Were hundir/Xwe tomar bike

Wekî mêvan babetan dane

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Wek mêvan şîrove bike

Her kes e-maila we nabîne
Têkeve ji bo şexsîkirina şîroveyê

Têkeve

Yan bi awayê bikarhêner pêwendî ligel me dane
 

E-mail

 

Rudaw

Nêrîn

Neheqbûna Trump, heq dide Xaminêyî?

Ji aliyê Selahedîn Çelîk 17-5-2018
Selahedîn Çelîk
Selahedîn Çelîk

Nivîskarê amerîkî James L. Gelvin di pirtûka xwe “Dîroka Nûjen a Rojhilata Navîn” de, wêneyeke kurt a globalîzmê dide. Çîrok, 1944ê li DYAyê li parêzgeha New Hampshire li bajerokê Bretton Woodsê bi beşdarbûna nûnerên 44 welatan bi “Konferansa Aboriya Dinyayê”, dest pê dike.

 

Nûnêrê DYAyê Harry Dexter White, avahîsazê civînê ye û yek ji damezrînerê IMF (Fona Pereyan a Navdewletî) û Bankeya Dinyayê ye. Bi binxêzkirina nivîskar: Mejiyê sermayeya mezintirîn a dinyayê û pêşengê globalîzmê, sîxurê Sovyetan e.

 

White, 16.08.1948ê li mala xwe ji aliyê kujerên “Templer Order” ve tê kuştin. Sûcdarî: “Wî, daneyên Abstergo Industries dabûn Sovyetan û tîmeke sîxûriyê ava kiribû”. Girêdaniya “Abstergo-Templer”, çavsoriya serdestiya pîşesaziyê û fanatîzma tundrewên olî, nîşan dida.

 

Nivîskarê îngilîz Christopher Catherwood, di pirtûka “Hişsivikiya Churchill, Emperyalîzm û Avakirina Îraqa Nûjen” de nîşan dide, ku aktorên bûyerê David Lloyd George, Winston Churchill, Gertrude Bell, T.E. Lawrence û yên din hemû, di bin bandora “Pirtûka Pîroz” de mane, tevî ku yek jî ne sofiyê dêrê bû. Zexta hevşib, di tevgera “Neoconservative” ya Bush de jî hebû.

 

Di polîtîkaya şantajker-artêşperest-xweperest a Trump û fanatîzma şîî ya Xamenî de, em wê evîna desthilatbûnê û teriqetparêziyê dibînin. Xewna împaratoriya Osmanîyan a Erdogan jî, wisa ye. Xwedê zane, ka ew şîroveyên dînitiyê, çi tînin serê gelan...

 

Sîstema nû ya aboriya dinyayê

 

Sîstem, berhema Konferansa Bretton Woodsê bû. Dewletan bi peyman têkiliyên bazirganî destnîşan dikirin, lê di mala xwe de serbest bûn. “IMF û Bankeya Dinyayê, kredî dida projeyan û sîstem diparast”.

 

Serdema “Şerê Sar” bû. Yekîtiya Sovyetan zexm bû. Şoreşên netewî û civakî dibûn. Rêlibergirtina komunîzmê, mebesta sereke ya sîstemê bû. Welatên dinyaya siyemîn, rêya “aboriya neteweperest” girtin, lê bi rêvebiriyên otokrat.

 

Qelşa di navbera welatên xîzan û yên pîşesaz de kûr bû. Dewlemendiya ji erdê (kan û petrol), ya wan bû, lê erzan bû. Pîşesazî giranbiha bû. Yên nirxa petrol û kanan destnîşandikirin jî, dewletên pîşesaz bûn.

 

77 welatên xîzan, 1973 daxwaza sîstemeke nû kirin. Azadiya gelan jî, di nav daxwazan de bû. Lê xelet fêm nekin, ne ji bo Kurdan. Dewletên ereb, di tevgera 77an de xwedî bandor bûn.

 

Ji 1945ê heya 1960ê DYA, bê rikber bû. Aboriya gerdûnî bi 1960ê re berepaş çû. DYAyê aboriya Almanya û Japonyayê dabû hev, lê ew bi 1970ê re gihiştin hêza rikberiyê. Welatan gorî zêrên xwe yên li DYAyê, dolar dikinîn û difirotin. DYA bi qeyranê re rûbirû ma, hawirdeyê da pêşiya hinardeyê. Dolar da pêşiya zêr. Bazara navneteweyî rûxiya. 1973-1974ê bihaya petrolê, %300 zêde bû.

