Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Berî teslîmbûnê hêj hêviyek maye!

Ji aliyê Arif Qurbanî 13-2-2018
Arif Qurbanî
Arif Qurbanî

Meha sibata 2014an, dema ku serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî biryar da, ku pişka Herêma Kurdistanê ji bûdceyê qut bike, wê demê ji ber asta bilind a dahata takekesî li Kurdistanê û ji ber ku pêştir derfetên karkirinê gelek zêde bûn, xelkê heta astekê sermayeyeke paşekewtkirî hebû, ji ber wê jî wê biryarê heta demeke dirêj bandorek mezin li ser jiyana welatiyan çê nekir.

 

Herwiha ji ber ku bankên taybet û yên hikûmî yên li Herêma Kurdistanê û liqên wan bankên iraqî ku li Kurdistanê bûn, bi rêjeyeke zêde pere têde hebûn, hikûmetê dest bi ser wan pereyan de girt û ew pere bi kar anîn, her ji ber wê jî heta çend mehan biryara Bexdayê bandoreke wisa li ser hikûmetê nebû.

 

Ji ber wê jî ku Bexdayê nekarîbû yasaya petrol û gaze li Iraqê derxîne û li gorî rêkevtineke siyasî ya di sala 2007an a navbera Hewlêr û Bexdayê de, Herêma Kurdistanê bêyî ku vegere bo hikûmeta navendî, çend sal bû ku di sektora petrolê de heta asta gihîştin bi derxistin û hinardekirinê amadesazî kiribû, bi wê sedemê jî dema ku Malikî pişka bûdceya Herêma Kurdistanê qut kir, Herêma Kurdistanê rasterast dest bi hinardekirina petrolê kir û ji ber ku wê demê nirxê petrolê bilind bû, biryara Bexdayê ya ji bo qutkirina pişka bûdceya Kurdistanê, bêbandor ma.

 

Piştre ji ber wan alozî û encamên ku ji arîşeyên navxweyî yên Herêma Kurdistanê û şerê DAIŞê derketin, herwiha ji ber daketina buhayê petrolê, Herêma Kurdistanê tûşî herifîneke aborî hat, bi qasekê ku hikûmet û welatî, şîrket û sermayedar bi hev re tûşî krîzê bûn.

 

Xweragiriya xelkê û bilindbûna nirxê petrolê alîkar bûn, ku Herêma Kurdistanê bi ser pisgirêkan de serbikeve û dihat çaverêkirin, ku paşekewta mûçeyan nemîne û dest bi cîbicîkirina projeyan were kirin, lê belê bûyerên 16ê Cotmehê û encamên wê, Herêma Kurdistanê ber bi paş ve vegerand û vê carê jî şikesta siyasî û serbazî jî li pey wan girrftan hat.

 

Ji 16ê Cotmeha 2017ê ve heta niha, di navbera niyeta Bexdayê ya ji bo teslîmkirina Kurd û rewşa niha de, mirov dikare bêje ku Kurdistanê metirsiyên vê qonaxê derbas kirin, ku plan jê re hatibû danîn. Niha Kurdistan ber bi rabûnê ve ye, lê belê ew yek jî her qonaxeke demkî ye. Senariyo bi dawî nebûne û tenê şêweyên milmilaniyan hatiye guhertin.

 

Ya ku Bexdayê pêştir hewl da ku bi rêya sepandina hêzê bike, niha dixwaze bi rêya sepandina hêza nerm bigihîne encamê. Ew jî destbiserdegirtina bingehên sereke yên xwejiyandina xelkê Kurdistanê, bi hincetên destûrî, ye, bêyî ku alternatîvek ji jiyana xelkê Kurdistanê re were dabînkirin.

 

Ji 16ê Cotmehê ve Bexdayê dest bi ser beşeke mezin a cografiya û wan çavkaniyên dahatê de girtiye, ku Herêma Kurdistanê ji ber krîza darayî bi kar dihanîn û mifa jê wergirtibûn. Ew bû çar meh ku Bexda bê hinceta rewatiya destûrî ew dahat ji herêmê wergirtine, lê bêyî ku beşa din a rewatiya destûrê cîbicî bike, ku pêwîst e debara welatiyan were dabînkirin.

 

Ew yek di demekê de ye, ku fişareke mezin a navdewletî li ser Bexdayê heye, daku pişka bûdceya Herêma Kurdistanê ji bûdceya giştî ya Iraqê bide, lê Bexda bi hincetên cur bi cur demê dikuje û heta niha ti pabendiyên xwe yên destûrî yên têkildarî mafên Herêma Kurdistanê ve cîbicî nekirine, berovajiyê bendevariyên xelkê Kurdistanê jî bi rêyên cur bi cur Bexda mijûlî serxistina qonaxên din ên plana xwe ye, ku dixwaze dest bi ser çavkaniyên din ên dahata Kurdistanê de bigire.

 

Pêwîst e li vir em nirxandinekê bikin û bipirsin, eger ew çavkaniyên kêm ên dahata Kurdistanê jî ku hêj di destê Herêma Kurdistanê de mane, bikevn edestê Bexdayê û piştre Bexda bi hincetên cur bi cur her amade nebû ku pişka bûdceya Herêma Kurdistanê bişîne, wê demê em dikarin çi bikin? Di rwşeke wisa de, Herêma Kurdistanê dû rê hene, yek ji wan rêyeke destûrî ye ku hawara xwe bigihîne Dadgeha Federalî û rêya duyem jî ew e ku dengê xwe bigihîne civaka navdewletî.

