Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Eniya derve ya hilbijartinê

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 14-6-2018
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Di hilbijartina serokomar (2014), hilbijartinên parlemenê (Hezîran û Mijdara 2015ê) û referandûma maqezagonê (2017) de, çavê dinyayê li ser Tirkiyê bû. Ewropa jî qada hilbijartinan bû. Hikûmetan devavêjiya Erdogan rexne dikirin, bi taybetî li Almanya, Awusturya û Holandayê. Çapemeniyê giranî dida parastina demokrasiyê. Şande diçûn Tirkiyê.

 

Vêga? Çapemenî dinivîse, lê ne di asta ya berê de, ew jî bêhtirî li ser aloziya aboriya Tirkiyê. Ji tirsa desteserkirinê, êdî şande naçin Tirkiyê. Hikûmet bûne ker û lal, YE jî. Balkêş e, Erdogan jî êdî naverişe wan! Ma wan, li hev kirine?

 

Li ser çi?

 

Parêzvaniya Ewropayê bo demokrasiyê, êdî encam nade. Bandora wan li ser Enqerê nemaye. Tişta dikin: “Têkiliya li ser berjewendiyên aboriyî”. Kom û dezgehên mafên mirovan jî, dibe ji bêgaviyê, hikûmetên xwe dişopînin.

 

Ev, bi wêneyê diguhere yê siyaseta dinyayê ve girêdayî ye. Neteweperestî, otokratî û evîndariya hêza leşkerî, di bezê de ye. Wê bikevin qirika hev, lê îro ew di nav hevalbendiyê de ne.

Putîn, piştgirê herî mezin ê Erdogan e. Li Sûriyê ew hevkar in. Ma wê ew, ji bo Erdogan her tiştî neke? Hûnê bêjin jixwe dekbazî li Tirkiyê bi zagonî dibe.

 

Tehran jî piştgirê Erdogan e, bêhtirî ji ber Kurdan. DYA, Îranê bi aboriyî û siyasî dorpêç dike. Pêdiviya Tehranê, bi Enqerê heye.

 

Çima di van rojan de hikûmeta alman ‘raporek’ li ser Cemaata Gulen eşkere kir? Ma ew her tiştê Cemaatê nezane? Ji Erdogan re diyarî! Merkel hima berî hilbijartina mijdara 2015ê jî çubû serdana Erdogan û tevkarî li serketina wî kiribû.

 

Konsepta demokrasî û mafên mirovan a bi globalîzmê re têkildar, çiqas diçe qels dibe. Derba dawî ji Trump hat. Ew qelsbûna înîsiyatîfa navdewletî, di civîna G7an a li Kanadayê gihişte lûtkeya xwe. Aliyê aboriyî derket pêş, lê ya girîngtir; demokrasî û mafên mirovan ji rojeva wan derdikeve.


Trumpê Tehran kiriye hedef, Enqerê li ba xwe dixwaze. Bi wê bendewariyê Erdogan xwe dide pêş. Lê bûyer wisa ne hêsan e, li aliyê din Putîn heye.

 

Ew hêsantirîn li ser Kurdan li hev tên. Putîn Kurd firotin, Erdogan kişand aliyê xwe. Em kitekiten bûyera Minbicê nezanin, lê em zanin ku Trump bazirganekî jîr e. Dibe bi misqalan dest pê kiriye. Ji misqalê serkeftin çêkirin, êdî karê dîplomasî û çapemeniya otokrat e. Pêdiviya Erdogan, bi wê ‘misqalê’ heye.

 

Bi boneyê, ji PYDê re çend gotin. Piştî Efrînê ti giraniya zirtan nemaye. Ez wan sûcdar nakim. Bar ji qamê dibore. Giraniya biryaran nemaye. Ew bixwe, nêçîra hût û hovan in. Dewlet di govendê de ne. Rêlibergirtin? Tenê nikarin. Divê ew, weke beşeke siyaseta kurd ji nû ve bifikirin. Ev jî rêyeke dirêj e.

 

Qendîl

 

Rojevkirina dagirkirina Qendîlê, bi hilbijartinê ve rasterast girêdayî ye. Erdogan li ‘serketinan’ digere. Ka em bi firehî li bûyerê binêrin.

 

Derfeta wê hebe, li nexşeya Kurdistana Başûr binêrin. Bi mehneya şerê PDK û YNKê, ji 1997ê ve li Başûr yekîneyên artêşa tirk û bûroyên MITê hene. Çiqas çû hejmara wan zedê bû. Mixabin Kurdan derketina wê hêza biyanî ti caran nekirin daxwazeke zexm.

 

Ji Zaxoyê heya Îranê li seranserê tixûb heya kurahiyeke mezin, çûnûhatina artêşa tirk heye. Berî çendek mehan herêma Bradostan dagir kir. Ew, di sêkoşeya Tirkiye-Îran-Îraqê de ye, Lolan û Harkurkê jî dihewîne. Qendîlê êdî weke kitekitê dibîne. Girîngiya Qendilê, ji navê wê, ji sembolbûna wê tê, ew xaka Kurdistanê ye.