 

Neo-lîberalîzm û qeyrana bêserûbinî

 

Neo-lîberalîzm, li himber aboriya neteweperest tedbîr bû: “Bila siyaset destê xwe ji aboriyê bikşîne. Bila bazar serdestê xwe be...” Dewletên pîşesaz, hevbend bûn.

 

Bihaya petrolê derket jorê. Pereyên zêde kete destê dewletên hilberîner. Wan, pereyên xwe razandin bankayên dewletên pîşesaz. Bankeyan, ew pere bi deyn dan welatên xîzan. Wan, êrîşî berhemên pîşesaziyê kirin. Wê jî, bandora nerênî li bazar û civaka amerîkî kir. Da ku rê li ber kirîna Dolar bigre, Bankeya Navendî ya DYAyê, rêjeyên faîzan zêde kir. Li welatên xîzan qeyrana 1979-1981ê dest pê kir.

 

Bendewariya “Sîstema Nû ya Aboriya Dinyayê” ya welatên xîzan, pûç derket. IMF, “Krediya Rewşa Awarte” dida, lê sererastkirinên neo-lîberal datanî ber wan. Em encamê, li seranserê dinyayê ji xwepêşandanan û derbeyên leşkerî baş zanin.

 

Îran, ji serî ve bi polîtîkayên IMF û Bankeya Dinyayê re rûbirû mabû. Bûyera Mussadik (1953), tevgera melayên şaşikmezin a 1979ê û li dijî DYAyê kîna îraniyan hemû, xelekên zincîrê ne.

 

Trumpizm?

 

Weke candaran, civak û aborî jî diguherin. Ji zû ve êdî Çîn motora aboriya dinyayê ye û bi leşkerî jî di rêya qerasêbûnê de ye. Dijberên DYAyê, heya bêjî dijwar in.

 

Em dikarin navê “Trumpîzm”ê jî li polîtîkaya nû ya DYAyê bidin. Dişibe “bi gefa leşkerî û bi tirsê, parastina destûrmendiyê û bêşsitandinê”. Xetere ye. Zirt be, xeteretir e.

 

Ka em li piyên herêmî yê bûyera Îranê binêrin; ma daxwaza Îsraîlê û pereyên Siûdîyê, ne diyarker in? Çibe jî; her gava nû, bi xwe re guhertinên herêmî û navneteweyî tîne. Di bûyera Koreya Bakur de, Koreya Başûr, Japonya, Çîn û Rûsya hene. Di ya Îranê de, dewletên herêmê û Rûsya hene û wê bandora xwe li hemû herêmê bike û zêdetir jî.

 

Mafên hevbeşî-mafên kesayetî        

 

Bi rastî ew yek in, lê dewletan bi dualî bedkarî li wan kirin, ew maf anîn pêşberî hev. Welatên xîzan mafên hevbeşî dan pêş, welatên pîşesazî yên kesayetî. Mijar zîz e, divê bê şîrovekirin, bi taybetî jî îro.

 

Dewletên pîşesaz mafên mirovan dan pêş, lê tawanbar hevbendê wan bûya, ew bêdeng diman. Otokratên welatên xîzan, kirasê neteweperestiyê li mafên hevbeşî dikirin û neyartiya mafên mirovan dikirin.

 

Bi guhertina sîstema aboriyî û siyasî re, têgeh û dezgehên mafên mirovan ketin qeyranê. Li Îranê mirov nikare qala gotina mafan bike. Li Tirkiyê parastina mafên mirovan, bûye hevyekê sîxuriyê. Dewletên pîşesaz, li derveyî hewşa xwe êdî qala mafên mirovan nakin. Jixwe êdî li Ewropayê jî, pirsgirêka mafên mirovan heye.

 

Peymana Atomê

 

Bi peymana 14.07.2015ê, Îranê xebata çêkirina çeka atomî dida sekinandin, ambargoya bazirganî-darayî gav bi gav dihat rakirin. Ji peymanê bendewarî cuda bûn, lê dilxweşiyeke hevpar hebû, ji bilî Îsraîl û Siûdîyê. Îsraîl, li Libnan û Sûrîyê ji cîrantiya Îranê aciz e. Siûdî jî, bi sedemên nîjadî, rêolî û jeopolîtîkî neyarê Îranê ye. Li Sûriye, Libnan, Iraq û Yemenê, Îranê derb li Siûdîyê daye.

