Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Çavdêriyên Foruma Erbîlê

Ji aliyê RÛDAW 14-3-2019
Prof. Dr. Abdullah Kiran
Prof. Dr. Abdullah Kiran

Di rojên 1-2ê yên Adarê de, li Hewlêrê ji aliyê Navenda Lêkolînan a Rûdawê ve, bi navê Foruma Erbîlê civîneke navnetewî hat li darxistin.  Foruma Erbîlê ya ku bi naveroka “Li Rojhilata Navîn Ewlekarî û Serwerî” pêk hat, du rojan ajot û di herdu rojan de jî, ji serê sibê heta êvarê dereng, civîn li pey cîvînan hatin sazkirin.

 

Beşdarên Foruma Erbîlê, tevî ku bi giranî ji her çar welatên cîran bûn jî, hema bêje ji seranserê cîhanê beşdariyek rengîn hebû. Axaftvanên panelan, akademîsyen, rojnamevan, siyastemedar û fermandarên leşkerî bûn. Di nav panelist û axaftvanan de hin şexsiyetên rengîn bala mirov dikişandin. Yek ji wan kesan Serokwezîrê Iraqê yê kevin Eyad Ellawî  bû, ku piştî rûxandina rejîma Seddam Husên, di sala 2004- 2005an de serokwezîrtiya Iraqê kiribû û di dema wî de Rêbazavahiya (Qanûnî Esasî) Iraqê ya ku sîstemeke federali dihewîne hatibû pejirandin. Dîsa yek ji axaftavanên balkşê jî generalek kevin yê NATOyê bû, ku bi xwe jî demekê li herêmê fermadarî kiribû.

 

Foruma Erbîlê bi peyameke Serokwezîrê Hukûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dest pê kir. Peyama Barzanî ji aliyê Wezîrê Karên Hundir yê Hukûmeta Kurdistanê Kerîm Şingalî ve hat xwendin. Barzanî di axaftina xwe de li ser hewldanên avakirina Iraqek hevpar ya ku hemû kesî himêz dike rawesta û balê kişand ser gefa terorê ya DAIŞê. Barzanî diyar kir ku DAIŞ hê neqediyaye, li Kerkûk, Diyala, Salahaddîn, Enbar, Mûsilê û li hin herêmên Suriyeyê hê jî çalak e.

 

Piştî ku peyama Nêçîrvan Barzanî hat xwendin, axaftina vekirina Forumê ji aliyê Dr. Eyad Ellawî ve hat kirin. Ellawî jî li ser gef û xeterên ku li pêş Iraqê û bi awayekî giştî tevahiya herêmê ne rawesta û di axaftina xwe de diyar kir ku eger ji hin meseleyên Rojhilata Navîn re çareserî neyê dîtin, di pêşerojê de, îcar şerên navdewletî dikarin çêbin û hingê rewşa herêmê hê bêhtir xera bibe.

 

Herwekî tê zanîn Eyad Elawî yek ji wan kesan e ku hema bêje van sî salên dawî de, di siyaseta Iraqê de çalak e. Ew bi xwe hê ji zaroktiya xwe ve di nav siyasetê de cih digire û hê gava ku li dibistana navîn xwendekar e beşdarî Partiya Baasê dibe; li gel Seddam Husên bi xwe, di bazkê xortan yê Partiya Baasê de dixebite. Belê piştî demekê di navbera wî û desthilatiya partiyê de hin nakokî rû didin û pişt re ew diçe Îngilîztanê û li wir Tibbê dixwîne. Demekê bi şûn de Saddam dixwaze ku ew vegere Iraqê, belê Ellawî vê daxwazê bi cih naye. Di sala 1978an de Eyad Ellawî li mala xwe ya li Londrayê rastî êrîşekê tê û ji laşê xwe, bi derbeyên kêran giran birîndar dibe û bi qasî salekê ji ber birînên xwe tedawî dibe. Piştî êrîşê, 10-12 salan bêdeng dimîne, belê salekê piştî dagirkirina Saddam ya Kuveytê,  Eyad Ellawî rêxstina bi navê Hevbendiya Neteweyî ya Iraqê (1991) ava dike û ji wê salê bi şûn de tekoşîna xwe ya li hember rejîma Saddam bêrawest berdewam dike.

