Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Heneka salê

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 14-9-2017
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Se mirovekî gez bike, nabe nûçe. Lê ku însan seyekî gez bike? Va mînak: Tirkiyê hişyarî da welatiyên xwe yên diçin Almanyayê!


Almanya ne welatê tavê ye. Sar e, biha ye. Bila be? Lê vîze? Ew qet ne hêsan e.


Tirk çima diçin Almanyayê? Ew ji welat û dewleta xwe direvin. Yên bi rêya mirovên xwe "destûr" sitandî, serî li her rê dide da ku li Almanyayê bimînin. Desthilata tirk vê baş zane, lê genfisikî dike.

 

Hêjahî kolanê ye

 

Xiristiyanî û Misilmanî? Penaberiya kesên ji Cemaata Gulen? Tevgera kurd? Hewandina mamostayên dûçarê zilma desthilata otokrat? Nakokiyên aboriyî û siyasî? Hilbijartina Almanyayê?...


Para hemûyan jî erê, lê bi yeqînî ne "neyartiya tirkan û Tirkiyê" ye. Otokrasî bi zanebûn pirsê wisa nîşan dide.


Almanan "berteka li himber Erdogan", kirin mijara pêşbirkiya navxweyî. Ma ne xeletî bû? Tişta barê YEyê Almanya dikare bi serê xwe tenê hilgire?


Dibe haya we kişandibe, %75ê almanan di YEyê de Tirkiyê naxwazin. Hejmarê wiha bixwînin: Hewqas Alman, li dijî Erdogan in. Rêje, ji bo dinyayê jî lê ye. Di vê rewşê de dinya zêdetirîn ji kîjan 'serokî' dikerixe?


Hilbijartina Almanyayê? Mijara Erdogan, bêhtirî tevkarî li partiya nîjadperest (AfD) dike. Ma di hilbijartina Frensayê de, Putin li Moskovayê pêşwaziya Le Pen nekir? Otokrat û faşîst destebira ne.


Di hilbijartina almanan de nişkegavî, wê ne serketina vê an wê partiya kevneşop be, lê wê rêjeya dengên AfDê be. Li ser demokrasiya Ewropayê gefa nîjadperest, ne biçûk e. Ew li ser dijîtiya koçberan û Îslamê heye. Ew neyartî, tevkarî li otokrasiya Enqerê dike. Weke biratiya neyarên an neyartiya birayan...

 

Otokrasî an demokrasî?

 

Almanya, di YEyê de hêza sereke ye. Xwedî hejmareke mezin a tirk û kurdan e. Li ser aborî û çanda Tirkiyê bandor û tevkariya wê, diyar e. Ji Berlînê destpêkirina şêrê Enqere û YEyê, ne sosret e.


Hima hima hemû welatên YEyê, Tirkiyeya "îro" naxwazin. Ji wêkê otokratbûna Enqerê, heya derekê di berjewendiya wan de ye, Enqere xwe dûr dixe. Lê hikûmetên YEyê, naxwazin bi prensîbên YEyê herin ser Enqerê. Berjewendiyên aboriyî û siyasî, didin pêşî. Enqere ji vê durûtiyê têra xwe sûd werdigre. Demokrasî û azadî winda dike.

 

Zanyariyên qeyranê

 

Bo Tirkiyê pêvajoya tam-endamtiya YEyê, 2005ê dest pê kir. 35 mijar/dosye amade kirin, komîsyon damezrandin.


Mijaran; ji aborî û dadmendiyê heya çand û hawirdorê sererastkirina dezgehan û parastina mafên komên civakê dabûn ber xwe.


Mijaran; serxwebûna dadmendiyê, mafên mirovan, parastina kêmnetewan, ewleyiya jiyanê, azadiya derbirînê, dikirin bingeh û ji bo her yekê reform dixwestin. Lê Tirkiyê tenê 16 dosya vekirin, ew jî ne mijarên bingehîn bûn.