 

Trump, keys da herduyan. Nêzikbûna Îsraîl û Siûdîyê, li ber çav e. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, “belgeyên nû” eşkere kirin, lê bawerî neda ti kesî. Dîsa jî Trump 12yê Gulanê ji peymanê vekeşiya. Roketên Îranê kirin mehne. Peymaneke nû xwest.

 

Îran ji serpêhatiya şerê Îraqê yê 1980-1988ê ditirse. Roketên Îraqê li bajarên Îranê dabûn, him jî bi madeyên kîmyevî. Îranê bi piştgiriya Koreya Bakur, roketên xwe çêkirin. Roketên kurt û nîvî, bi madeyên kevneşop jî xwedî bandor in, lê yên dirêj tenê bi barê atomî xwedî bandor in. Li Îranê çeka atomê tineye û rêjeya xeletiya lêketina roketên wê mezin e (1.2 heya 3 km).

 

Yên Îsraîlê nûjentirin, dûrtir diçin û Îsraîl xwedî çeka atomî ye. Roketên Siûdîyê jî, ji yên Îranê gellek nûjentir û bibandortir in.

 

Aboriya Îranê têrê dike?

 

Şerê ji Libnanê heya Yemenê, aboriya Îranê dixeritîne. %80yê aboriya Îranê ji petrolê tê û ew jî di bin ambargoyê de ye. Hilberîna Îranê ya navxweyî 432 milyar Dolar e, serê kesî 5300 Dolar e. Bêtalî %11.5 e, di nav xortan de %27 e.

 

Ambargo hilberîn û hatiniya petrolê kêm dike, di bazara navneteweyî de bihaya wê zêde dike, ev jî tevkarî li aboriya Siûdîyê dike. Trafîka darayî, pirsgirêka mezin e. Îran bankeyên Qeter, Uman û Tirkiyê bi kar tîne. Ew banke bi navdewletî ne tam ewle ne. Tehran dûçarê kesên siyemîn, ango mafyayê ye. Jixwe vêga ji zû ve desthilata tirk bi dehan Reza Zarrab amade kirine.

 

Îran hawirdeya mezin bi rêya Mîrîtîyên Erebî yên Yekbûyî dike (25.5 milyar Dolar). Vêga ew di bin gefê de ye. Hawirdeya 3 milyarî ya ji Almanyayê jî. Tenê dikare ji ya Çîn (9 milyar) û Tirkiyê (3 milyar) ewle be.

 

Çîn (17.5 milyar Dolar), Hindistan (9.5 milyar), Koreya Başûr (7 milyar), Tirkiye (7 milyar) û Îtalya (3.6 milyar), kiriyarên herî mezin ên petrola Îranê ne. Dibe ew petrol biherike, lê gellekên wan bi mal û pereyên xwe berdêlê didin. Ew jî têra Îranê nake. Pêdiviya Îranê, bi trafîka navneteweyî û bi teknolojiya Ewropî heye.

 

Çek û pusatên Îranê kevin bûne. Ew, %5ê butçeya xwe dide berevaniyê. Ev rêje li ba Siûdiyê, %12 ye. Siûdî salane 70-80 milyar Dolaran dide çekan, Îran tenê 15 milyaran. Balafir, tank, helîkopter, kevin bûne. Yên Siûdîyê nû ne û nûjen in. Îran ji wêkê dixwaze li welatên din û bi xwîna yên din şer bike.

 

Şerê du aliyên Atlantîkê

 

Bo Ewropayê mijar gellek girîng e: Bazara Îranê, bendewariya bi milyaran. Şer derkeve, lehiyeke din a koçberan di rê de ye. Û quretiya Trump êdî nayê rakirin.

 

Sîstema dadmendiya DYAyê, bela ye. Ew li derveyî sînorên xwe jî, bi qirika mirov digre. Totala Frensayê, Siemens û Mercedesa Almanyayê û bi dehan şîrketên din ên bi Îranê re kar dikin, li Amerîkayê jî kar dikin. Mînak; Mercedes li DYAyê 24 hezar kesan dide şixulandin.

