Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

‘Xwedêgiravî’

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 13-7-2017
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Gotin, ji bo "tişta di rastiyê tineyî lê weke heyî tê hesibandin" tê bikaranîn. Gava mirov ji yekî diheside jî, xwedêgiraviyê dide pêşiyê. Têgeh, bi "nerênî" tê bikaranîn. Erê lê derdê min çi yê?

 

Herku ez zanim rayedarên dewleta tirk, çapemenî û tirkên wan, ji bo Kurdan wê gotinê diemilînin: "Xwedêgiravî zimanê kurdî", "Xwedêgiravî ala kurd", "Xwedêgiravî gorîstana pakrewanan", "Xwedêgiravî Kurdistan" û dawî lê naye.

 

Pirs tenê PKK û Bakur bûya, minê bigota "dev jê berde, em hînî çêran bûne!" Lê wan Rojava û piştî biryara referandumê, Başûr jî tevlî qada xwedêgiraviyê kirine. Ewilî Barzanî û Talabanî "Serokeşîr" bûn, vêga ew "Xwedêgiravî serok" in û "Xwedêgiravî referandum", "Xwedêgiravî dewlet"...

 

Ya ew dikin, ne hesûdî ye. Ew heqaret li Kurdan dikin, wan biçûk dixin. Bi neyartiya Xwedê û xwezayê, berhema wan înkar dikin. Xwedêgiraviya tirk, dagirkerî û nîjadperestî ye. Gelo ya fars û ereban, çi dibêje?

 

Rastiya xwedêgiraviyê

 

Wekî têgeh bi naveroka bîrdozî û polîtîk tê bikaranîn, em dikarin wê li pîvanên zanistî, civakî û dîrokê bidin û herwiha Kurd û Tirkan bidin ber hev:

 

Kurd, ji niştecîhên Rojhilata Navîn in. Tirk bi çend hezar sal derengî hatine herêmê, ew biyanî ne.

 

Gava Tirk hatibûn, zimanê wan ê nivîskî tinebû. Tirkîya îro, kombûna zimanê erebî, farsî, kurdî û yên din e. Tevî derfetên zimanê tirkî û qedexekirinên li ser zimanê kurdî jî, zimanê tirkî hê ji hêza kurdî dûr e.

 

Temenê civakan, nîşana dewlemendiya çanda wan e. Çanda tirk, li ser dizîbûna çanda kurd ava bûye. Zargotin û stranên kurdan, kirine tirkî. Gellek berhemen têzanîn ên bestekarên tirkên "navdar", ji yên kurdî dizîne. Eşkere dibin, lê ti kes şerm nake!

 

Dewlemendiya Tirkiyê, ne berhema ked û xebatê ye, lê encama nîjadkujî û talana civakên xwecîh e. Ji dîroka nêzîk ew talan eşkere ye, ku îro jî ew dibe.

 

Ka ji aliyê dadmendî, ked, mafê jiyanê, demokrasî, azadiya raman û çapemeniyê û yên ve, Tirkiyê û civakên hemdem bidin ber hev; ew li ku derê ye?

 

Ti civak gotina xwedêgiraviyê heq nake. Lê ku îleh pêwîst be, ew ji Kurd û Tirkan bêhtirî li kî tê? Bi yeqînî ew ne li Kurdan tê.

 

Demîrtaş jî bû "terorîst"

 

Ji ber ku Serok wisa dibêje. Sûcdarî, wêneyê Tirkiyeya îro ye. Her gotina Camêr, zagon e, ferman e. Û nîşana rewşa kurdan e jî. Patron deq dike, dozger û dadgerên wî ceza dikin.

 

Sûcdarî nîşana destûrmendiyeke gemar e: "Çima terorîstên Putîn, Trump û Çînê, yên vî û wî hebin, lê yên min tinebin?"

 

Baş e ku Demîrtaş têra xwe heye. Heqaret bi gotinên fesîh vegerande xwediyê wê.

 

Xwedêkî terorîst kî ye? Dev ji bajarên bomberankirî, tirbên rûxandî, dibîstan, komel û rojnameyên qedexekirî, girtina hezaran, koçberkirina sed hezaran berdin, Tahîr Elçî bi fermana kî hat kuştin? Va terorîst ew e.