YEyê, pere jî dida Enqerê. 2007-2013, 4 milyar euro dabûyê. 2104-2020ê dayîna 4.45 milyar euro plan kiribû. Ji ber qeyranê, tenê 190 mîlyon digihiştinê. (Hejmar ji raporê malpera televîzyona "ard"ya alman in, 08.09.2017.)


Ew dosya, di berjewendiya civakên Tirkiyê de ne. Pêk bihatan, dibe rê li ber otokrasiyê bigirta. Desthilata tirk ew dosye ji civakê veşartin, giranî da propagandaya neteweperest. Ma ev aliyê qeyranê, ne balkêştir e?

 

Hêzdariya bêheqiyê

 

Di navberê de Tirkiye yekcar guherî. Desthilat bi her awayî bû otokrat. Ev Tirkiye, li YEyê nayê. Ew bixwe jî baş zane ku rêya YEyê hatiye girtin.


Enqere dixwaze rengê xwe yê nû, bi Ewropayê bide qebûlkirin. Dixwaze ew qet qala mafên mirovan nekin. Dijberên xwe ji wan dixwaze. Ji MITê re serbestiya berê dixwaze. Bila pere weke ewilî biherikin. Têkiliya bi berjewendiyên aboriyî û siyasî sînordar dixwaze.


Lê tirsa Enqerê mezin e. Tirkiye beşeke Ewropayê ye. Dikare xwe yekcar jê veqetîne? Benê Putin tenê têrê dike? Hêviya ji nakokiya YE û Trump, encam dide? Enqere ne bi êgir dileyize?


Helwesta YEyê jî, tijî tênegihiştinî ye. Wê bikaribin bi hevparî, lê ji bo demokrasiyê, herin ser Enqerê? An wê xwe radestî berjewendiyên emperyalîst bikin? Bûyer, dualî ye.

Şîrove

 
exmade omari | 17-9-2017
gelak spas keke sellahattin, rasta tirkiye pir dereve. kurd dibijin . Dijmine bava nabin doste lava.. spas kurdaki ji konyaye Anadoliya navin kurde Anadoliya navin Azad buna Kurdistan pi car cawa bendi..
Nîşankirin :
1006 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

BUrhan Elturan | 2018-08-08 3:33:08 PM
We buyeren dewleta tirk cha zu bir kir! He salek ji ne buye. Te bira we, Bi dewleta Iraq, Iran e va, bun yek u Kurdistan'a Bashur tehdit kirin. Tim...
Li hêviya Nêçîrvan Barzanî nemînin
| 6-8-2018 | (1)
Renas | 2018-08-04 9:39:36 PM
Xweli li serê me bê go yeki weke Bilgen buye serokê me. Man te ci jê ye? Bila Amerika tirkiye bibê iflasê, wê jibo Kurda basbê Bilgen axa!!
Ji HDPê daxuyaniya li ser Amerîkayê: Nayê qebûlkirin
| 4-8-2018 | (1)
Mizoki | 2018-08-02 10:48:47 PM
Min di nav rihé we da misti.
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê grûpeke DAIŞê desteser kir
| 2-8-2018 | (1)
Kurdekk bakur | 2018-08-02 7:39:28 AM
Ez jii li ser navee hhemii kurdan tek piiroz dikkim... Serkeftinnnnnn
Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn xelata cîhanî ya bîrkariyê wergirt
| 1-8-2018 | (1)

Li beşên din ên Rûdawê

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan 12 demjimêr berê |

Erdogan û Ebadî li Enqerê civiyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bi serdaneke fermî Zêdetir
Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê 9-8-2018 |

Kerkûk û qonaxeke din a dagîrkeriyê

Erdên Kurdan ji wan distînin û didin erebên Zêdetir
Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin 9-8-2018 |

Rêveberiya Xweser û Sûriyê 'komîteya hevbeş' damezrandin

Komêteya Hevbeş di navbera Rêveberiya Xweser û Zêdetir
0.375 seconds