 

Sala 2014ê ku Malikî bêyî vegera bo parlamentoyê û heta bêyî wergirtina razîbûna civata wezîran pişka bûdceya Herêma Kurdistanê qut kir, Kurdistanê rêya destûrî ceriband û Dadgeha Federalî biryara Malikî bi nedestûrî bi nav kir û daxwaza hilweşandina wê kir, lê belê ne Malikî û ne piştî wî jî kar bi wê biryara Dadgeha Federalî nehat kirin û berdewamî bio siyaseta birçîkirina xelkê Kurdistanê hat dan. Heta Herêma Kurdistanê xwe avêt ber Amerîkayê û dostên xwe yên navdewletî jî, lê ti berhemeke fişarên navdewletî jî nebû.

 

Ya ku niha Bexda dike, dubarebûna heman senariyoyê ye, dixwaze hemû çavkaniyan kontrol bike û pişka Herêma Kurdistanê jî naşîne. Di rewşeke wiha de Kurdistan her dikare her du rêyên Dadgeha Federalî û civaka navdewletî biceribîne, lê belê eger her weke sala 2014ê bê encam bû, dê çi bike? Di demekê de ku niha berovajiyê sala 2014ê rewşa darayiya xelkê û dhata takekesî û heta derfetên kar jî di asteke nizim de ne, û ne pereyên yedek ên xelkê û ne jî yên baknan ber destê hikûmetê nînin û ne jî weke wê demê dikare wan weberhênanê ku di sektora petrolê de kiribû, bikar bîne.

 

Armanca Bexdayê ev e ku ew geşekirina aborî ya deh salên bihorî yên navbera 2003 heta 2014ê berovajî bike û piştre weberhênana siyasî ji wê herifîna aboriyê bikin. Pirsyar ev e ku gelo Herêma Kurdistanê şiyana wê heye ku wê qonaxê derbas bike û teslîmî Bexdayê nebe, bi taybet ku ji bilî krîza darayî, me arîşeyên siyasî hene û ew milmilanî û arîşeyên siyasî jî avê dikin nav aşê kûrbûna krîza darayî? Ji her kesî bipirsî, bêguman derbaskirina wê rewşê bi karekî zehmet dizane, lê belê mehal (nemumkin) jî nîne.

 

Geşedan û bûyerên deverê bi giştî têkiliya wan bi hev heye, hêviyek maye û ew jî girêdayî pêgeha PKKê ye, eger Efrîn nekeve, pêşeroja hevkêşeyan dê biguhere û Herêma Kurdistanê jî dê bibe xwedî roleke mezintir.

 

Ji ber wê jî ez bi giring dizanim, ku Herêma Kurdistanê hinek din yariyê bi dem bike û bi wê rêjeyê teslîmî Bexdayê nebe, ku paşê xwederbaskirina ji pabendbûnên wê dê gelek giran û zehmet be. Pêwîst e nakokiyên siyasî yên navxweyî bo dema hilbijartinan re werin hîştin, lê tişta ku li vir giring e rizgarkirina jiyana xelkê li nebûniyê (hejariyê) ye, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi qasekê dilniyayiyê bi dest bîne, ku bikare mûçeyên salekê dabîn bike, bo wê jî tenê pêwîstî bi îrade û biryara wêrekane ji bo rêxistina dahatan û wergirtina qan deynên ku li cem hin berpirs û şîrketên wan ên sîber e, heye.

 

Herwiha bi wergirtina pereyên wan erdan ku mulkên giştî ne û sektora taybet û xelkê bi kar anîne, bo mînak ew avahî û balexaneyên ku bi neyasayî hatine çêkirin, an ew erdên ku li Duhok û Hewlêr û Silêmaniyê û Silêmaniyê bi zanîîngehên taybet hatine dan, tanê pereyên wan beşa mûçeyên saleke fermanberên hemû Herêma Kurdistanê dike.

 

Şîrove

 
lolozano | 14-2-2018
Mamoste Arif,heger Tû Dektorekî Benc kirinê ba,te yê gelek nexweş,bi nîv bencê,bi êşandana.Belê her kes li Herêmê Arif Qirbanî nas dike ku Nîvîskarekî Şirovekare û zanaye lê ku Tirsoneke.Te behsa wa rûreşîya Serpêhatîya 15-16 î Oktibirê kir lê te li ser peyva xem û Xîyanetê girt! Nivîskar,dema behsa babetên pêwendî bi çarenivîsa Milet hebe,gereke Nivîskar xwe ji rastîyan venedize.Planên li Kerkukê,hatine kirin Çîya dihelînin.Çawa hest û helwestên kesên wek te,nahejînin.Rola Serok Barzanî,di navroka nivîsîna te de,nîne tevî nayê ji bîr kirin,te ewjî,ji bîr kirî!Mûçe û Pere bê kar û xebat mixabin ku li ba tejî,giringin!!
737 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Bostancî: Em dixwazin Tirkiyê derbasî qonaxeke din a pêşketinê bikin Duh vî demî 12:50 |

Bostancî: Em dixwazin Tirkiyê derbasî qonaxeke din a pêşketinê bikin

Serokê berê yê Şaxeya Amedê ya AK Partiyê jî Zêdetir
Rêya Hewlêr-Kerkûkê bi fermî hat vekirin Duh vî demî 09:45 |

Rêya Hewlêr-Kerkûkê bi fermî hat vekirin

Piştî çend gerên danûstandinan di navbera Herêma Zêdetir
0.516 seconds