komên Îslamîyên Kurdên Bajarê Suleymanîyê,çavên xwe li perane.Heger Partî çavên wan têr Pere bike razîne û ne xema wane Partî,ji ku tîne ba bîne.Yên gotine Karbidest û Serok Wezîrên Îraqê,mûçeyên Fermanberên Kurdistanê bibirre, ji vî Bajarîne.Yên gotine,Nehêlin Hikumeta Herêmê bi serê xwe,Petrola Kurdistanê bifroşe,ji vî Bajarîne.Yên gotine Bexdadê,Hêza xwe ya Leşkerî bavêje ser Bîrên Petrolê,ji vî Bajarîne.Yên ku nîvî Erdê Herêma Kurdistanê,firotine Heşdi Şeebî,0 Bexdadê,Xayênên ji vî Bajarî ne.Yên ku gotine,em Otonomîya kevin naxwezin em(la merkezîyê) dixwezin,ji vî Bajarîne.Yên ku gotine,em Fîdralîya Herêmî naxwezin, em Fîdralîya Bajaran dixwezin,ji vî Bajarîne.Îcar,behsa vî Bajarî bike ku çawa bala Xelkê vî Bajarî bîne ser Herêmê da ku di paşerojê de,nebin Dar û Destên neyarên Kurd û Kurdistanê..
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin :
164 hatiye dîtin
Babetên zêdetir Rêbwar Kerîm Welî
Bağdat yolun yarısı PDK hevpeymanê xayînan e!

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-02-24 1:37:07 PM
Heger,navê Kusret Resul bi mirazê Hêro Îbrahîm Ahmed be,bê goman, navê Kusret Resul naçe nav Rûpelên Dîroka Neteweya Kurd a sipî û serwer.Ma çi hebû ...
Hêro Îbrahîm nameyeke tund ji Kosret Resûl re şand
| 16 demjimêr berê | (1)
hussein Cheikhi | 2018-02-24 9:32:35 AM
Roj Ba§ Bira Besam mustafa, îro min nivîsya te ya bi navê " ziman yek ji nasnameyê gelan e" xwend. ji demek dirêj ve, ez dixwazim bîr û bahweriya...
Ziman yek ji nasnameya gelan e
| 22-2-2018 | (1)
Deniz deniz | 2018-02-23 12:20:00 PM
Li gorî min li erdnigariya Efrînê baran ba û bahoz nîne...Erdogan nizane ewê çawa ji Efrînê derkeve..Agahiyek din bidim we. Niha Erdogan ji Rusyayê...
Erdogan: Piştî Efrînê dora Minbicê û rojhilatê Firatê ye!
| Duh vî demî 03:06 | (1)
B.ay | 2018-02-22 6:52:59 PM
Deste te xwes kek selahedin.sozial Demokraten Alman, dewe wan pir gotinan dibejin le ji derewan re pir jihatine ji bo bercewendiyen welaten xwe hemi...
Destbiser
| 22-2-2018 | (1)
0.156 seconds