 

Bi daneyên çapemeniya Almanyayê, 10 hezar Alman bi Îranê re di nav têkiliyên bazirganî de ne. 120 fîrmayên alman, li Îranê xwedî bûro ne. Rewşa yên Îngilistan û Frensayê jî, wisa ye. Airbus û Boing, bi 38.3 milyar Dolaran ihaleya 200 balafiran sitandibûn. Vêga ew jî di xetereyê de ye. Ewropayî bi pirsgirêkên mezin ên aboriyî re rûbirû ne. Dibe encamên polîtîk jî, mezin bin.

 

Îran di korerê de ye

 

Rakeşî bandora mezin li civakên Îranê dike. Ew qet ne xema melayên şaşikmezin e. Ew, rakeşiyê ji bo zexmkirina desthilata xwe bi kar tînin. Wê tevgera dijberan bikaribe ji rewşê sûd wergire? Pêşbinî zehmet e.

 

Tehran xwe bi peymana atomê ve girê dide. Ti rêyên din li ber tinene. Xwe tavêje hevparên peymanê yên Ewropayî. Wê Ewropayî, demokrasiyê, mafên mirovan bidin pêş? Bawer nakim.

 

Rayagiştî ya navneteweyî, biryara Trump rast nabîne. Û ji ber DAIŞ û El Nusrayê, Îran ji dilgermiya navneteweyî sûd werdigre. Dîsa jî em gellek baş zanin ku Tehran yek ji sedemkarên pirsgirêkên herêmê ye.

 

Îran di dûv enternasyonalîzma şîî de ye. Paşverûtiyê, kevneperestiyê, bedkujiyê belav dike. Li dera Îran dikevê, demokrasî, mafen jinan dimire.

 

Mijar Kurd bin, Îran neyartiya kurdan dike. Kurdistana Rojhilatê weke girtîgehê ye. Qasî misqalekê demokrasî tineye. Pişaftina nîjadperest, li ser kar e. Herroj Kurd tên daleqandin. Tehran, li Kurdistana Başûr jî siyasetmedarên Kurdên Rojhilatê dişopîne û dikuje.

 

Li Kurdistana Başûr rola Îranê rûxîner e. Referandûma demokratîk û yekîtiya partiyên kurd pûç deranî. Kontrola kurdan da Şîîyên ereb. Li dijî Kurdan bi Tirkiyê re peymana statukoparêz girê da.

Li Kurdistana Rojavayê, bi Rûsyayê re Efrîn radestî dewleta tirk kir. Bi Enqerê re li dijî Kurdan blok ava kiriye.

 

Dilê min li ba gelên Îranê ye. Lê pirsgirêkên desthilata melayên otokrat, divê bi ti awayî Kurdan neêşîne. Em ji bendewariyên vale kerixîne. Ya herî baş, ji derve temaşekirina şerê wan fanatîkan e. Bila hev bixwin.

Şîrove

 
Şîrove bike
Wekî mêvan şîrove bike yan bi Têkeve
Nîşankirin :
142 hatiye dîtin

Bibe beşek ji Rûdawa Te

Wêne, vîdyo û çîrokan ligel Rûdawê parve bike.

Gotina te

Kurdo | 2018-05-17 2:41:12 PM
Cuda bûna Partîyên bi nav û Nasnameyên xwe,bi ser Kurdan û HDPa bi ser Gelan ve,dîyare Armanc û Bernameyên xwe,ji hev dûrin.HDP,bi merd û merem nav...
Hewldanên tifaqa Kurdistanî li gel HDPê bê encam man
| 17-5-2018 | (1)
Kurdekk | 2018-05-16 5:54:17 PM
Ser kefttin we rre
Boran Zaza: Ji bo mûzîka Kurdî projeyên min ên mezin hene
| 16-5-2018 | (1)
Kurdo | 2018-05-12 6:48:48 PM
Seedî Pîre,bêjerê kîjan Balî ji YNKêye?Serokahîya Cimhurîyeta îraqê heger bi dest YNKê ket yê ji kîjan balîye ji YNKê?Seedî çêra Hêza dike nek rila...
Komîsyon: Encam îşev zelal dibin
| 12-5-2018 | (1)
lolozano | 2018-05-12 5:15:33 PM
Nivîskarê Hêja Ziyanî!Belê, tû dereng gereng dinivîsî,lê fikrên te pir balkêşin ku xwendevanên nivîsa te vê carê neçar dikin ku bipirsin ...
Hilbijartinên yarî guher
| 12-5-2018 | (1)
0.172 seconds