 

Ji ber PKKê artêşa tirk diçe wir? Ew îdîa, bûyerê serobin dike, dagirkeriya biyanî vedişêre. Lê divê PKK vê bibîne, artêşa tirk wê dike mehne û jê nayê wî wêneyî biguherîne. Dewleta tirk, ji rebeniya me sûd werdigre û (xwedêgiravî) “Misakî Milliya berfireh” ava dike.

 

Hevkar û piştgir

 

Artêşa tirk, bi destûra Putîn Efrîn wergirtibû. DYA bêdeng mabû. Tahran û Şama vêga gefan li PYDê dixwe, hevkarên artêşa tirk bûn. Dagirkirina Başûr, bi razîbûna DYAyê dibe. Tehran û Enqere di hevkariyê de ne. Weke fermandarê amerîkî gotî, “Operasyona artêşa tirk, bi zanebûna Bexdayê dibe”. Berteka Bexdayê? Derew e.

 

Kurd?

 

PKKê, ji PDKê bertek xwest. Lê çima bi rêya rayagiştî? Ev pirsa dehsalan e. Çima we hevbendî nekir? Çima we hişt roja dawî? Çima deng li YNKê jî nakî? Qendîl di nav herêma wê de ye. Dagirkirina xaka Kurdistanê êş be, dema bûyera Kerkûkê hûn li kuderê bûn? Çima we Şengal radestî Bexdayê kir?

 

Me girîngiya yekîtiyê, siyaseta hevpar û derfetên ketî dest, fêm nekir. Me hev û din êşand, me dev ji dijminan berda, me qirika hev girt. Agir gihiştiye nav malê, em dest bi hawarê dikin.


Ti wateya sûcdariyên partîtî nemaye. Ti kes guh nade we. Civak ji we borîye. Ev çend salên dawî guhertinên erdhejî qewimîn, hûn hê çîroka berê dibêjin. Wiha here ti mecala siyaseta kurd namîne.

 

Ne serketina min, serketina me. Ne kêmasiya min, kêmasiya me. Ne doza min, doza me. Ne partiya min, partiyên me. Gava me got “ne ez, lê em”, wê hingê gellek tişt biguherin.


Xetereya hevpar bibînin. Dûrtir û kûrtir bifikirin. Pêşerojê bifikirin. Li Bakur, Başûr, Rojhilat an Rojavayê, berê civaka kurd nedin konsepta Enqere, Tehran, Bexda û Şamê. Bi guherinê, hûn jî xwe biguherînin. Pêdiviya raman û siyaseta kurd, bi nêrîneke yekbûnê dike navend û armanc heye.

 

  

Şîrove

 
Murat | 17-6-2018
Dest xwaş gotineka pir zelal û baş rojevê nivîsandiye mamoste mamoste tû nivîskarî pirtukê te yen nivîsî heye
Nîşankirin :
420 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Roj Awzciya | 2018-11-14 9:35:54 PM
Ey wehshî reshnivîs nîne. Bernivîs e! We ritiya nav zimanê kurdi mîna siyaseta kurdî. Xuda we tûn be tûn bike!
Hikûmeta Brîtanyayê reşnivîsa cudabûna ji YE pesend kir
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:42:25 PM
Roj bas´, Beeeeeeeeeeese, Zimane kurdi nelewitine! "Soz" Turkiye u dijmine kurdane! Biniwise "Peyman dan"
Hevpeymaniya Navdewletî piştgiriya Encûmena Leşkeriya Minbicê dike
| 14-11-2018 | (1)
Alan | 2018-11-14 1:31:17 PM
Roj bas´! Bese zimane` Kurdi aludeyi Turkiya pis u mirar bikin. Me tis´tek binave "soz" nav zimane´ kurdi nine. Biji Kurd Alan Swed
Zerîf: Welatên Ewropayê sozên xwe neanîne cih
| 14-11-2018 | (1)
Cemal Aslan | 2018-11-12 9:54:59 PM
Katar e pera bide
Li Tirkiyê bandora berzbûna dolar her diçe girantir dibe
| 12-11-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe 6-11-2018 |

RÛDAW/TAYBET - Aldar Xelîl: Senariyoya Efrînê li deverên din dubare nabe

Hebûna hêzên amerîkî asteng e li pêş Rûsya, Zêdetir
ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin 22-10-2018 |

ROJAVA - Partiyên Kurdî bersiva daxuyaniyên Rûsya didin

Sekreterê El-Partiyê Nesredîn Ibrahîm ji Rûdawê Zêdetir
Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz 21-10-2018 |

Nêçîrvan Barzanî: Kurdistaniyan deng dan avakirina kurdistaneke bihêz

Bi boneya ragihandina encamên fermî yên Zêdetir
0.391 seconds