 

Êvara roja pêşî ya Foruma Erbîlê, min fersenda bi qasî çend deqeyan bi Îyad Allawî re peyivînê bi dest xist û du pirs jê kirin. Pirsa min ya pêşî li ser mesela DAIŞÊ bû, bê ka gelo ewê ji niha pê ve stratejiya rêxistinê bi çi cûreyî be. Birêz Allawî bi vî awayî ez bersîvandim: “Divê bê zanîn ku niha DAIŞ neqediya. Bila kes bi beyanên wekî DAIŞ qediya nexape. Na, DAIŞ neqediya. Me li Iraq û li Sûriyê li hember nifşê pêşî yê DAIŞê şer kir û ew têk birin. Belê bawer bin, emê hê bi nifşên çar an pêncan yê DAIŞê re jî şer bikin… Dibe ku DAIŞ ji bo demekê ji meydanê vekişe, berê xwe bide taktik û stratejiyên nû. Belê ji min re nebêjên ku DAIŞ qediyaye.”

 

Bêguman ne tenê Eyad Ellawî, siyasetmedarên Kurd jî di axaftinên xwe de li ser gefa DAIŞê rawestiyan. Hem Wezîrê Karên Navxweyî yê Kurdistanê Kerîm Şingalî û hem jî Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Cabbar Yawer, herduyan jî bi aşkereyî anîn ziman ku DAIŞ îro hatibe bi paş xistin jî, sibê ewê dîsa xwe bi ser hev ve bicivîne û ji bo herêmê cardin bibe gef.

 

Di Foruma Erbîlê de, di bin sernavên mijarên cihê de panel çêdibûn û beşdarên panelan bi vî awayî bîr û rayên xwe dianîn ziman û pişt re, gava ku dem bima ji beşdaran pirs dihatin kirin. Yek panelên herî balkêş ên Foruma Erbîlê, ya bi navê, “Tirkiye û dijwariyên ku ewê di pêş de rû bidin” bû. Amadekarên Forumê, di vê panelê de du beşdarên Îranî derxistibûn pêşberî du beşdarên ji Tirkiyê. Ji Îranê pisporê Navenda Lêkolînî ya Rojhilata Navîn Kadîr Nasirî û dîplomatê Îranî Sadik Melekî, li hember Prof. Dr. Mesût Ozcan û Serokê Navenda Lêkolînî ya Stratejîk ya Wezareta Karê Derve Ufuk Ulutaş cihê xwe standibûn. Îranî gellek rihet dipeyivîn û hema bêje di her gotina xwe  de peyva “Kurdistanê” bikar dianîn, belê herdu beşdarên ji Tirkiyê jî, ji bo ku peyva “Kurdistanê “ji devê wan derneyê gellek hewild dan. Bêguman vê yeka ha, bala hemû beşdaran kişand.

 

Ji Tirkiyê, kesê ku herî rihet peyivî û di axaftina xwe de bi serbestî bîr û rayên xwe anî ziman Rojnamevan Cengîz Çandar bû. Diyalogek Çandar ya gellek baş bi Kurdên her çar perçeyî re û herweha mêvanên Ereb re jî hebû. Erebiya Çandar ji berê ve baş bû, belê vê carê Çandar Kurdiya xwe jî bi pêş xistibû.