 

Ji lihevkirina Putîn û Trûmp, para Rojavayê

 

Agirbesta wan, asteke nû ya pirsa Sûrîyê ye. Êdî ew rasterast diaxifin. Ji hêzên li meydanê zêdetir êdî ew xwedî gotin in.

 

Dibe bi wê lihevkirinê, Efrînê bêhn stand. Lê alozî û gef berdewam dikin.

 

Ji ber DAIŞê, Rojava derveyî lihevkirinê ye. Heke Rojava jî tevlî bikin, wê ew pejirandina rewşa îro û destkeftiyan be. Sûrîye dabeşî gellek herêman û serdestiyan dibe. Navendbûnek çêbe jî, wê ew tenê berhema pejirandina wan serdestiyan be. Xweş deng nede jî, mînaka nêzîk Libnan e.

 

Tê gotin ku babeteke lihevhatinê ev e: DYA derên ji DAIŞê distîne, radestî Şamê nake. Ku wisa be, ew nîşaneke berdewamiya nakokiyan e. Lê ew nîşana berdewamiya girêdaniya DYA û PYDê ye jî. Çima Putîn wisa 'camêr' e? Ew gellek baş zane ku Şam êdî nikare serdestiya hemû Sûrîyê bike.

 

PYD li meydanê zexm e, lê di platformên navneteweyî de ne. Wê bikaribe wê vajîtiyê sererast bike? Wêneyê platformên konferansan û yê şer, qet hevûdin nagre.

 

Bi lihevhatina Putîn û Trump, di biryaran da para Enqere û bi taybetî jî ya Tehranê kêmtir dibe. Dîsa jî li ber Rojavayê astengiya mezin, Tirkiye ye. Gava mirov rojeva referanduma Başûr jî lê dike, dibe Enqere û Tehran giranî bidin, hewldan û listîkên hevpar. Ji Kurdan tirsa wan, yek e.

Şîrove

 
b.ay | 13-7-2017
Dibejin devleta tirk "Xwedigiravi"Devleteki Demokrate!!
Nîşankirin : Bakur, Xwedêgiravî
1058 hatiye dîtin
Babetên zêdetir Selahedîn Çelîk
Şerê fêlbazan Kerkûk, Efrîn, dûv re? Otokrat xwînmij in

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Can Deniz | 2018-04-23 7:47:29 AM
Tirkiye rast gotiye,,, ya rast jî ev e ku hûn hemû partiyên kurd destekê bidin hev...ENKS wekî piyonê AKP'ê tevdigere..Biçin cem gelê rojava û...
Nûnerê ENKS: Tirkiye ji me re dibêje hûn piştgiriya PYDê dikin
| 21-4-2018 | (1)
Azad | 2018-04-22 12:46:00 PM
Gelek sıpas Keko.
Şerê fêlbazan
| 19-4-2018 | (1)
Kurdo | 2018-04-22 11:25:12 AM
Alî Bapîr,bê bexte û bê wefa û bê îman be.Bi Rûyekî reş behsa sîreta Dewleta Kurd dike.Ewên ku dengên xwe bidin Lîsteya Alî Bapîr,yê ji Alî Papîr Rû...
Elî Bapîr: Binerin referandûma seqet çi zerer da me
| 22-4-2018 | (1)
Aragorn | 2018-04-21 5:18:10 PM
Dike cend usd xalo?
Alîkariya Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge gihişte Kurdistanê
| 21-4-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Serokwezîr Barzanî: Amerîka piştgiriyê dide seqamgiriya Herêma Kurdistanê 23-4-2018 |

Serokwezîr Barzanî: Amerîka piştgiriyê dide seqamgiriya Herêma Kurdistanê

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di dema beşdarbûna Zêdetir
2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan 13-4-2018 |

2 zarokên Efrînî ji ber bê dermaniyê canê xwe ji dest dan

Berpirseke Heyva Sor ya Kurd da xuyakirin, ku ji Zêdetir
0.218 seconds