 

Navenda Lêkolênên Stratejîk ya Rûdawê civîngerên (moderatorên) baş bijartibûn û herweha di karê rêvebirina panelan de, civînger bi her awayî bi profesyonelî tev digeriyan. Di panelekê de, gava ku Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge  Cabar Yawer dema xwe piçekê derbas kir, civînger ew da rawestan û nehêşt ku gotinekê jî bike. Cabar Yawer sê caran xwest ku tenê du gotinên din li ser peyva xwe zêde bike û dawî li axaftina xwe bîne, belê civînger destûr nedayê. Vê rewşê ji nêzik ve bala min kişand, çimkî dîmenê li pêşberî me dîmenek pêşdeçûna çanda demokrasiya Kurdistanê bû. Bi ya min, dîmenek weha, ne li Rojhilata Navîn, tenê dikaribû li Ewrûpayê bihata dîtin.

 

Di Foruma Erbîlê de, herweha Hêvîdar Zana û Dilbixwîn Dara jî du nimûneyên civîngeriya baş û serketî dan. Bi taybetî Hêvîdar, bi pirsên xwe yên zîrek, çend panelîst di nav xwêdanê de hêştin. Pirsên wê li cih, hem Kurdî û hem jî Tirkiya wê têr baş û herikbar bû.

 

Li Hewlêrê, ji çar aliyên dinyayê 80 kesên ku li ser mesela Kurdî û pirsên Rojhilata Navîn pispor in civandin, ne karek wusa sivik, “erzan” û hêsan e. Ya rast kar û organîzasyonên bi vî cûreyî li tu dereke dinyayê bi hêsanî çênabin. Di encamê de, ez ji dil û can dikarim bêjim ku Navenda Lêkolînan a Rûdawê bi serketineke mezin ji bin karek giran rabû û bi vî awayî nîşan da ku civînên di asta gellek bilind de dikarin li Hewlêrê jî pêk bên.

 

Helbet ji merdî, camêrî, dilnizmî û mêvanperweriya Kurdan tu gazinek nikare bê kirin.  Amadekarên forumê ji roja pêşî ve,  heta roja ku ew verêkirin jî, bi hemû mêvanan re yek bi yek bilî bûn.  Belê kêmahiyeke biçûk jî hebû:  Çawa tê zanîn wek adet,  di Forumên bi vî cûreyî de, bi taybetî piştî ku civîn qediya, hema bêje li her derên dinyayê rojek ji bo dîtin û ziyareta  cihên dîrokî û tûrîstîk gerek (geştek) tê çêkirin. Di geştên weha de hem mêvan çêtir dikarin hev binasin û hem jî, gava ku vegeriyan welatê xwe bêtir qala cihên ku dîtine bikin an jî binivîsîn. Bêguman ev yek, ji naskirina welat û karê tûrîzmê re jî xizmeteke baş dike. Xwezî Rûdawê jî tiştek weha bikira.


Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
475 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Koçer | 2019-03-06 6:41:32 PM
Xelata we pîrozbe. Bi hêviya xelatên mezintir ji Ragihandinên Kurdî re
Medyaya civakî ya Rûdawê bû fînalîsta xelateke navdewletî
| 6-3-2019 | (1)
b.ay | 2019-03-06 12:26:24 PM
Slaw ü rez keke Selaheddin.Bedengiya HDP ya ji bo Demirtas ez ji fem nakim tu rast dibeji Zexmbüna HDP´de Selaheddin Demirtas Sembolek mezine Dinya...
Cemal Aslan | 2019-03-06 12:36:28 PM
Kurdistans BDP ne HDP neke tircik.
Hilbijartinên bi bendewariyên mezin
| 6-3-2019 | (2)
kurdo | 2019-03-05 11:08:55 PM
ENKsse çi dibêje. vana tinê Kuçikên Tirkane, ligor berjewendiyên Tirkan tevdigerin. Ji Efrînê jî şerimnakin Opozisyanakerdogan re bûne yek
Lavrov: Divê pirsa Kurd bê çareserkirin
| 5-3-2019 | (1)
Gundî | 2019-03-05 3:24:40 PM
Ji hemû partiyên Kurdanre serkeftinê dixwazim. Hima nederzek li yekitiya Kurdan bikeve, bila Kurd pir partîbin.
Ozçelik: Me ji niha ve derzek li zextên dewlet û HDPê daye
| 5-3-2019 | (1)
0.172 seconds